Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
Li Amedê bi hezaran karker û kedkar ref bi ref ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê dimeşin Qada Îstasyonê.
Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
Ji Qersê ta Edîrneyê li dehan bajar û navçeyan kedkar û karker li dijî şer û pergala kedxwariyê diherikin qadên 1’ê Gulanê û dibêjin ku dê pergala kedxwariyê hilweşînin. Bi hezaran karker û kedkaran mil dan milên hev û bi dirûşmên yekitî, piştevanî û têkoşînê qadên 1’ê Gulanê dadigirin.
Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
Tevî astengiyan jî gelek karker, kedkar û xwendekaran xwest biçin Qada Taksîmê. Polîsan êrişî kesên xwestin biçin Taksîmê kirin û gelek kesan binçav kirin.
Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu ya ku tacegul danî Qada Taksîmê got: “Qada 1’ê Gulanê, Qada Taksîmê ye.”
Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
Waniyên ku ji bo danûstendina cejnê diçin sûkê û destvala vedigerin malê gotin: "AKP, cejn jî nehiştine."
Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
Cejna Karkeran 1’ê Gulanê dê li gelek navendan bi mitîngan bê pîrozkirin. Amadekariyên mitîngan qediyan û cihên mitîngan diyar bûn.
Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
Welatiyên ku her sal di serê meha Gulanê de pezê xwe dibin zozanan, ji ber operasyonên eskerî yên li herêmê diqilqilin. Hîkmet Dara ku debara xwe bi sewalvaniyê dike got: "Me asteng jî bikin, me bigirin jî û me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan."
Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
Rihayiyan anî ziman ku êdî nikarin ne kulîçeyan ne jî şekirên cejnê bikirin û gotin, wê vê cejnê bê şekir û kulîçe derbas bikin.
Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
Saziyên sivîl ku pêşengiya pîrozbahiya 1’ê Gulanê dikin li Kazanci Yokuş, Şîşhane û Kadikoyê qurbaniyên 1’ê Gulanê bi bîr anîn.
Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
Nûnerên sendîkayan li Amedê ji bo bangawaziya 1’ê Gulanê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre îxanet” meşiyan û hemû kes li dijî şer vexwendin mitînga 1’ê Gulanê ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.
Kîsek şekir bûye 900 lîre!
Malbata Herman 50 sal in bi firotina şîrînahiyê debara xwe dike. Malbat dibêje ji ber krîza aborî êdî nema ew karê xwe bikin. Malbatê got par 50 kîlo şekir bi 200 lîreyî bû lê îsal derketiye 900 lîreyî.
Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
Nûnerên rêxistinên kedê û karkeran banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê kirin û xwestin her kes bi têkoşîna hevpar li dijî şer rabe.
Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
Gorkem Ozdal anî ziman ku krîza aborî û polîtîkayên şer sewalvanî qedandiye û çareserî di pergala demokratîk de ye
Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
Konfederasyonên sendîkayan bal kişandin ser bêkarî, xizanî û bêhiqûqiyê û bang li hemû rewşenbîr, hunermend û kesên kedkar, aştîxwaz û azadîxwaz kirin ku di 1’ê Gulanê de li gel wan biherikin qadan.
Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
Nebatên ji hev cuda ku li çiyayên bilind ên navçeya Geverê şîn dibin, li tezgahan cihê xwe girtin.