Li Sûrê 850 zarokî 'Pîrê û Rovî' temaşe kir
Di çarçoveya şahiya şanoyê ku ji aliyê Şaredariya Sûrê ve ji bo zarokên paşwendî 5 rojan hat lidarxistin de 850 zarokan “Pîrê û Rovî” temaşe kirin.
Pirtûkên xwendin û nivîsandina Kurdî rastî eleqeyek mezin hat
Di 38'emîn Pêşengeha Pirtûkan a TUYAP a Stenbolê de herî zêde pirtûkên gramera Kurdî a xwendin û nivîsandinê eleqe dît.
Aykol û Ondeş li TUYAP'ê bi xwînerê xwe re hatin cem hev
Rojnameger Huseyin Aykol, bi pirtûka xwe ya “İlginç Zamanlarda Yaşamak” û nivîskar Muharrem Ender Ondeş bi pirtûka xwe ya "Yüksek Bir Gönül Makamına" di pêşengeya TUYAP’ê de bi xwînerê xwe re hatin cem hev.
Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
Qeydên atolyeyên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin. Komele, bi pêşengiya 7 ciwanan hatiye avakirin û li Qoser a Mêrdînê ye.
Qeymeqamê Hopa destûr neda lîstika Levent Uzumcu derkeve ser dikê
Qeymeqamê Hopa destûr neda ku lîstika Levent Uzumcu ya "Ev çîroka tê vegotin ya te ye" derkeve ser dikê.
Bi keviran dest pê kir niha minyaturan çê dike
Metîn Dogrûkartalê ku di zarokatiya xwe de bi kevirên nerm hin fîgur çê kirine, niha bîbloyên minyaturî yên cihwarên dîrokî yên Qersê çê dike.
Li dijî pişaftinê bi kurdî beşdarî pêşbirka tirkî bû
Helbestvanê girtî Erd.Agron bi dosyaya kurdî ya helbestê ya bi navê "Dîwan" beşdarî 23’emîn Pêşbirka Xelata Helbestan a Behçet Aysan bû. Argon têkildarî serdana xwe ji Lijneya Hilbijartinê re nameyek şand têde ev tişt nivîsand: "Ez ne daxwazkarê xelatê me. Tevlîbûna min, li dijî cemeeta wêje û hunerê ku ziman û wêjeya kurdî terkî bîrdoziya serdest kiriye çalakiyeke û li dijî nêzikbûna her cûre pişaftin û xwe-pişaftinê îttîrazeke."
Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû. Dê gelek lîstik bên nîşandan.
Rojnameger Akyol bi xwînerên xwe re tê gel hev
Rojnameger Huseyîn Aykol, bi pirtûka xwe ya “Îlgînç Zamanlarda Yaşamak” ku mijara wê çapameniya kurd e, roja yekşemê saet di 14.00'an de bi xwînerên xwe tê gel hev.
Çapa ewil a pirtûka 'Alîkariya Destpêkê' qediya
Çapa ewil a pirtûka "Alîkariya Destpêkê" qediya. Nivîskarê pirtûkê Dr. Erdal Sîpan, ji bo pirtûka xwe got: "Ji bo her malekê alîkariya destpêkê."
101 sal berê îro: Kovara JÎN derket
Di dîroka wêje û çapemeniya Kurdî de gelek kovar hatin weşandin. Yek ji van Kovaran jî, Kovara JÎN bû. Kovar JÎN 101 sal berê îro di 7'ê Mijdara 1918'an de dest bi weşanê kir û 25 hêjmar hatin çapkirin.
'Ji bo xwedî derketina kurdî divê pirtûkên kurdî bên xwendin
Weşanxaneyên kurdî ku tevlî 38'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê bûne û eleqeyek kêm ji bo pirtûkên wan heye, diyar kirin ku ji bo xwedî derketina li kurdî divê pirtûkên kurdî bên xwendin.
Pirtûka Hamît Geylanî ya derbarê têkoşîan Şêx Ubeydullahê Nehrî derket
Serokê Giştî yê BDP'ê yê berê Hamît Geylanî ku têkoşîna Şêx Ubeydullahê Nehrî kir pirtûk, anî ziman ku xwestiye xwendevanan ber bi salên destpêkê yên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ve bibe.
Zrîng li pêşengeha pirtûkan a Stenbolê li benda xwînerên xwe ye
Hêjmara 2'emîn a Kovara qerfî ya Kurdî Zrîng, li ser standên 38'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Stenbolê cihê xwe girt û li benda xwînerên xwe ye.
Hejmara 2'emîn a 'Zrîngê' derket
Hejmara duyemîn a xêzekovara bi kurdî "Zrîng" derket. Edîtorê kovarê Dogan Guzel, got ew ê naveroka kovarê bi çîrokên hîn xurtir dewlemend bikin.