Ekolojîstên ku meşiyan Bestayê: Bi têkoşîna rêxistinî em ê bi ser bikevin
Ekolojîstên ku li dijî eko-qirkirinê meşiyan Bestayê bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û gotin ku bi têkoşîna rêxistinî serkeftin pêka ne.
Ji Bestayê çendek nîşe: Bi hesreta 35 salan û bi hêrseke mezin nobet girtin
Çalakvanên Bestayê, texrîbata salên dirêj e li herêmê tê kirin di cih de dîtin. Hin welatiyên piştî 35 salan hatin ser erdê xwe, bi hesret û hêrseke mezin nobet girtin.
Nobeta li Bestayê bi dawî bû: Heta xweza azad dibe dê berxwedan bidome
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram ku di dawiya nobeta li Bestayê de axivî, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Heta xweza azad dibe dê berxwedana me jî bidome.”
Darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê!
Kesên li Herêma Bestayê tev li çalakiya nobetê bûn, darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê.
Nobeta li Bestayê di tevahiya şevê de domiya
Bi sedan kesên li Herêma Bestayê ya Şirnexê li dijî talankirina xwezayê hatin gel hev, şevê din heta serê sibehê nobet girtin.
Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Gilîdaxê
Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Çiyayê Gilîdaxê ku her sal ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi deh hezaran geştyarên xwecihî û biyanî serdana wê dikin.
Nobeda li Bestayê dest pê kir
Li Bestayê li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnexê çalakiya nobedê hat destpêkirin.
Li Şirnexê bang kirin: Aştiyê ji ewil li Cûdî, Gabar û Bestayê bidin destpêkirin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiya li Şirnexê ya li dijî talankirina xwezayê tê lidarxistin de axivî û got: “Divê ji ewil hûn bi dar û ava me re aştiyê bikin."
Li Gabarê birîna daran didome
Birîna daran a li Çiyayê Gabarê li deverên cuda didome. Hat zanîn ku ji ber bertekên gel ên li dijî qirkirina ekolojiyê, darên tên birîn li ser Sêrtê derbasî bajarên cuda tên kirin.
Şewata li Şemzînanê didome
Li gundê Deryayê yê navçeya Şemzînanê li qada daristanê şewat derket û şewat hêj berdewam e.
Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo tevlibûna meşa li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnex û navçeyên wê banga tevlibûnê kirin û gotin ku dê rê nedin qirkirina ekolojiyê.
Bernameya meşa Bestayê zelal bû
Hevserokên giştî yên DBP û DEM Partiyê û gelek rêxistinên ekolojiyê wê beşdarî çalakiya li Bestayê bibin ku dê di 9-10'ê Îlonê de, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî talankirina xwezayê bê lidarxistin.
Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
DEM Partiyê banga beşdarbûna meşa li dijî talankirina xwezayê kir ku dê li Herêma Bestayê bê lidarxistin.
Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
Endamên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ji bo meş û çalakiya nobedê ya li dijî talankirina ekolojiyê ya li Bestayê ku zêdetirî 5 sal in didome, banga beşdarbûnê kirin û gotin: "Parastina xwezayê parastina hebûna me ye. Werin em bi hev re vê qirkirinê rawestînin."
Şewata li Bestayê hat tefandin
Şewata ku duh li Herêma Bestayê li qada daristanî çêbûbû, hat tefandin.