Sibê dê Ferhenga Têgihên Hiqûqê bê danasîn
Ferhenga Têgihên Hiqûqê bi dawî bû û sibê ji bo ferhengê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Amedê dê resepsiyona danasînê bê dayîn.
'Wê xebatên me hêviyê xurtir bikin'
Endamê Desteya Şêwirê ya Tora Çand û Zimanan Şefîk Beyaz, diyar kir ku berpirsiyariyên wan hene û got: "Wê xebatên me hêviyê xurtir bike".
Mikaîl Aslan: Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye
Hunermendê dersimî Mikaîl Aslan, bi awayekî tund bertek nîşanî serladana ji bo rakirina peyker û navê Seyît Riza da û ev tişt got: "Ne Perînçek û ne jî durûyên di nav me de nikarin roniya heqîqetê ya diçirise tarî bikin. Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye."
Bernameya 2'mîn Rojên Wêjeya Kurdî diyar bûn
Êlih, wê di navbera 25-29'ê Kanûnê de malovaniya 2'mîn Rojên Wêjeya Kurdî bike. Di çarçoveya bernameyê de wê helbest bên guhdar kirin û panel û gotûbêj bên sazkirin.
Çîrokên Demîrtaş kirin lîstika şanoyê
Ji pirtûkên Seher û Devran ên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş, 4 çîrok kirin lîstika şanoyê.
Di pêşengeha ‘Jûra Bîrê’ de balê dikişîne ser bîra 100 salî
Hunermend Ahmet Guneştekîn bi navê “Odeya Hafizayê-Jûra Bîrê” pêşengehek vekir û ev pêşengeh bîra 100 salî ya Tirkiyê didarizîne. Hunerhez bi kêfxweşiyê diçin temaşeya pêşengehê û berhemên li vir gelek diecibînin.
M. Çiya Mazî 2 pirtûkên nû li berhemên xwe zêde kir: Tebatî û Bayê Zewêdiyan
Nivîskar M. Çiya Mazî, 2 pirtûkên nû li berhemên xwe yên çapkirî zêde kir. Pirtûkên "Tebatî" (Çîrok) û "Bayê Zewêdiyan" (Helbest) ji hêla Weşanxaneya Berbang ve hatin çapkirin.
Bi xaliyan çenteyan, bi kundiran çirayan çê dike
Li Rêya Armûşê Mûrat Demîr, xalî û tejikên ku 20 sal in berhev dike wan dike çente, heybe û kilîdank; kundirên ku li baxçê xwe jî diçîne dike çira.
Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye
Siyasetmedar Mahmût Alinak ku pirtûka wî ya bi navê “Mehmet Tûnç û Bêkes” hat qedexekirin, got: "Ev pirtûk wesîqeyeke îbretê ye. Wê nikaribin rê li ber vê pirtûkê bigirin."
Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
Ma Muzîkê, bi şahiya muzîkê danasîna pirtûka “Me ji stranan pirek çêkir” kir. Kordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar bal kişand ser pişaftina li ser ziman û got: “Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin.”
Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
Nivîskar Firat Cewerî, anî ziman ku ligel polîtîkayên asîmlasiyonê hemûya dîsa jî kurdî hebûna xwe didomîne û got: "Xwendin, nivîsandin û axaftina bi kurdî, serîrakirin e."
Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
Xana Kurkvana ku wargeha çermvanan bû wêran bûye. Berê li xanê 80 çermvan hebûn, lê belê niha tenê 4 esnaf mane û ji van esnafan ê herî biçûk 62 salî ye.
Ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê hunermendên dewletê hatin peywirdarkirin
Sendîkaya Kedkarên Çand, Huner û Turîzmê, bi van gotinan, 'Tê xwestin ku, hunermend, kom û koroyên dewletê yên berpirsyariya wan a xizmet dayîna gel heye, bikin lîstika qesrê.' bertek nîşanî peywirdarkirina hunermendên dewletê ya ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê da.
Ma Muzîkê ji stranan pirek çêkir
Ma Muzîkê, pirtûka “Me ji stranan pirek çêkir” a ku bi zaravayên kurdî yên kurmancî, kirmanckî û soranî û bi zimanê ermenkî û tirkî 25 stran têde hene, amade kir. Di pirtûka ku 10 kesan amade kiriye de 6 stran ên gelerî ne û 19 stran jî nû hatine amadekirin.
Ergul: Divê parazvanên jiyanê ji bo Heskîfê dengê xwe bilind bikin
Nûnerê Hewldana Jiyandina Heskîfê Alî Ergul, anî ziman ku her diçe bandora rûxîner a Bendava Ilisûyê zêde dibe û got: "Em israra dewletê dibînin, lê belê divê parazvanên jiyanê careke din dengê xwe bilind bikin."