Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
Namzetên jin ên Xarpêtê diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî zextên ser zimanê kurdî û tundiya li dijî jinan li meclisê bidomînin û wiha gotin: “Banga me ji bo her kesî ew e ku li dijî zîhniyeta mêrserdest dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”
Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
TJA’yê helwestnameya hilbijrtinên 14’ê Gulanê eşkere kir. TJA’yê di helwestenameya xwe de hemû jinan vedixwîne ku li dora beyannameya Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk bibin xelek.
Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
Namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal a ji bo wesyeta dayika xwe bi cih bîne bû parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, anî ziman ku ji bo daxwaza dayika xwe û bi hezaran kurdan bi cih bîne wê li Meclisê têkoşîna xwe bidomîne.
Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
Li Erdîşê namzeta parlementeriyê ya Wanê Havîn Kiye ku di vekirina büroya hilbijartinê de axivî, got: “Me çand, hişmendî ji Şêx Saîd, birêxistinbûyîna xwe, ji xwebûnê girtiye. Me kevneşopiya xwe ji têkoşîna bi 40 salan girtiye. Me hay ji vê heye, em ê têbikoşin."
Komeleya Dema Jinê: Pergala patrîarkal bi piştgirya raya giştî fermî bû
Komeleya Dema Jinê, Rapora Navenda Şêwirînê ya 6 mehan eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku qanûna hejmar 6284’an nayê cîbicîkirin lewma jin neçar dimînin ku li malên xwe yên tundî lê tên kirin dîsa vegerin.
Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in
Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû, bal kişand ku xwediyê îdiaya veguherîna civakî pêk bînin û siyaseta erk biguherînin û wiha got: “Em tevgereke ku di nava xwe de jî şoreşa hişmendiyê pêk tînin in.”
68 girtiyên jin ji CPT'ye re name şandin
68 girtiyên jin, têkildarî mirinên li girtîgehên Tirkiyeyê nameyek ji CPT’yê re şandin û gotin: “Di zûtirîn dem de mudaxeleyî kiryaran li girtîgehan bikin, mirina li girtîgehan pêk tê rawestînin û rewşa hucreyên ku bi awayekî sîstematîk vedigerin cihên îşkenceyê bi raya giştî re parve bikin. Ji bo rawestandina van polîtîkayan hêza xwe bikar bînin.”
Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sevda Karaca dê li bajar li dijî namzetên zilam têbikoşe. Karaca, dixwaze têkoşîna xwe ya li dijî xwarina keda jinan û dijminatiya li jinan veguhêze meclisê.
Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
Bi sedan jinên bi dirûşmeya "Dijminên jinan wê biçin, serhildana jinan wê bide guhertin" li Kadikoyê hatin bahev wiha gotin: "Deshilata ku dijminê jinan e em jin dê bişînin, em ê dîktatorî têk bibin."
Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
Jinên ku tev li vekirina buroyê ya Partiya Çepên Kesk a li Dêrsimê bûn, diyar kir ku partî ji bo wan hêvî ye û wiha got: “Jin dê biguherînin em ê biguherînin.”
Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
Piştevaniya Morê li Şîşliyê bi dirûşmeya "Em ê jiyanê jinûve ava bikin" şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir.
Namzetên jin li Îzmîrê çûn serdana karkeran
Namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk bi jinên karkerên çandiniyê yên li navçeya Menderesê re hatin ba hev. Namzetan, li pirsgirêkên jinan guhdarî kirin û diyar kirin ku dê bi hev re li dijî kedxwariyê têbikoşin.
Jinên îranî ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmê anîmasyonê çêkir
Jin û hunermendên îranî ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmê anîmasyonê çêkir.
Bayindir a hatiye îxrackirin dê têkoşîna xwe veguhezîne Meclisê
Kedkara perwerdehiyê Fatma Bayindir a bi KHK’ê ji wezîfeya xwe hat îxrackirin diyar kir ku ew ê wek namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk têkoşîna xwe li Meclisê bidomîne.
‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû diyar kir ku jin li dijî şêweyên tundiyê yên bi serdestiya mêr di siyasetê de tên kirin têdikoşin û anî ziman ku ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên.