Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên mîtîngên 1’ê Gulanê hatin aşkere kirin. Li her 3 bajaran jî ji bo tevlîbûna mîtîngan bang hate kirin û wiha hate gotin: “Têkoşîna me wê vê pergalê biguherîne.”
Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum bertek nîşanî êrişa polîsan a li ser daxuyaniya 1’ê Gulanê da û wiha got: “Hûn çiqas êriş dikin bikin lê dîsa jî dê li her devera Tirkiyeyê 1’ê Gulan bi tevlibûneke xurt were pîrozkirin.”
KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
KESK’a Amedê çalakiya heftane ya ji bo ku endamên wan vegerin karê xwe li dar xist û xwest pêkanînên li ser hevalên wan bi dawî bibin û vegerin karên xwe.
Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
Berdevka Platforma Şaxan a Stenbolê ya KESK'ê Koçak, diyar kir ku pêvajoya heyî di warê têkoşînê de pêvajoyeke girîng e û got, dê jin bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê bên 1'ê Gulanê.
Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê 1’ê Gulanê li Qada Cumhuriyetê bi mitîngekê pîroz bikin.
Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
Rêxistina HDP’a Dêrsimê aşkere kir ku wê 1’ê Gulanê li Qada Seyît Riza pîroz bikin.
HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Garo Paylan teklîfa qanûnê ya partiya xwe bi civîneke çapameniyê aşkere kir û diyar kir ku ji bo kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL, teklîfa qanûnê dane Meclisê.
Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû, diyar kir ku bi dirûşma "Em ê bi hev re buguherînin" amadekariyên 1'ê Gulanê dikin û îsal dê li qadan dengê "wiha nabe" yê kedkar û kedkaran bilind bibe û got: "Em ê mil bi mil, bi hev re têkoşînê bilind bikin."
Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
Îbrahîm Bozkûrt ê li Êlihê di tankereke vala de karê qeynakê dikir, di teqînê de jiyana xwe ji dest da.
SES’ê plana xwe ya çalakiyên biharê aşkere kir
SES a ku girêdayî KESK’ê ye, bal kişand ser pirsgirêkên ku kedkarên tenduristiyê dijîn û çalakiyên xwe ku dê li dijî polîtîkayên mijûlkirinê yên hikumetê di mehên Nîsan û Gulanê de li dar bixin aşkere kirin.
Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite
Derket holê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ku di destê AKP’ê de ye, di sala 2021’an de bi rêbaza temînkirina rasterast, 50 milyon û 500 hezar TL xerc kiriye û bi vê yekê re pêvajoya îhaleyê bi tevahî ji holê rakiriye.
Şaredariya Artûklûyê ji elektrîkvan eşyayên diyariyê, ji aşxaneyê asfalt stendiye!
Di Rapora Venêrînê ya 2021'ê ya Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î de bi dehan bêusûlî hatin tespîtkirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku şaredariyê ji aşxaneyê asfalt, ji elektrîkvan jî eşyayên diyariyê stendine.
Krîza aborî firotina ava sûse jî kêm kir
Krîza aborî bandor li firotina ava sûsê ku di meh in germ tê vexwerinê jî kir.
Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema krîzê pirsgirêka kurd e
Gundiyên li navçeya Bismilê, derbarê bandora krîza aborî ya li ser xwe de axivin û destnîşan kirin ku qrîzeke kur aborî li welat heye û weke sedem jî pirsgirêk kurd nîşan dan.
Li Stenbolê 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê were pîrozkirin
Rêxistinên pîşeyî ku têkildarî 1’ê Gulana li Stenbolê pêk were daxuyanî dan, diyar kirin ku 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê pîroz bikin û banga tevlîbûnê kirin.