Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
Namzeta parlamenteriyê Adalet Kaya ku di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan a Bismilê ya Partiya Çep a Kesk de axivî, wiha got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan tê pêkanîn li ser gelê kurd tê pêkanîn. Jin wê vê tecrîdê bişikînin.
Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
Dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di 30’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
Partiya Çepên Kesk nasandina namzedên xwe yên parlamenterên jin kir. Partiya Çep a Kesk da zanîn wê li parlamentoyê temsîliyeta herî mezin a jinan pêk bînin.
Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
Hevala Evrîm Alataş, Sîbel Guler behsa wê kir û got ku Alataş bi hêla xwe ya mîzahî rengeke din li nûçeveniya li ser jinan û mafan bar kiriye.
EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
EŞÎK’ê diyar kir ku lîsteyên parlamenterên partiyê siyasî yên ku dê beşdarî hilbijartinê bibin, ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in û got: “Heya nûneriya wekhev, bi qanûnî û bi ewle pêk neyê, em ê têbikoşin.“
Li Êlihê jinek hate qetilkirin
Jina bi navê Emîne Tunç li navçeya Heskîfê ji hêla Eyûp Yel ve hate qetilkirin.
Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
Nivîskara femînîst Rahila Gupta diyar kir ku berxwedana “Jin jiyan azadî” ji felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çêbûye û sedema bingehîn a ku xwepêşandan li cîhanê belav bûne bandora Şoreşa Rojava ye.
Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
Jinên Botanê diyar kirin ku ew ê di vê hilbijartinê de hesaba jinên ku hatine qetilkirin bipirsin û gotin: "Divê ku em di vê hilbijartinê de hesaba Sêvê, Asyayê, Pakizeyê, Denîz Poyrazê, dayika Taybet bipirsin. Ev hilbijartina man û nemanê ye. AKP dê biçe, jin dê bên."
Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Havva Guzel ji duh ve li Elkê winda bûbû. Cenazeyê Guzel îro hate dîtin.
Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di vekirina bûroya hilbijartinê ya jinan a Orhangaziyê de axivî û wiha got: “Nifteya guherînê ya welêt di destê jinan de ye. Dê bi hêza jinan ev guherîn çêbibe. Em, sindoqan emanetî jinan dikin. Navnîşana me, Partiya Çepên Kesk e.”
Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
Jinên elbistanî berhemên xwe yên keda destan li ser hesaba Piştevaniya Jinan a Elbistanê didin nasîn û difiroşin.
Îdianameya TJA’yê: Tevlibûna jinan a 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê sûc e!
Îdianameya derheqê 22 aktîvîstên TJA’yê de hate amadekirin û jê re 935 sal cezayê hefsê hate xwestin. Di îdianameyê de cih dan îfadeyên şahidên nepen ên di Doza Kobanê û doza SES’ê de û tevlibûna jinan a 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê weke sûc hate hesibandin.
Partiya Çep a Kesk hêviyê dide jinan
Jinên li Stenbolê diyar kirin ku Danezana Hilbijartinê ya Jinan a Partiya Çep a Kesk soza siberojê dide jinan û gotin: “Ji bo em ji vê rêveçûna xerab re bêjin bes e, em dibêjin Partiya Çep a Kesk. Jin wê AKP’ê hilweşînin.”
Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
Li gorî daneyên meha adarê yên JINNEWS'ê 22 jin hatine qetilkirin û 16 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
Jinên ku beriya doza girtinê ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin li pêşiya edliyeyê kom bûn, diyar kirin ku dê têkoşîna xwe biisrar bidomînin. Danişîn, piştî guhdarîkirina şahidan hate taloqkirin.