Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
Qeyûmê Êlihê, di bin çavdêriya polîsan de careke din dest bi qirkirina daran kir.
Li Basayê bîra sondajê ya nû tê vekirin: Texrîbat dê zêdetir bibe
Şîrketa kîmyewî ya bi navê Derkîm Polîuretan ku dixwaze li navçeya Basayê bîreke sondajê ya nû veke, bi vê xebata xwe dê texrîbata xwezayê ya li herêmê zêdetir bike. Hat zanîn ku li herêmê 2 quleyên “sondajên xwecihî” yên nû hatine avakirin.
30 sal in li Licikê bêrîvaniyê dike. Jeotermal dê xwezaya me tune bike
Tukan Abayli ku li zozanên gundê Licikê nêzî 30 sal in bêrîvaniyê dike, xwest xebatên jeotermalê bi dawî bibin.
Xebatkarên rêbejahiyê ku bi dînamîtan xwezayê texrîb dikin: Me serobino kir!
Dînamîtên ku tîmên girêdayî rêbejahiyê li navçeya Elkê diteqînin, zirarê didin xwezayê. Gotinên wekî "me serobino kir" ên kesên dînamîtan diteqînin, di dîmenan de xwe dan der.
Li dijî eko-qirkirina li Dêrsimê banga têkoşîna hevpar
Endamê Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Mehmet Kaş diyar kir ku tê xwestin bi projeyên wekî maden, HES û GES'an Dêrsim ji mirovan bê xalîkirin û got: "Divê em li dijî vê komkujiyê bi hev re bitêkoşin."
‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
Komeleya Hawirdorê ya Dêrsimê, li pêşiya DSÎ’yê daxuyanî da û got: “Dev ji çêkirina bendavê ya li Alîbogaziyê berdin. Em ê nehêlin bendav were çêkirin.”
Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
Şaredariya Mûşê, bi mebesta zêdekirina qada hêşinahiya bajêr û ji bo welatiyan qada civakî ava bike, dest bi “Projeya Çemê Çayê” kir.
KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
KJK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser qirkirina ekolojiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê û got ku qirkirina li Kurdistanê encama şerê taybet e. KJK’ê, li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir.
Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
Li navçeya Gelîboluyê ji ber şewata ku hêj didome 5 gund hatin valakirin.
