MED-DER qursên soranî dide dest pê kirin
Hevseroka MED-DER’ê Mîne Karakaş têkildarî kursên didin diyar kir ku ji xeynî kurmancî dê qursên soranî jî didin dest pê kirin. Karakaş, bang kir ku gel serî li kursên wan bidin û bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û binivisînin.
8 meh derbas bûne hîn jî îskeleya Keşîşxaneya Oşkiyê nehatiye danîn
Li Erziromê, ji bo restorekirinê Keşîşxaneya Oşkiyê ji bo 5 mehan dabûn ber îhaley. Bedêla îhaleyê milyon û 430 hezar TL bû. Lê belê di ser dema îhaleyê re 3 meh derbas bûne, hîn jî keşşxane nehatiye temamkirin.
Ji bo dengbêjiyê hildin Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê kampanya hat destpêkirin
Hunermenda kurd a muzîka operayê dike Pervîn Chakar ji bo dengbêjî hildin Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO li ser înternetê kampanya da destpêkirin.
Heger tevdîr neyên girtin wê dêra dîrokî hilweşe
Dêra Sûrp Sarkîs a ermenî, bi salan hat texrîbkirin, kevirên wê hatin firotin û bû hedefa defînegeran. Rûveyla Tûnç ku derbarê dêrê de lêkolîn kirin, got: "Heger dêr bi temamî hilweşe, wê hafize û bîrek winda bibe."
Bi kurdî simatiyyeya ewil: Beyana Xwarinan û Zewqên Wan
Di Wêjeya Klasîk a Kurdî de kesê ku bi nezmê pênaseya xwarinan kiriye û zewqên wan nivîsandiye Şêx Muhyedînê Hênî ye. Hênî, di sedsala 19'an de bi navê "Beyana Xwarinan û Zewqên Wan" simatiyyeyek nivîsandiye û tê de behsa gelek xwarinan û zewqên wan kiriye.
Pirtûka 'Ji Bo Zarokan Cografya'
Mamosteyê erdnîgariyê Mehmet Baran Aydin, ji bo zarokên kurdan bi navê "Ji Bo Zarokan Cografya" pirtûkek nivîsand.
Bi salane dengê Ahmet Kaya li wê kuçeyê olan dide
Li kuçeyek Wanê bi salane dengê Ahmet Kaya qet kêm nebûye. Ji serê sibê bi vekirina derabeyan re heta êvarê dengê Ahmet Kaya li kuçeyê olan dide.
Pirtûka bijîşkiya gelêrî ya kurdî 'Tibba Melayê Ervasî' kengî hatiye nivîsandin?
Di kurdî de heta niha di warê bijîşkiya gelêrî de pirtûka herî kevin a li ber destan "Tibba Melayê Ervasî" ye. Lê belê "Tibba Melayê Ervasî" kengî hatiye nivîsandin? Di gelek çavkaniyan û çapên bi alfabeya latînî yên vê pirtûka navbirî de, dema nivîsandina wê tê nîqaşkirin û hin malûmat tên dayîn. Herî dawî bi latînzekirin û amadekariya Mela Birhanê Tarînî ji Weşanxaneya Darayê derket û vê carê jî tê gotin ku di sedsala 14'an de hatiye nivîsandin.
Endamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bûn
Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê encamên 9’emîn Xelatên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere kir.
Dê Îlhamî Sîdar li Wanê bi xwînerên xwe re bê gel hev
Nivîskar Îlhamî Sîdar, dê li Pirtûkxaneya Lîlavê bi munasebata îmze û gotûbêjê, li Wanê bi xwînerên xwe re bê gel hev.
Tirşiya hinaran a Pirsûsê şîfa ye
Jinên ku hinarên bi nav û deng ên Pirsûsê dikin tirşî, bang li her kesî kirin ku ji dêvla berên li marketan tên firotin, berên xwezayî tercîh bikin.
'Kurdên Xorasanê li pişta rojavayiya ne
Hunermend, helbestkar û xwendekarên horasanî, ji bo Rojava şahiyek li dar xistin û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava şermezar kirin. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku wekî Kurdên Horasanê piştgiriyê didin berxwedana Rojava.
37 sal şûnde hevpeyvînek bi Yilmaz Guney re derket holê
Piştî çend salan berdewama hevpeyvîna ku di sala 1982'yan de bi Yilmaz Guney re hatibû kirin derket holê. Berdewama hevpeyvînê di nav arşîva produktorê belgefîlman Suleyman Ozdemîr de ye. Guney, di berdewamiya heypeyvîna xwe de fîlmê xwe yê bi navê "Yol" (Rê), pirsgirêka kurd û jina dinirxîne.
Wê kurdên Xorasanê 'Pêşbirka Wêjeyê ya Milwarî' li dar bixin
Kurdên Xorasanê bi navê "Milwarî" pêşbirkeke wêjeyê li dar dixin. Tê payîn ku ji parçeyên Kurdistanê kurd serî li vê pêşbirkê bidin.
Li Begiriyê mêvanxane û pirtûkxaneya jinan hat vekirin
Li navçeya Begiriyê Mêvanxane û Pirtûkxaneya Jinan a Ayşê Şan hat vekirin.