Nexweşxane heye doktor nîn in: 9 beş hatin girtin
Li Nexweşxaneya Zanîngeha Harranê ev demekê bi îstîfayan tê rojevê û 9 başên nexweşxaneyê hatin girtin. Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Bulut Ezel got: "Li gelek zanîngehan êdî ameliyat nikarin bên kirin."
Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
Hevkariya şer a AKP-PDK'ê, li navçeya Silopiyayê karê kesên ku bazirganiya rojane ya sînor dikin jî bi dawî kir. PDK'iyên ku mafê derbasbûna transît girtine, bi wesayîtên xwe yên luks tên navçeya Silopiyayê danûstandina rojane dikin û derbasî Herêma Kurdistanê dibin.
Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
Xwendekarên zanîngehê ku ji ber rewşa aborî zor û zehmetiyê dikişînin, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetê bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe û ji wargehê derkevin derve.
Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
Kedkarên bi KHK'ê hatine îxrackirin di çalakiya rûniştinê ya hefteya 212'an de bal kişandin ser têkoşîna li dijî biryarên bêhiqûqî.
Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
Li Cizîrê dikanên necariyê ku bi salane kar dikin ji ber polîtîkayên hikûmetê ya aboriyê yek bi yek kargehên xwe digirin. Necarên ku amûrên xwe difiroşin û kargehên xwe digirin gotin: "Derûniya me xera bû. Em êdî miriyên ser pêya ne.”
Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji Enqereyê midûrên dema Melîh Gokçek ên ku bi karên biqusûr tên naskirin aniye daniye ser MARSÛ'yê ku nêzî milyarek deynê wê çêbûye.
TTB'ê banga mitîngê kir
TTB bi dirûşma "Ked û gotin a me ye, tenduristî ya me tevan e" banga tevlibûna mitînga 29'ê gulanê kir.
Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
Li navçeya Qoserê rakirina ceh a ewil a sala 2022'yan hate kirin û li navenda dexl û dan pêşkeşî firotinê hate kirin. Ji 55 donim zeviyê 940 kîlo ceh jê derket.
ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Meclisa ÎSÎG’ê da zanîn ku di 4 mehên ewil ên sala 2022’yan de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Di teqîna tersxaneya Tuzlayê de 5 karker birîndar bûn
Di keştiyeke li tersxaneya Tuzlayê de ji ber xazê teqînek çêbû. Di encama teqînê de 5 karker birîndar bûn.
Fatûreya polîtîkaya şer: 70 milyar bo parastina neteweyî û 200 milyon lîre jî bo dîwarên sînor xerc kirin
Bacên ku ji gel tên komkirin ji bo “ewlekariyê” tên xerckirin. Li gorî daneyên Rapora Çalakiyan a Wezareta Parastinê ya sala 2021’an çend lêçûn wiha ne; “Ji bo ewlekarî û parastina neteweyî 70 milyar, ji bo dîwarên di navbera Sûriye û Îranê de 200 milyon û ji bo çalakiyên TSK’ê yên derveyî welat jî 2 milyar lîre hatine xerckirin.”
MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
Bankaya Navendî, rapor kir ku ji ber zemên hatine ser genim û êm wê nan, meqarne, arvan, savar, goşt, şîr û hêk jî bên zemkirin.
Qeşayê li fistiqên Rihayê da
Li Rihayê qeşayê li darên fistiqan da. Hilberîner mehsûla îsal winda kirin û çaviyên mehsûla sala bê jî şewitîn.
Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
Di pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê de bi hezaran karker û kedkar herikîn Qada Gundogduyê û qad tije kirin. Di pîrozbahiya ku bi pêşengiya karker, kedkar, jin û ciwanan hatiye kirin de daxwazên edalet, hiqûq, demokrasî û azadiyê hate kirin û polîtîkaya şer û krîza aborî jî hate şermezarkirin.
Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
Serokên giştî yên DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û TDB’ê li Qada Maltapeyê bang li girseyê kirin û diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkaya şer, krîz, kedxwarî û xizaniyê mezintir bikin û peyama “Em natirsin û dê vê pergalê bi hev re biguherînin” dan.