Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
Di şewatên li Spanyayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û qadeke biqasî 157 hezar hektar jî şewitî.
Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
Şewata ku li navçe Licê cara duyemîn derketibû, li hinek deveran didome. Welatiyan, destnîşan kirin ku ji bo kontrolkirina şewatê pêdivî bi helîkopterê heye.
Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
Agirên ku duh danê nîvro li Licê, Hêni û Karazê bi daristanan ketin, bi mudaxileya welatiyan û tîmên agirkujiyê ber destê sibehê hatin tefandin.
Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
- Şewata li daristana navçeya Sîlîfkeyê di roja 3’yan de didome. Heta niha hezar û 851 kes hatine tehliyekirin.
Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
Kanyona Qizilxaçê ku bi xweşikiya xwe ziyaretvanan mest dike, niha di bin gilêşî de ma ye. Gilêşê li kanyonê û di çemê wê de kom bûn, rê li ber dîmên nebaş vedike.
Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
Li Mêrsîn û Hatayê mudaxileya ji bo vemirandina şewatan didome. Li Mêrsînê 6 tax hatin valakirin û li Hatayê jî hezar û 115 kes ji herêmê hatin tehliyekirin.
Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
Parlamantera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ku li herêma Bestayê ya lê daristan tên birîn lêkolîn kir, got: "Me qirkirina ekolojiyê li cihê cih lêkolîn kir. Em daxwaz dikin ku ev rewş bi dawî bibe."
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
Endamên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî dan çalakiya welatiyên Qilebanê ya li dijî lêgerîna madenê û gotin: “Em ê vê derê radestî sermayedaran nekin.”
Li Manîsayê 2 kes ji ber şewatan hatin girtin
Qismekê şewatên li navçeyên Alîaga û Bucayê yên Îzmîrê û ya li navçeya Somayê ya Manîsayê hatin kontrolkirin. Ji ber şewatê 2 kes hatin girtin.
Qirkirina daran a walîtiyê digot ‘hatiye sekinandin’ didome
Qirkirina daran a li Herêma Bestayê ku Walîtiya Şirnexê îdiaya "me da sekinandin" kiribû, hêj berdewam e.
Li Îzmîr û Aydinê şewat derketin
Li navçeya Karaburunê ya Îzmîrê û li navçeya Sokeyê ya Aydinê şewat derket. Di şewata li navçeya Dîkîliyê ya Îzmîrê de jî 7 avahî bi temamî şewitîn.
Şewata li Manîsayê di roja 2’yan de didome
Şewata duh li navçeya Somayê dest pê kirî di roja 2’yan de didome. Şewatên li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê û navçeya Bîgadîç a Balikesîrê jî hatin kontrolkirin.
Şêniyên gundê Mizakê: Em ê rê nedin talanê
Li gundê Mizak ê Licê tevî xetereya erdhej û hezazê jî xebatên lêgerîna madenê didomin. Welatiyên ku bertek nîşan dan gotin ku ew ê rê nedin talanê.
Li cihê erdhej û hezazan lêgerîna madenê
Di rapora pisporan a têkildarî madena sifirê ya li Taxa Mizakê yê Licê de hate gotin ku qad ji sedî 44 berjêr e û bal kişand ser xetereya “hezazê.” Parêzer Ahmet Înan got ku bi raporên pisporan hatiye belgekirin ku qada projeyê di asta yekemînde cihê erdhej û hezazê ye.
