DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş serî li ÎHÎK’ê da
Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin ji bo berdana girtiyên nexweş Kavak Ozbek û Selver Yildirim serî li ÎHÎK’ê da.
Bakirhan: Divê dev ji mijûlkirinê berdin û hevdîtin bi Ocalan re bên kirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê bersiveke erênî bidin daxwaza wan a hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û hewceye hevdîtin bên kirin.
DEM Partî: Îktîdar di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de siyaseta mijîlkirinê dimeşîne
DEM Partiyê diyar kir ku bersiva serlêdana wan a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nayê dayin û îktîdara AKP’ê her tim bendewariyekê ava dike û siyaseta mijûlkirinê dimeşîne.
Temel: Hişmendiya dewletê ku bikaribe ji çareseriyê re bibe bersiv heye gelo?
Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd xwedî rê û perspektîfekê ye û got, "Gelo hişmendiya dewletê heye ku bersiva vê perspektîfê bide?"
DEM Partî DBP’ê bi Talabanî re hevdîtin kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê li Hewlêrê bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de her du aliyan jî bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî û gotin ku ew ê piştgiriyê bidin hemû hewldanên ji bo vê armancê.
'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
Parlamentera DEM Partiyê Semra Çaglar Gokalp bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Di demeke Kurdên li aliyên din ê sînor tên bombebarankirin de hûn ê çawa Kurdan ji bo pêkvejiyanê qaneh bikin?”
Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan got: “Weke milet em nikarin asoya xwe bi 782 hezar kîlometrekareyan bisînor bigirin.”
Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
Şaredarê Avkevirê Mehmet Alî Budak ji DEM Partiyê îstîfa kiribû, meclisa şaredariyê bêbandor kir. Hevşaredar Cemîle Duman got ku tevû hemû astengiyan jî ew ê xizmetê ji gel re bikin.
Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin diyar kir ku budçeya şer ji sedî 65 zêde bûye û got ku divê îktîdar dev ji êrikirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berde û aştî û guftûgoyê pêş bixe.
Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniya piştî serdana Partiya Saadetê de axivî û got ku divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin û destûreke bingehîn a demokratîk girîng e.
Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
Parlamentera DEM Partiyê Sevîlay Çelenk bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Em ê li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Em ê vê berxwedanê bi tenê nehêlin.”
Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hûlakû diyar kir ku yek ji sedema êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî polîtîkaya rantê ye û wiha got: “Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne.”
Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
Nivîskar, rojnameger û hunermendên ku serdana hevşaredarên Êlihê ku li şûna qeyûm hatibû tayînkirin kirin û xwestin ku hemû kes li dijî polîtîkaya desteserkirina îradeya gel li ber xwe bidin.
Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir peyamên Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd bi bîr xist û got: “Ev yek nîşan dide ku dema çareseriyê hatiye, zemîna wê heye û divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin.”
Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê da û got: “Heke bi rastî jî polîtîkaya we ya şer û berfirehbûnê tune be, wê demê guftûgoyê bidin destpêkrin.” Ayşegul Dogan got ku ji bo serlêdana Îmraliyê jî tu bersiv nehatine dayin.