Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
ÎSKÎ ku rêjeya tijebûnê ya bendavên li Stenbolê eşkere kir, ragihand ku li bajêr bi nêvengî rêjeya tijebûnê ya bendavan ji sedî 27.28 e.
HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
Sûlava Bêgiriyê piştî ku du santralên hîdroelektrîkê li ser wê hatin çêkirin, li ber ziwabûnê ye. Li herêma ku bi tevahî heşt santralên hîdorelektrîkê dixebitin, herikîna avê kêm dibe û cureyên masiyan bi tunebûnê re rû bi rû ne.
Li Pîranê şewat
Li navçeya Pîranê şewata li qadên bejahiyî yên 3 gundan çêbû, berbelav dibe.
Ji ber ziwabûnê randiman kêm bûye
Omer Bozkurt ku ji ber krîza aborî dest ji karê tekstîlê berda û titûnê diçîne, got ku ji ber ziwabûnê ew nikare berhema ku dixwaze bi dest bixe.
Muteahîdê ku bû sedema mirina 39 kesan li Zîlanê xwezayê talan dike
Salih Olmez, xwediyê Sevgi Apartmanê ya li navçeya Erdîşê ku di erdheja 2011'an de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi kana qûmê ya li ser Çemê Zîlanê çêkirî dest bi talankirina xwezayê kir.
Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin
Hişkesaliya ji ber kêmbûna baranê li Wanê çêbûye, bandor li golên Arçak û Şixkeyê ku wekî "bihûşta çûkan" têne binavkirin, kir.
Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
Li quntarê Çiyayê Dorşînê yê navçeya Pasûrê zêdetirî 20 roj in dar tên birîn. Dîmenên qirkirina daran a ji hêla cerdevan û hin kesan ve tên kirin, asta texrîbata li herêmê jî radixe ber çavan.
TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
TOKÎ’yê li herêmên Qelaçkê û Bulbulê yên li Taxa Îsmetpaşa ya navenda Şirnexê dest bi talankirina xwezayê kir û li heman herêmê hezar û 520 avahiyan çêdike.
Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
Xebatên madenvaniyê yên weke kanên keviran, şikandin-bêjandin, tesîsên betonê û hwd. ên li cihên nêzî Gola Wanê tên kirin, yekser gefê li hewza Gola Wanê û jiyana xelkê li herêmê dixwin.
Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
Texrîbata li Çiyayê Gabarê cara ewil ji hewa ve hate kişandin.
Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
Wan, bi projeyên 20 bendav û HES'an, 18 GES û 2 RES'an ên li pey hev, bi dorpêçkirineke qirkirina ekolojiyê re rû bi rû ye. Ev projeyên ku gefê li av, debara jiyanê û xwezaya herêmê dixwin, her roj bi awayekî jêneveger zirarê didin xwezayê.
Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
Şêniyên gundê Şernrexê ku ji ber dînamîtên di dema xebatên madenê ji aliyê Etî Bakirê ya aîdî Cengîz Holdîngê ve tên derxistin derx li xaniyên wan ketine, bertek nîşanî vê yekê dan.
Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê bi hinceta berfirehkirina rêyê, li Parka Newrozê bi ehan dar birî.
Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
Ji ber ku tesîsa dawerivandina ava bermayî kêm hatiye avakirin, ji sedî 70'yê ava kanalîzasyonê ya 8 navçeyan rasterast diherike Gola Wanê. Gol, her roj bi bermayiyên endsturî, biyolojîk, heywanan û qenalîzasyonan qirêjtir dibe.
