Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
Li Mêrdînê, di encama hilweşandina îskeleyê de 2 karker birîndar bûn.
DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
Lijneya Serokan a DÎSK’ê ji bo 1’ê Gulanê bang kir û wiha got: “Ji ber qeyrana giran a aboriyê karker, kedkar û cotkar hîn xizantir bûne. Bi têkoşîna xwe em dikarin vê pergalê biguherînin. Banga me ji her kesî re ew e ku beşdarî çalakiyên 1’ê Gulanê bibin.”
TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
ENAG’ê daneyên dawî yên enflasyonê par vekir û got ku ji sedî 142,63 ye. Di heman demê de TUÎK’ê jî enflasyon weke ji sedî 61,14 ragihand.
Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
Serokê Komeleya Cotkaran Mîkaîl Erbey, destnîşan kir ku ji ber zêdebûna maliyetan êdî dê cotkar ji neçarî ji bo kar biçin ber Îş-Kûrê û têkevin dorê û got: "Mazotê pişta cotkaran şikand."
Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
Li Wanê Mûrat Saîd Yaşar, ji ava Gola Wanê 18 cure sabûn çêdike.
'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
Waniyan diyar kir ku beriya meha Remezanê hemû tişt li ser hev du biha bûne û gotin, ev pirsgirêk dê bi çûna îktidarê çareser bibin.
Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
Karkerên endamên Enerjî Senê di kêliya ku li ber Midûriyeta Giştî ya Ceyranê ya Başkentê daxwazên xwe dianîn ziman, hatin binçavkirin.
Karkerê ji ser banê fabrîkeyê ket jiyana xwe ji dest da
Li Rihayê karkerê montajê Sedat Aslan ê ji ser banê fabrîkeyekê ket, jiyana xwe ji dest da.
Li Rihayê bi salan e heqdesta karkerên înşeatê wek xwe ye
Karkerên înşeatê yên bandor ji krîza aborî digirin, heqdesta wan a 9 saetan 150 TL ye. Karkeran bilêv kir ku bi salan e heqdesta wan wiha ye û bal kişandin ser têkoşîna rêxistinbûyî.
Fîncanci: Heke demokrasî nebe tenduristî jî nabe
Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku daxwazên ku pêşkeşî meclisê kiribûn hatine redkirin û wiha got: “Bi tunehesibandina demokrasiyê re kesek nikare jiyaneke mirovane bîne vî welatî. Heke demokrasî nebe, tenduristî jî nabe.”
‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
Cîgira Hevserokên HDP’ê yên Giştî ya ji Komîsyona Kedê berpirsyar Şaziye Kose diyar kir ku ji bo binpêkirinên mafan ên karkerên bi pergala esnaf-kurye dixebitin dijîn ji holê bên rakirin, teklîfa qanûnê dan Meclîsê û xwest ku binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin.
Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
Xelkê Rihayê ji bo ku birinc, lobî û nîskên erzan ku TMO’yê difirot bikire, bi saetan di rêzê de ma. Yek ji welatiyên di rêzê de disekiniya Omer Çoban wiha bertek nîşan da: “Ma ev insanetî ye? Ew li qesran dijîn. Halê me jî ev e. Ji bo ku beriya Remezanê çend tiştên erzan bikirim, ev zêdetirî 4 saetin li gel zarokên xwe di rêzê de disekinim.”
ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê Bakî Remzî Sûîçmez, diyar kir ku ji ber ku Qanûna Çandiniyê nayê pêkanîn dewlet deyndarê cotkaran e û deynê cotkaran bi giştî 230 milyar TL ye.
Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
Bi hezaran karker beşdarî mitînga DÎSK’ê ya li Îzmîrê bûn. Komek karker kefen li xwe kirin, darbestek sembolîk hildan ser milan û bihakirina tiştan û krîza aborî şermezar kirin.
Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
Kedkarên tenduristiyê li ser bangewaziya TTB’ê ji duh ve dest bi grevê kiribûn û dev ji kar berdabûn. Di roja duyemîn a grevê de kedkaran destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin.