Li pêşiya Wezareta Karên Hundir çalakî: AKP’ê derbe kir
Li pêşiya Wezareta Karên Hundir çalakî: AKP’ê derbe kir

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li pêşiya Wezareta Karên Hundir axivî û got: “AKP a ku fêm kir dê kursiya xwe winda bike, dîsa li dijî vîna gel derbe kir.” Sezaî Temellî jî li dijî tecrîd û qeyûman banga têkoşîna hevpar kir.

Bakirhan: Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtinê bikin
Bakirhan: Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtinê bikin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li ser pirsa bê ka dê bi Bahçelî re hevdîtinê bikin an na wiha got: “Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li meclisê re hevdîtinê bikin.”

Tunç têkildarî ‘Mafê hêviyê’ got: Mijarên li Meclisê tên axaftin in
Tunç têkildarî ‘Mafê hêviyê’ got: Mijarên li Meclisê tên axaftin in

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî “Mafê hêviyê” ku Bahçelî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotibû axivî û wiha got: “Mijarên li Meclisê li ser tê axaftin in.”

Tundiya polîsan xistin rojeva Meclisê
Tundiya polîsan xistin rojeva Meclisê

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Koçyîgît û Sezaî Temellî tundiya polîsan a di dema protestoyên li dijî qeyûman de xistin rojeva Meclisê.

Uçar: Divê Abdullah Ocalan weke mûxatab tev li pêvajoyê bibe
Uçar: Divê Abdullah Ocalan weke mûxatab tev li pêvajoyê bibe

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir klu divê nîqaşên têkildarî pirsgirêka kurd tenê bi axaftinên ser kursiya Meclisê bisînor nemînin û wiha got: “Divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan bên amadekirin û pêşî lê were vekirin ku weke muxatab beşdarî pêvajoyê bibe.”

Banga DEM Partiyê: Tecrîdê rakin
Banga DEM Partiyê: Tecrîdê rakin

DEM Partiyê daxuyand ku ji bo çareseriyê bêyî dem bê windakirin divê tecrîd bê rakirin û got: "DEM Partî ji bo roleke çalak û avaker bigire ser xwe amade ye.” Partiyê bang li muxalefet û desthilatê kir.

DEM Partî dê ji bo pirsgirêka kurd ‘bangê’ li hemû aliyan bike
DEM Partî dê ji bo pirsgirêka kurd ‘bangê’ li hemû aliyan bike

Di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de biryar hat dayîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bang li hikûmet û hemû pêkhateyên din bê kirin.

Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e
Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku bala wan esasî li ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Azadiya birêz Ocalan dê bibe çareseriya meseleya kurd. Dê bingeha berxwedan û têkoşîna me ev be.”

Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan nîqaşên ser pêvajoya nû nirxand û wiha got: “Kerem bikin, vaye em amade ne û li vir in. Birêz Ocalan jî got ku amade ye. Wê demê hûn jî gotinên xwe bicih bînin û taloq nekin.”

Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe

Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyaniya Devlet Bahçelî nirxand û got: “Bi gef û guran û qeyûman diyalog nabe. Kes nikare me îstîsmar bike. Kurd îro polîtîze bûn e. Kurd dizanin çi dixwazin.”

Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Biryara qeyûman komploya siyasî ye. Wê wîjdana miletê tu carî viya qebûl neke.”

‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome

“Nobeta Demokrasiyê” ku endamên meclisê yên CHP’î yên rêveberiya qeyûmê Şaredariya Esenyurtê nahêle bikevin hundir daye destpêkirin, di roja duyemîn de didome.

Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin

Parlamenterên DEM Partî û CHP’ê di Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê de dovîzên “Qeyûm derbeyeke li dijî vîna gel e” hilgirtin.

Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di kongreya partiya xwe ya Îzmîrê de axivî û wiha bang li rayedarên dewletê kir: “Heke bernameyeke we ya siyasîbûnê hebe, navnîşan birêz Abdullah Ocalan e.”

TJA û DBP: Em ê derbeya li dijî gel qebûl nekin
TJA û DBP: Em ê derbeya li dijî gel qebûl nekin

DBP û TJA’yê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê dan û gotin ku dê derbeya li dijî îradeya gel qebûl nekin.

< 34 35 36 37 38 > Rupel 36 / 291