Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin
Rêxistinên ekolojiyê, ji bo bi zirara di nava 50 salên şer de gihiştiye xwezayê re hevrûbûnek çêbibe, raporek amade kir. Rêxistinan, ji bo rapora wan pêşkeşî komîsyona li meclisê were kirin, radestî Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Îbrahîm Akin kir.
Şîrketa DÎMÎN'ê bêyî guh bi de hişyariya DSÎ'yê dest bi xebatên lêgerîna madenan kir
Derket holê ku Şîrketa DÎMÎN'ê li gundê Mizakê yê Licê, tevî hişyariya ji aliyê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ku got "Ji ber ku ger ev qada ji bo xebatên madenê yên koma 4'em bê vekirin dê rê li ber qirêjkirina avê veke, li gor saziya me ne guncav e" jî, dest bi xebatên lêgerîna madenê kiriye.
Dayikên Aştiyê: Heya qirkirina daran radiweste divê em nesekinin
Dayikên Aştiyê yên Êlih ên ku li Bestayê beşdarî çalakiya nobedê ya li dijî qirkirina ekolojiyê bûn, gotin: "Diviyabû heta qirkirina daran dihat rawestandin em li wir mabûyan."
Madena Cengîz Holdîngê golan ziwa dike
Ji ber xebatên Etî Bakirê ya Cengîz Holdîngê yên li Şemrexê, golên li herêmê ziwa dibin. Welatiyan got ku darên li baxçe û bîstanên wan hişk dibin.
Şîrketa Koza Altinê Giyadînê talan dike
Xebatên lêgerîna zêran ên ku ji hêla Şîrleta Koza Altinê ve li Giyadînê hatine destpêkirin, li ser qadeke 470 hektarî belav bûne û kana madenê jî ku Çemê Mûradê jî daxilî nava xwe kiriye, xetereyeke mezin dide der.
Şewata li Mûglayê didome
Şewata ku li qada daristanî ya li Taxa Kiyikişlacik a Mîlasê derket, didome.
Welatiyên ji ber bendavê ji cihê xwe bûn, av bi dest wan nakeve
Gundiyên Çarbourê yên ku ji ber bendavê koçber bûne, nikarin ava vexwarinê peyda bikin. Keyayê gund serî li rayedaran da û xwest ku pirsgirêkên wan ên çop û avê tavilê bên çareserkirin.
Li Mûglayê şewata daristanê
Li qada daristanê ya navçeya Koycegîzê şewat derket. Komên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê hem ji bejahî hem jî ji hewayî ve mudaxile dikin.
Li Çiyayê Gabarê gefeke nû: 114 bîrên sondajê yên nû tên vekirin
Li Çiyayê Gabarê 99 bîrên sondajê yên petrolê hene û hat zanîn ku tê plankirin ku 114 bîrên nû bên vekirin. Bi vê yekê re talana xwezayê ya li herêmê hêj mezintir bibe.
Li Gilîdaxê pirsgirêka sergoyê
Her sal bi deh hezaran kes diçe serdana Gilîdaxê. Ji ber ku Midûriyeta Tûrîzmê ya Bajar qadên ku geştyar pêdiviyên xwe lê pêşwazî bikin çênake, ev yek rê li ber qirêjiya hawirdorê vedike.
Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
Çemê Zirganê û Sûlava Xursê yên li Geliyê Xursê di dîrokê de cara ewil ziwa bûn. Tûtina Xursê ya bi sedsala ye tê çandin, êdî bi ava sondajê tê avdan.
Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
Ekolojîst Cemîle Kaçar ku Çiyayên Kazê li Bestayê tev li çalakiya li dijî talankirina xwezayê bû, got: “Em bi hev re dê xwezayê azad bikin.”
Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
Şêniyên Bestayê ku beşdarî çalakiya nobedê ya li dijî ekokujiyê ya li Herêma Bestayê bûn, daxwaza rakirina qedexeya 36 salan kirin û gotin ku ew dixwazin gundê xwe ji nû ve ava bikin.
Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
Li kêleka Çemê Mûradê, siyanura ku pê li madenan tê gerîn, niştecihên herêmê her roj nêzîkî senaryoya qiyametê dike. Serokê Komeleya Meşeyê Îhsan Aytemiş got: "Li her cihê ku çem digihîje, her wargeh, her zindî û bi sed hezaran mirov dê jehrî bibin. Bi mîlyonan candar dê bimirin."
Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
Ji Koalîsyona Edaleta Avhewayê Çîgdem Ozbaş ku ji Stenbolê hat Şirnexê da ku daxwaza bidawîanîna talankirina xwezayê bike, got: "Em dixwazin polîtîkayên tenêkirinê li her derê bişikînin."
