ÎSÎG: Di 3 mehan de 347 karker jiyana xwe ji dest dane
ÎSÎG: Di 3 mehan de 347 karker jiyana xwe ji dest dane

Meclisa ÎSÎG’ê rapora cînayeta karkeran a sê mehên ewil ên salê weşand. Li gorî raporê di van sê mehan de 347 karker mirin e.

Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat

Li Amedê, em li malbata Kavmaz bûn mêvan û şahidiya ferqa di navbera sifreya gel û sifreyên ku rayedarên desthilatê li wan dibin mêvan kir. Ayşe Kavmaz, derbarê mijarê de rewşê bi pirsan wiha anî ziman: "Ev e halê me yê baş? Başî ev e? Wekhevî tune ye, her kes wekhev najî. Sifreya me û dewlemendan ne wekhev e."

Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne

Koçerên Qerejdaxî hêdî hêdî berê xwe didin cihên bilind û hênik. Koçeran bal kişand ser fiyetên zozanan û yê êm û gotin: "Ger wisa biçe dê sewalvanî nemîne."

Li Rihayê avê nadin cotkaran
Li Rihayê avê nadin cotkaran

Cotkarên li Rihayê diyar kirin ku DSÎ, DEDAŞ û Yekitiya Avdaniyê wan tengav kirine û avê nadin eraziyên wan çandine. Coktaran bi nîşandana baqên genim ku hişk bûne, rayedaran prostesto kirin.

Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin

Hevserokê SES'a Amedê Şiyar Guldîken, ji bo çareserkirina meseleya guhertina cihê xebatkarên Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê bang li Walîtiya Amedê û Wezîra Polîtîkayên Malbat û Xizmetên Civakî kir û ev tişt got: "Angaştan ronî bikin û rastiya meselê ji raya giştî re parve bikin."

‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'
‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'

Welatîyên Amedê ji ber krîza aborî gilî û gazinên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji ber bihabûnê êdî ew nikarin tirşikê jî çêkin.

'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'
'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'

Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê xwest kedkarên ku hatine îxrackirin cardin vegerin ser karên xwe.

Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye

Teqawid dê li dijî şert û mercên birçîtiyê ber bi Enqereyê ve meşekî li dar bixin. Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Tum Emeklî-Senê Îshak Kocabiyik diyar kir ku xizaniya teqawidan tercîha desthilatdariyê ye.

Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan

DÎSK, KESK, TMMOB, TDB û TTB’ê bi daxuyaniyeke hevpar bang li hemû kesî kirin ku di 1’ê Gulanê de bi coşeke mezin dakevin qadan.

Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin

Prof. Dr. Ahmet Şahînoz diyar kir ku sedema bingehîn a qeyrana aboriyê, polîtîkayên desthilatdariyê ne û wiha got: “Ji bo ku aborî bi ser xwe ve bê, ne wezîr lê divê polîtîka bê guherandin.”

Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!

Li Dersimê sewalvan Mehmet Taçyildiz, anî ziman ku ji ber krîza aborî sewalvanî êdî bûye eziyet.

2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!

Asker Kiliç ê 30 sal in li Dêrsimê karê sewalkariyê dike diyar kir ku ji ber bihabûna êm 2 çêlekên wî ku di destê wî de mane neçare bifiroşe.

Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir

Şaredariya Wêranşarê ku bi kirîna simîtan a bi 80 hezar TL'yî ya di salekê de hat rojevê, derket holê ku di 10 mehan de bi 260 hezar 544 TL'yî ji bo Miduriyeta Polisan a Navçeyê wesayît kirê kiriye.

'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'

Amediyan destnîşan kir ku ji ber qeyrana aborî êdî Remezan ne Remezana berê ye û diyar kirin ku hejmara kesên "koliyên Remezanê" belav dikin jî kêm bûne.

Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin

Masîvanên li perava Karadûvarê anîn ziman ku ji ber bihabûna mazotê û fiyetên amûrên ew bi kar tînin wekî berê nikarin biçin masiyan û masîvan kelekên xwe difiroşin.

< 78 79 80 81 82 > Rupel 80 / 245