EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Feray Mertoglûyê diyar kir ku ew êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nakin û endama MYK'ê ya EHP'ê Sanem Denîz Kûralê jî got ku ev êriş hemû gelan tehdîd dike.
Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
Li navçeya Miksê li hemberî xespkirina îradeya gel li ber avahiya şaredariyê nobed di roja 6’emîn de dewam kir.
Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
Meclisa Şaredariya Dêrsimê bi rojeva “qeyûm” civiya. Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak got ku heta şaredariya xwe dîsa distînin dê civînên xwe bi beşdariya gel li dar bixin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re li Enqereyê hevdîtin kir. Fîdan, got: “Em ê di demekî nêz de pêvajoya Astanayê bixin meriyetê.” Arakçî jî got; “Em ê piştgiriya xwe ya teqez a bi Sûriyeyê re dubare dikin.”
Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel de dest pê kir.
Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer û wiha bang li dozger Akin Gurlek kir: “Ez te hişyar dikim, bi qedera welatekî nelîze, nebe amûra hin kesan.”
Erdogan dîsa gef xwar
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji bo daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên demên dawî got; “vîzyona hevpar a siyasî ya Tifaqa Cumhur e” û li hêla din got ku dê êrişên xwe yên li dijî gelê kurd bidomînin.
'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
Parlamenterên DEM Partiyê di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî de dovîzên “Jin, Jiyan, Azadî” danîn ser maseyên xwe.
Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç diyar kir ku ew serlêdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dinirxînin.
Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û wiha got: “Heke li ser zemîna mutabeqeta civakî be, em jî li gel in.”
Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî tayînkirina qeyûman rexne li îktîdara AKP-MHP’ê kir û wiha got: “Hewza vala nîşanî me didin û dibêjin 'li vir soberiyê bikin.’ Di hewza vala de soberî nayê kirin.”
Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, got: “Em bangawaziya xwe ya ji bo di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî bên danîn bi biryardarî dubare dikin.”
AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
DEM Partiyê pêşniyar kir ku di balafiran de xizmeta bi kurdî were dayin û ev pêşniyar bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin.
Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Levent Tuzel diyar kir ku pirsgirêka kurd dikare bi sererastkirinên qanûnî çareser bibe û wiha got: “Divê gelên Tirkiyeyê bi destên hev bigirin û xwe ji vê pergalê xelas bikin.”
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bal kişand ser Îmraliyê û li dijî sepanên îktîdarê banga mezinkirina têkoşîna hevpar kir.