Xêzevanê Zrîngê Mam Cîcî: Ziman pêwistiya dewama jiyanê ye
Xêzevanê Zrîngê Mam Cîcî: Ziman pêwistiya dewama jiyanê ye

Yek ji xêzevanê Kovara Zrîngê Mam Cîcî diyar kir ku ew girseyek tune ye ava dikin û got: “Ziman pêwîstiya dewamkirina jiyanê ye.”

Li Qoserê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya vekirin
Li Qoserê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya vekirin

Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya hat vekirin. Gelek kes beşdarî vekirinê bûn.

'Em ê tawiz ji helwesta xwe ya hunerî nedin'
'Em ê tawiz ji helwesta xwe ya hunerî nedin'

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo şahiyeke xwe gazî hunermend Îlyas Arzû û Kadîr Çat kiribû. Lê belê Walîtiya Êlihê bi hinceta 'qeydên wan ên sûcî' hene nehişt her du hunermend derkevin ser dikê. Hunermendan got: "Lê em ê tawiz ji helwesta xwe ya hunerî nedin."

Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ava bû
Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ava bû

Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê hat avakirin. Hevserokê komeleyê Eyup Guven, anî ziman ku ew ê di warê çapkirina berhemên nivîskarên nû de alîkariyê bikin.

Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Kanûnê aşkere kir
Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Kanûnê aşkere kir

Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Kanûnê aşkere kir

Hejmara 3'yemîn a 'Zrîng' derket
Hejmara 3'yemîn a 'Zrîng' derket

Hejmara sêyemîn xêzekovara bi kurdî "Zrîng" derket.

Li Wanê şahiyek ji bo Arjen Arî tê lidarxistin
Li Wanê şahiyek ji bo Arjen Arî tê lidarxistin

Bi boneya ku cara ewil hemû helbestên Arjen Arî weke set hatin çapkirin, ji aliyê Weşanên Sor û Kovara Dilop ve li Wanê panelek bi navê ‘Helbesta Arjen Arî’ dê bê lidarxistin.

Dêr di nav kavalên şaredariyê de maye
Dêr di nav kavalên şaredariyê de maye

Li Erziromê dêra ermeniyan di nav kavalên şaredariyê de ma.

Deverên dîrokî bûne wargeha defînegeran
Deverên dîrokî bûne wargeha defînegeran

Li navçeya Gêlê deverên dîrokî, hem wekî axurê heywanan tên bikaranîn hem jî defînegeran ew kirine wekî kunên xiltan.

Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir
Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir

Serlêdanên ji bo 7'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ku ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî bê sazkirin dest pê kir.

Mîkaîl Aslan li Êlihê konser li dar xist
Mîkaîl Aslan li Êlihê konser li dar xist

Hunermend Mîkaîl Aslan li Êlihê derket ser dikê strî û got divê her kes xwedî li ziman û çanda xwe derkeve.

Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Ceza dest pê kir
Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Ceza dest pê kir

Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Ceza ku bi mijara "Ji Herkesî re Adalet" di çarçoveya Rojên VîsîonIST Endustriyê de tê sazkirin, dest pê kir.

‘Egîdê Cîmo û radyoyên Êrîvan û Bexdayê muzexane ne’
‘Egîdê Cîmo û radyoyên Êrîvan û Bexdayê muzexane ne’

Li Amedê gotubêjek li ser çanda radyoyên Êrîvan û Bexdayê pêk hat. Lêkolîner Zeynep Yaş got her du radyo kirin ku muzîka kurdî winda nebe. Muzîkjen Şêrko Kanîwar jî got divê zarokên kurd li ber stran û klamên kurdî werin mezinkirin.

Kawa Nemir: Kurdî, xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye
Kawa Nemir: Kurdî, xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye

Kawa Nemir ku operaya "Tosca" ya bestekarê îtalî Gîacomo Pûccînî, wergerand kurdî, diyar kir ku kurdî, ne ku bi tenê opera, lê xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye. Her wiha Nemir, got: "Toscaya Pûccînî, berhema diyarê Îtalyayê, û kilama navdar a welatê Kurdistanê, Saliho û Nûrê, ji layê babeta xwe ve pir dişibine yek û din."

Derhênerê ‘Ne qeza ye, cînayet e': Şerma dewletê dê di dîrokê de cih bigire
Derhênerê ‘Ne qeza ye, cînayet e': Şerma dewletê dê di dîrokê de cih bigire

Derhênerê belgeîlma "Ne qeza ye, cînayet e" Fatih Pinar, diyar kir ku wî arşîvek xist nava rûpelê dîroke û wiha got: "Ev cînayet şerma îqtîdar, dewlet, daraz û hikûmetê ye. Ev şerma dewletê dê di nava rupelên dîrokê de cihê xwe bigire."

< 131 132 133 134 135 > Rupel 133 / 183