Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe

Berdevkê KKP'ê Yasîn Yetîşgen diyar kir ku hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd girîng in û got: "Ji bo ku bi awayekî baştir tevkariyê li pêvajoyê bike, divê Abdullah Ocalan bi temamî azad bibe."

Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye

Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tûnç Soyer diyar kir ku temînata aştiyê demokrasî ye û got: "Desthilat dê hewl bide dek û dolabên xwe bidomîne, lê plana me diyar e. Divê em nakokiyên di navbera xwe de bidin aliyekî û mil bi mil dest bi têkoşînê bikin."

Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne

Endamê Meclisa HDK'ê Sedat Şenoglû diyar kir ku ji bo civakîkirina aştiyê dê çalakiyên weki konferansên aştiyê û kampanyayên îmzeyan li dar bixin û got: “Em bi perspektîfa ku birêz Ocalan gotiye, mîsyonekê li xwe bar bikin. Em ê di vê çarçoveyê de rola xwe bilîzin."

Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Serokê Giştî ya Partiya DEVA’yê re bi dawî bû. Babacan, piştî hevdîtinê got: “Em ê piştgiriyê bidin her gava cidî tê avêtin.” Sirri Sureyya Onder jî got ku di serdana nû ya li Îmraliyê de Ahmet Turk jî dê cih bigire.

Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Meclisê axivî û wiha got: “Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd di serî de muxalefetê dê her kesî pir mezin bike.”

DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne

DBP dê di serdema nû de rêya xwe bi Hevserokên Giştî yên heyî Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bidomîne.

Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku di qonaxeke dîrokî de ne û wiha got: “Em bangî aqilê dewletê dikin; bi hevdîtineke li Îmraliyê nabe, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û zemîna ku birêz Ocalan bikare bixebite bê avakirin.”

Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike

Prof. Mehmet Bekaroglû diyar kir ku hewceye derdorên siyasî di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de “teng û li gorî hesabên demkî” tevnegerin û wiha got: “Divê rêya siyaseta serbest bi temamî were vekirin û qanûn bên amadekirin.”

Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome

Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku nediyar e bê ka dewlet ji bo pêvajoya nîqaş li ser tên kirin çi difikire û wiha got: “Em li gel diyaloga çêker in û dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome.”

Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê duh bi Serokê Meclisê û Serokê Giştî yê MHP’ê re hevdîtin kir. Bernameya şandeyê ya serdana partiyên din diyar bû.

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû

Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi dawî bû.

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku li ser pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi hevdîtinên bi partiyên siyasî re kir, hevdîtina duyemîn bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re kir.

Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir

Hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re dest pê kir.

Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş

Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê dê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinê bikin.

Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî nîqaşên ser “pêvajoya nû” axivî û got: “Ez dibêjim ‘erê.’”

< 30 31 32 33 34 > Rupel 32 / 291