Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
Partiya Çepên Kesk ji bo civîna gel a dê sibê bi tevlibûna Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li navçeya Dortyol a Hatayê li dar bixe bang li welatiyan kir.
Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
Li yek ji navendên erdhejê Bazarcixê mexdûrên erdhejê li benda hilbijartinê ne. Xelkê navçeyê dibêje ku dê di hilbijartinê de hesaba tiştên jiyayîn ji îktîdarê bipirsin û dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
Banga ji bo mîtînga Sêrtê
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Sêrtê ji bo mîtînga ku dê sibê saet di 15.00'an de li Qada Demokrasiyê ya Sêrtê bê lidarxistin, bang kir.
Partiya Çepên Kesk li her derê ye
Namzetên Parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk, li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Di hevdîtinan de welatiyan peyama "Em li gel Partiya Çepên Kesk in û em dixwazin AKP'ê birûxînin" dan.
Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
Partiya Çepên Kesk dê sibe li Parka Jinan a 8’ê Adarê bi tevlibûna dehhezaran mitîngê li dar bixe. Siyasetmedaran ji bo tevlibûna mitîngê bang li gel kirin.
Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di xebatên hilbijartinê yên Mêrdînê de bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha got: “Em dibêjin ku divê komara demokratîk, neteweya demokratîk were avakirin.”
Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar bi endamên Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajar re hate ba hev. Çandar, da zanîn ku ev 2 sal in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayên girtin û wiha got: “Ev tecrîd zextek, gef û heqareteke li dijî kurdan e.”
Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Erziromê Ayşan Tarlan ku cotkariyê dike got: “Em ê sedsala duyemîn ava bikin.”
Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
Koordînasyona Hilbijartina Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk diyar kir dike ji bo Erdogan têk here divê hemû hilbijêrên kurd û elewî biçin ser sindoqan û bang li hilbijêran hat kirin ku roja dawî ya dengdayînê 9’ê gulanê ye.
Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mamakê axivî, got: "Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin. Em ê ji sindoqê hêza guherînê û veguherîna demokratîk derxin."
Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
Namzetên Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga ku dê sibê li Antalyayê li dar bixin bang kirin û wiha gotin: “Em ê bi hev re biguherînin.”
Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
Partiya Çepên Kesk amadekariyên mîtşnga Bûrsayê dike. Namzetên bajêr ji bo mîtînga ku dê di 7'ê Gulanê de li bajêr bê lidarxistin wiha bang kirin: "Werin em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin."
Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
Di dema civîna gel a Partiya Çepên Kesk de polîsan kontrola GBT’ê kirin û nehiştin kesên di bin temenê 18 saliyê de tev li civînê bibin. Xelkê navçeyê jî ev rewş protesto kir, protesto ya li ber buroya hilbijartinê veguherî mitîngê.
Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitînga Partiya Çepên Kesk a li Bedlîsê de axivî û wiha got: “Ji gelê kurd ê li hemberî zextan serî natewîne, ji sekna wan a birûmet ditirsin.”
Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
Xebatkarên ofîsa AFP’ê ya Tirkiyeyê ji ber ku ji pêvajoya lihevkirina TÎS’ê encam derneketiye, dest bi grevê kirin.