Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
Li gorî daneyên ENAG’ê, enflasyona salane di meha gulanê de ji sedî 160 derbas kir.
Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
Rêzemarkêtên ku kolan bi kolan tên vekirin dikin ku dikanên taxan yek bi yek îflas bikin. Esnafên biçûk ên Amedê diyar kirin ku gel pereyê hazir dide markêtan û ji wan jî tiştan deyn dikirin. Esnafan got ku hêza wan a li hemberî rêzemarkêtan nema ye û xwestin ku gel li wan xwedî derkeve.
Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
Serokê Odeya Komîsyonvanên Fêkî û Zebzeyan ê Amedê Firat Taş diyar kir ku di 2 salên dawî de ji 218 dikanan 148 jê hatine girtin.
‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
Bargir, simsar û esnafên hala zebze û fêkiyan a Amedê bal kişandin ser kûrbûna krîza aborî û gotin : “Yên ku mastê gamêşan dixwin rewşa xelkê nabînin, xelk nikare nanekî jî bibe mala xwe."
Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
Egitim-Sen a Şaxa Amedê xwest Qanûna Pîşeya Mamostetiyê ku di 3'yê Sibata 2022’yan de di meclîsê re derbas bûbû, paş de bê vekişandin.
Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
Cotkarên ku li baxçeyên Hewselê çandiniyê dikin, anîn ziman ku ew tov, sotemenî û gubreyê bi deyn dikirin û ev bang li desthilatê kirin: "Bila şer û çekan deyne aliyekê û ji pirskirêkan re çareseriyê bibîne."
Careke din ceyran û gazê zem kirin
Piştî demeke kurt careke din ceyran û gaz hatin zemkirin. Li gorî tarîfeya nû, ceyrana malan ji sedî 15 a pîşesaziyê ji sedî 25; gaza xwezayî ya malan ji sedî 30 ya pîşesaziyê ji sedî 40 hat zemkirin.
Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
Kedkarên tenduristiyê ku li Enqerê "Mitînga Spî" li dar xistin, ev peyam dan: "Em li vir in, naçin."
Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
Kedkarên li Mêrsînê li dijî xebata bi heqdestê kêm dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya karkeran encam da û karker bi protokola hatiye destnîşankirî ve dê rojane di bin 250 lîreyan de neyên xebitandin.
Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
Mîtinga Spî ya kedkarên tenduristiyê ku li Anitpark a Enqereyê tê lidarxistin, dest pê kir.
Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
Karkerên çandiniyê yên ji pêdiviyên sereke yên wekî av, serşok, ceryan û lawaboyê bêpar hatine hiştin gotin ji ber ku li warê wan kar tune ye li van deran di şert û mercên "rezîlî"yê de dixebitin.
Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
Li Mêrsînê çalakiya destjêberdana kar a karkerên ku malan bar dikin di roja 2'yan de ye.
Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
Li Pasûrê hilberînerên kurmên hevrîşimê diyar kirin ku ji ber mesrefa zêde hindik maye dest ji vî karî berdin.
Dê fiyetê benzîn û mazotê cardin bê bihakirin
Îşev dê fiyetê mazot û benzînê cardin biha bibe. Serê lîtreya mazotê dê lîre û 38 qurîş û serê lîtreya benzînê jî dê lîre û 43 quriş bê bihakirin.
Bankaya Navendî faîzê sabît girt
Bankaya Navendî polîtîkaya faîzê di ji sedî 14'an de sabît girt.