Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
Koçerên çûne Qerejdaxê dibêjin ku ji ber nebarîna baranê xêrûbera giya û salê kêm e û ev yek dibe sedema ku şîr û penêr hindik be û ji ber hişkesaliyê ew ê zû ji herêmê bar bikin.
Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê belavok belav kirin.
Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
Serokê Şaxa Sendîkaya Pertol Îş a Êlihê Veysel Kartal diyar kir ku dê 1’ê Gulanê li Parka Ataturkê bi girseyî pîroz bikin û wiha got: “Em ê li dijî pêşkeşkirina çavkaniyên welêt a ji bo çend sermayedaran, di 1’ê Gulanê de dakevin qadan.”
Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
Hilberînerên mişmişan ku îsal qeşayê li mişmişê wan da û bi mexdûriyeteke mezin re rû bi rû ne, daxwaz kirin ku li gorî tapoyan tespîta xesara wan bê kirin, deynê wan bêfaîz bê taloqkirin, ji bo ketana çandiniyê OTV û KDV bê rakirin û banga piştgiriyê kirin.
Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
Nûnerên jin ên partiyên siyasî, diyar kirin ku dê di 1'ê Gulanê de daxwazên xwe yên li dijî betalî, kedxwarî, şer û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bînin ziman û gotin: "Ji Newroza bihara gelan, ber bi bihara karkeran 1'ê Gulanê ve."
Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin
Rêxistina HDP’a Mêrsînê û Rêxistina DBP’a Wanê banga tevlibûna 1’ê Gulanê Cejna Karkeran kirin û got divê her kes li dijî şer û mêtingeriyê helwesta xwe nîşan bide.
Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da
Li Şirnexê di Kana Komirê ya Jimara 6’an de di qezaya kar de ku rûda, karkerek jiyana xwe ji dest da.
'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
Berdevkê Demê yê KESK’a Amedê Sîraç Çelîk diyar kir ku ew ê li dijî şer û mêtingeriyê li qadan bin û ew ê peyamên ku bi milyonan kesî di Newrozê de da dê li qadên 1’ê Gulanê jî van peyaman bidin.
1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
Nûnerên ode, sendîka û partiyên siyasî yên li Wanê destnîşan kirin ku polîtîkaya derve ya desthilatê xizaniyê kûrtir kiriye û gotin, dê 1'ê Gulanê bi ruhekî dijberî şer pîroz bikin.
Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
Li Semsûrê cotkarên ku dest mi haziriya çandina tûtinê kirine, diyar kirin ku hikûmet bi qanûna ku derxistiye pişta cotkaran şikandiye û xwestin dawî li kooperatîfvaniyê bê.
'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
Serokê Genel-Îş'a Mêrsînê Kemal Goksoy, diyar kir ku dê di 1'ê Gulanê de li Mêrsînê daxwazên xwe bi meşekê bînin ziman û got: "Ev pergal wisa nabe, werin em bi hev re biguherînin."
Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan diyar kir ku wê coşa Newrozê û 8’ê Adarê veguhêzin qada Mîtînga 1’ê Gulanê û bang li gel kir ku li dijî “faşîzmê” têbikoşin.
Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
Rêveberên HDK’ê û HDP’ê di çarçoveya xebatên 1’ê Gulanê de li navçeya Esenyûrdê meş li dar xistin û xelkê vexwendin mitînga 1’ê Gulanê.
Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
Sewalvan Yûsûf Solak ku got fiyeta lîtreya avê bi 8 TL û ya şîr bi 5 TL'yan e û sewalvanî li ber qedandinê ye, ji lew re 45 hezar TL mesref kiriye lê 12 hezar TL bi dest ketiye.
Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
Li Meletiyê hilberînerên mişmişan bandor ji sermayê girtin. Cotkaran xwest herêm wekî "Herêma Afetê" bê îlankirin û deynên wan bêfaîz bên taloqkirin.