Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist û Selahattîn Barinç û Esma Erener weke hevserokên nû hatin hilbijartin.
DBP: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin
Hevserokên Giştî yên DBP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê dan û gotin: “Em ê eniya têkoşînê ya li dijî derbekaran berfirehtir bikin û berxwedana xwe mezintir bikin.”
DEM Partî: Li dijî zîhniyeta derbekar em bi hev re têbikoşin
DEM Partiyê diyar kir ku êrişên li dijî îradeya gel bi tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê hatiye domandin û wiha got: “Em bi hev re li dijî zîhniyeta derbekar bisekinin û têbikoşin.”
Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtina duyemîn de gotiye; “Mijûlkirina di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê de, mezintirîn xerabiya li gelên Tirkiyeyê ye.”
MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya.
MYK’a DBP’ê ya serdema nû diyar bû
DBP’ê piştî kongreya xwe MYK’a xwe ya serdema nû diyar kir.
Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’
PM’a DBP’ê di encamnameya civîna xwe de bal kişand ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, yekitiya neteweyî ya gelê Kurd û statûya gelê Kurd.
Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qersê axivî û wiha got: “Ji bo çareserî çênebe tu sedem tune ne. Heke dewlet diyaloga bi Îmraliyê re pêş bixe dê çareserî bibe. Hemû gelên Tirkiyeyê ji bo vê pêvajoyê amade ne.”
Erdogan dîsa gef xwar
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan dîsa gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar.
Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan pirsên rojnamegeran bersivand û got ku divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.
Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan di çalakiya li pêşiya Edliyeya Mêrsînê de axivî û wiha got: “Hûn nikarin bi van îdiayên vala re hevşaredarên me krîmînalîze bikin. Hûn nikarin bi şahidên nepen ên xeyalî encamê bigirin.”
DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
Di 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê de Hevserokên Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dîsa hatin hilbijartin.
Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê gelên Sûriyeyê bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin û wiha got: “Dev ji dijminatiya li Kurdan berdin. Pirsgirêka esasî ya ewlehiyê, ew zîhniyete ya ku Kurdan tune dihesibîne.”
Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, got: “Roj roja berxwedan, xwebirêxistinkirin û çalakiyan e.” Hevseroka Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar jî wiha got: “Ne gotinên berê gel didin hev, mîna birêz Ocalan gotinên gelan lihev dicivînin bikin.”