Kovara ‘Kirik Saat’ bi sernivîsa Tahîr Elçî dest bi weşanê kir
Kovara çand, wêje û ramanê Kirik Saat bi hejmara nû dest bi weşana xwe kir. Kovar bi sernivîsa nivîsên Tahîr Elçî ku beriya bê qetilkirin nivîsandiye pêk tê û xwe digihîne ber destê xwîneran.
Wênesazên jin kuçeyên Sûrê bi wêneyan dixemilînin
Wênesazên jin kûçeyên Sûrê bi wêne ango fîgûrên Dengbêj Fatma Îsa û Şahmeran û gelek wêneyên din xemilandin.
Wesiyeta dengbêj Mihemedê Xato: Xwedî li dengê min û dengbêjiyê derkevin
Dengbêj Mihemedê Xato (Holî) yê bi dengê xwe yê xas û kilamên xwe tê nasîn û ku meha bihûrî jiyana xwe ji dest da wesiyet kir ku xwedî li deng wî û dengbêjiyê bê derketin.
Li Mêrdînê kevneşopiya rez berdanê dewam dike
Welatiyên li herêma Zinnar a Mêrdînê dijîn, bi hilbijartina tirî kevneşopiya çêkirina benî, bastiq û dimsê dewam dikin.
Civata ronakbir a navneteweyî kampanya piştevaniya kurdan da destpêkirin
Kesên ku li seranserê Cîhanê bi nav û deng in li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi peyama "Em li gel kurdan e" kampanyeke piştevaniyê ya navneteweyî dan destpêkirin.
'ku helbestvan bixwaze dikare sewta Zîndana Amedê...'
Pirtûka ewil a helbestvan Selam Çinar a bi navê “ku helbestvan bixwaze” ku tenê ji helbestekê pêk tê ji Weşanên Wardozê derket.
Amûrên çandiniyê ji nûve bi teşe dike
Enver Bazir ê li navçeya Pertagê dijî amûrên salên berê di karên çandinî û malê de dihatin bikaranîn ji nûve şekil didê û çêdike.
Fanzîna 'flashhilat' ji bo piştgiriya Rojava di hejmara 9'an de bi navê 'flashava' derket
Fanzîna fotografiyê "flashhilat", di hejmara xwe ya 9'an de bi navê "flashava" derket. Edîtorî ji bo hejmara 9'an a bi navê "flashava" dibêje: "Em bi bakur, başûr, rojhilat û rojavayê xwe hene. Fanzîna me ya ji fotografîyê dinizile jî di hejmara 9'an de navê xwe ''flashhilat''ê diguherîne û dike 'flashava'."
10'emîn Mihrîcana Filmên Kurd dest pê dike
10'emîn Mihrîcana Filmên Kurd ku wê li Hambûrgê bê lidarxistin, di 30'ê Cotmehê de dest pê dike
Hunermend: Li dijî şer ne dema bêdengiyê ye, dema qêrînê ye
Hunermendên li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanya îmzeyan a “Em şer rawestînin" dan destpêkirin gotin: "Huner cîhanê xweşik dike. Şer cîhanê qirêj dike" û xwestin her kes li dijî şer bêtir dengê xwe bilind bikin. Hunermendan anîn ziman ku ev dagirkerî ye.
Dogan li kolanek Londonê wêneyê Berxwedana Rojava xêz kir
Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan li kolanên Londonê wêneyê Berxwedana Rojava xêz kir.
Derhênerê fîlmê 'Gorulmuştur': Tirkiye bûye girtîgeh
Derhênerê fîlmê "Gorulmuştur" Serhat Karaaslan, destnîşan kir ku welta veguheriye girtîgehekê û got, ji ber tirsa hatiye berbelavkirin mirov êdî naçin fîlman jî temaşe nakin.
Bi newayên Mezopotamya û Anatoliyê derketin ser dikê
Koma muzîkjenan Anadolu Quartet ku li Nisêbîn û Êlihê ji ber şer konsera xwe betal kir, li Amedê konser li dar xist. Di konserê de dengê awaz û stranên kurmancî, ermenkî û tirkî bilind bû.
Nerazîbûna dengbêjan a ji bo şer: Em dengê xwe bilind bikin
Dengbêjan jî nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xwesr a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û bang li hunermendan kirin ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin.
Zarokan bi çîrok û xêzkirinê mafên xwe vegotin
Li Amedê 20 zarokên dezavantaj bi xêz û çîrokên xwe bi pirtûka “Mafên Zarokan” vegotin. Pirtûkê di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girt û dê di 20’ê cotmehê ji bo pirtûkê roja îmzeyan bê lidarxistin.