Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan
Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan

Namzetê HDP'ê yê Hatayê û hunermend Bariş Atay, diyar kir ku ger biçin meclîsê dê deng û daxwazên kolanan bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan nava gel. Atay, da zanîn ku ger herdu bi hevre pêş nekevin têkoşîn encam nastîne."

Namzetê HDP'ê Pekoz: Ger hûn rojên aram dixwazin bêjin HDP
Namzetê HDP'ê Pekoz: Ger hûn rojên aram dixwazin bêjin HDP

Namzetê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz diyar kir ku HDP dengê hemû gelên Tirkiye yên bindest e û wiha got: "Ger hûn siberojek xweş, geş û aram dixwazin dengê xwe bidin HDP’ê."

Berdevka TJA’yê Ata: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
Berdevka TJA’yê Ata: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye

Berdevka TJA’yê Ayla Akat Ata li Bedlîsê behsa girîngiya hilbijartina 24’ê Hezîranê ji gel re kir û got: “Li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tecrîd heye. Heta mîmarê çareseriyê Ocalan azad nebe em jî azad nabin. Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye.”

Polîsan xaza îsotê avêt ser HDP'îyan
Polîsan xaza îsotê avêt ser HDP'îyan

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli, li navçeya Kula ya Konyayê bi gel re hat cem hev. Temellî, dema li ber avahiya partiyê xîtabî gel dikir, polîsan bi xaza îsotê muxadaleyî HDP'îyan kir û xaz avêt rûyê wan.

Demîrtaş: HDP di bin bendavê de namîne, lê dikarin dibin bendavê de bihêlin
Demîrtaş: HDP di bin bendavê de namîne, lê dikarin dibin bendavê de bihêlin

Namzetê Serokkomarîyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku HDP di bin bendavê de namîne, lê dikarin di bin bendavê de bihêlin û got: “Êdî ev ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye. Ji ber vê dê hinek dengên xwe bidin HDP’ê, lê hinek jî dikarin hewldanên dizekên dengên HDP’ê asteng bikin.”

Temellî: Em ê di 24’ê Hezîranê de ya şer an jî aştiyê erê bikin
Temellî: Em ê di 24’ê Hezîranê de ya şer an jî aştiyê erê bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mitînga partiya xwe ya Xarpêtê de axivî û got: “Detshilat wek beriya 7’ê Hezîranê hatiye rewşa alîkarî ji şer dixwaze. Em ê di 24’ê Hezîranê de ya ji şer re ya jî ji aştiyê re bêjin erê.”

Balûken: Ava cewher a Dara Jiyanê aştî ye, teamê wê jî evîn e
Balûken: Ava cewher a Dara Jiyanê aştî ye, teamê wê jî evîn e

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken ku girtî tê darizandin, yekem car der barê pêvajoya aştiyê, hilbijar9tin û pirtûka xwe ya ku bê çapkirin de axivî. Baluken got: "Kesên xwestin di şexsê min de pêvajoya çareseriyê ceza bikin dê dawiya dawî vîna aştiyê ya gelê Tirkiye li hemberî xwe bibînin." Baluken, bal kişand ser pirtûka nivîsandiye jî got: "Min xwest ji milî tekoşîna polîtîk bi hêza fikrê ya wêjeyê jî bersîv bidim. Ava cewher a Dara Jiyanê aştî ye. Teamê wê jî evîn e."

Taşçier: Bi yekîtiya kurdan dê demokrasi bê Tirkiyeyê
Taşçier: Bi yekîtiya kurdan dê demokrasi bê Tirkiyeyê

Namzetê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe dê demokrasi neyê Tirkiyeyê û ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê pêşî kurd bên gel hev.

Buldan: Em ê hesabê hilweşandina peykerê Ugur Kaymaz bipirsin
Buldan: Em ê hesabê hilweşandina peykerê Ugur Kaymaz bipirsin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Qoserê axivî û got: “Em ê hesabê hilweşandina peykerê Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan qetil kirin di 24’ê Hezîranê de bipirsin.”

Ozturk: Êdî kurd baweriya xwe bi AKP’ê nînin
Ozturk: Êdî kurd baweriya xwe bi AKP’ê nînin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bertek nîşanî gotina “Raboriya min jî kurd e” ya Serokwezîr Bînalî Yildirim ku ji colemêrgiyan deng xwest da û got: “Êdî kurdên ku berê bawerî bi AKP’ê dianîn jî niha tu bersivê nadin van gotinan.”

Demîrtaş: AKP êdî nikare welêt bi rê ve bibe
Demîrtaş: AKP êdî nikare welêt bi rê ve bibe

Namzetê Serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku dengên AKP'ê kêm dibe û êdî nikare welêt bi rê ve bibe.

Namzetê HDP'ê karkerê îneşatê: Ji bo bibim dengê birayên xwe bûm namzet
Namzetê HDP'ê karkerê îneşatê: Ji bo bibim dengê birayên xwe bûm namzet

Namzetê HDP'ê yê Osmaniyeyê karkerê înşeatê Muslum Çagan, anî ziman ku ji bo di Meclîsê de bibe dengê hevalên xwe yên karker ew bûye namzet.

Buldan: AKP difikire ku sindoqan bibe Qandîl û Minbiçê
Buldan: AKP difikire ku sindoqan bibe Qandîl û Minbiçê

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Farqînê xîtabî hezaran kesan kir û got: "Partiyên din dê dîsa di hilbijartinê de bên ber deriyên we û dengan ji we bixwazin. Lê tu dengên ku em bidin kujerên xwe tune ye. Gelê kurd êdî dengê xwe nade partiyên vîn û nasnameya wan înkar bike. Gelê kurd êdî yekîtiya xwe ava kiriye. AKP'ê dît ku winda dike difikire ku sindoqan bibe Qandil û Minbiçê."

Temellî: Dev ji şer berdin û bi edebê xwe biçin
Temellî: Dev ji şer berdin û bi edebê xwe biçin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Siwêregê bi gel re hat gel hev û got: “Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekirin hemû li sergoyê çopê ne. Dor hat AKP’ê hemin te jî çareser nekir, lê hûn ê jî biçin sergoyê çopê. Dev ji polîtîkaya xwe ya şer berdin û bi edebê xwe biçin.”

Bîlgen: Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan negirt
Bîlgen: Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan negirt

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, gotinên Erdogan yên duh li Amedê kirin bi zimanekî tuj rexne kir û wiha got: “Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan ranegirt. Ratiyên dîrokê serobin dike. Her tiştî berovajî dike."

< 254 255 256 257 258 > Rupel 256 / 291