CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê re daxuyanî da û da zanîn ku partiya wan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd paketeke demokratîkbûnê amade dike. Ozel, anî ziman ku ew ê ji bo çareseriyê hewl bidin û hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin.
Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civîna gel a “Aştî Civaka Demokratîk” ya li Nisêbînê de axivî û got: “Divê êdî Meclis gav biavêje.”
Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
erokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan piştî hevdîtina bi DEM Partiyê re axivî û got ku divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û îktîdar gavan biavêje.
Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê dest pê kir
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Meclisê bi nûnerên EMEP’ê re civiyan.
Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet êdî gav biavêje
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got ku yek ji mûxatabên banga dîrokî ya Abdullah Ocalan PKK ye û ya din jî dewlet e û bi bîr xist ku PKK'ê agirbest îlan kiriye û divê dewlet li hemberî fikaran gav bavêje.
Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, got: "Daxwaza domandina operasyonên siyasî û leşkerî yên dewletê ya piştî deklarekirina helwesta pozîtîf a PKK'ê, xetereyeke mezin li ser pêvajoya heyî çêdike. Ji bo pêvajo pêş bikeve divê birêz Ocalan azad bibe.”
Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
Piştî banga "Civaka Aştî û Demokratîk" a Abdullah Ocalan, Meclîsa Partiyê ya DBP'ê û hevşaredarên bajaran li Amedê li hev civiyan.
Coşkun: Dê meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bibe
Yegen: Divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibînin
Li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan akademîsyen Vahap Coşkûn û Mesût Yegen destnîşan kirin ku ji bo bawerî zêde bibe divê gav werin avêtin û destnîşan kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibinin.
Welatiyên Wanê: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne
Welatiyên Wanê diyar kirin ku piştgiriyê didin banga dîrokî ya Abdullah Ocalan in û gotin, "Peyamên Ocalan zelal in. Niha divê dewlet jî berpirsyariya xwe bi cih bîne."
DEM Partî dê bi rojeva ‘banga dîrokî’ li 100 navendan bi gel re bicive
DEM Partî piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bi sernavê “Siyaseta demokratîk a serdema nû” nexşerêyê diyar bike. Partî dê bi rojeva bangawaziyê herî kêm li 100 navendan bi gel re bicive.
Ozel bang li Erdogan kir: Zelal û wêrek be
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê li ser zemîna Meclisê xebateke ku tu partî li derve neyên hiştin bê meşandin û xwest Erdogan di vê mijarê de zelal û wêrek be.
Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
Aborînas û siyasetmedar Nesrîn Nas diyar kir ku paralelî hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re desthilat hewl dide hemû muxalefetê bêdeng bike û got: "Rêya derketina ji vê yekê ew e ku muxalefeta sazûmaniyî û civakî li hev bicivin û dengê aştiyê bilind bikin."
Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
Endama PM’a DEM Partiyê Senem Erîş bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclisê bal kişand ser zextên ser zimanê Kurdî û got: “Li Tirkiyeyê 25 milyon Kurd dijîn lê hêj jî li Meclisê silavdayina bi Kurdî qedexe ye.”
Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku mitînga 15'ê Sibatê ya li Strasboûrgê ji salên berê qelebalixtir bûye û got ku daxwaza hevpar a kurdan û dostên wan azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e.