Îpekyuz: Dê têkoşîna me ya ji bo demokrasiyê bidome
Îpekyuz: Dê têkoşîna me ya ji bo demokrasiyê bidome

Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Dr. Necdet Îpekyuz got: "Em kesên ku alaya demokrasiyê dewr girtin, çawa ku duh em têkoşiyan, em ê îro jî vê têkoşînê bidomîn in."

Abdullatîf  Şener: Di vê pergalê de karê muxalefetê zehmet e
Abdullatîf Şener: Di vê pergalê de karê muxalefetê zehmet e

Abdullatîf Şener encamên hilbijartinê nirxandin û destnîşan kir ku di nav pergala heyî de ku di dest AKP'ê de ye, karê muxalefetê zehmet e, lê belê divê ji derheqê vê zehmetiyê derkeve.

Înce: Rejîma nû ji bo Tirkiye talûkeyek mezin e
Înce: Rejîma nû ji bo Tirkiye talûkeyek mezin e

Namzetê Serokmariyê yê CHP'ê Muharrem Înce têkildarî encama hilbijartinê nirxandin kir û got: "Rejîma nû ya têkeve meriyetê dê talûkeyek mezin bîne serê Tirkiye. Em dê bi hevre vê yekê bijîn û bi hevre bedelê vê yekê bidin. Bi temamî em derbasî rejîma yek mirovî dibin."

Akşener dengê xwe avêt: Hûn nikarin îrateya hur îtîraz bikin
Akşener dengê xwe avêt: Hûn nikarin îrateya hur îtîraz bikin

Namzeta Serokomariyê ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener dengê xwe avêt û got: "Di demokrasiyê de her tişt tê niqaş kirin. Lê tenê vîna hur nayê niqaşkirin. Divê hilbijêr bi vîna xwe ya hur biçin ser sindoqê.

Saçilik: Min dengê xwe ji bo hemû dayikên xemgîn bûne avêt
Saçilik: Min dengê xwe ji bo hemû dayikên xemgîn bûne avêt

Namzetê Parlamenteriyê yê Enqereyê Velî Saçilik, li Batikentê dengê xwe avêt. Saçilik got: "Min ji bo dayika Taybet, dayika xwe û hemû dayikan dengê xwe avêt. Demokrasî dê bi ser bikeve.

Demîrtaş li girtîgehê dengê xwe avêt: Encam dê pir xweş be
Demîrtaş li girtîgehê dengê xwe avêt: Encam dê pir xweş be

Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrmeyê Abdullah Zeydan û hevalê wî yê girtîgehê Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, li girtîgehê dengê xwe avêt. Demîrtaş piştî dengê xwe avêt got: "Me li girtîgehê dengê xwe avêt. Ez bawer dikim ku dê encam pir xweş be. "

Înce dengê xwe avêt: Ez dê êvarî li ber YSK’ê bim
Înce dengê xwe avêt: Ez dê êvarî li ber YSK’ê bim

Namzetê Serokomariyê yê CHP'ê Muharrem Înce, dengê xwe li bajarê xwe Yalova avêt sindoqê û got: "Ya herî baş çiye bila ew be. Ez niha diçim Enqere. Ez dê êvarî li ber YSK'ê bim.

Ahmet Turk: Desthilatdarî diçe, li sindoqan xwedî derkevin
Ahmet Turk: Desthilatdarî diçe, li sindoqan xwedî derkevin

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxandinên girîng kir û got: “Li gorî baweriya min, ev desthilatdarî li ber çûyînê ye. Wê vê hilbijartinê winda bike. Heke ku gel xwedî li sindoqan derkeve, ez bi bawer im wê deriyê serdemek nû vebe.”

Buldan: Em destûr nedin ku ev welat vegere salên 90'an
Buldan: Em destûr nedin ku ev welat vegere salên 90'an

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê û gel ziyaret kir. Buldan bal kişand ser lîstikên dawî û wiha got: "Duh JÎTEM'ê Pirtûkxaneya Umut bombe kirin û provokasyon pêş xistin. Heman lîstik îro li Pirsûsê jî hat lîstin. Lîstik li her derê Kurdistanê tê lîstin. Em bi hevre destûr nedin van listikan û destûr netin ku Welatê me vegere salên 90'an.

Turk: Di 24’ê Hezîranê de dê deriyê azadiyê vebe
Turk: Di 24’ê Hezîranê de dê deriyê azadiyê vebe

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, di hevdîtina gel a li Konakê de axivî û got: “Di 24’ê Hezîranê de, ji bo azadiya gelan dê deriyê serdemek nû vebe. Ji bo me pêşerojê ava bikin, pêwîstî bi têkoşînek hevpar heye.”

Demîrtaş: Deng bidin me, em ji derveyî kek û simîtan tiştên xweştir bixwin
Demîrtaş: Deng bidin me, em ji derveyî kek û simîtan tiştên xweştir bixwin

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di daxuyaniya da de wiha got: “Dengekê bidin HDP’ê û dengekê bidin Demîrtaş, em ji derveyî kek û simîtan tiştên xweştir bixwîn.”

Demîrtaş ji bo AYM'ê got: Teqlîda miriyan dike
Demîrtaş ji bo AYM'ê got: Teqlîda miriyan dike

Namzetê Serokkomiyê yê girtî Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku nûçeyên Dadgeha Qanûna Bingehîn daxwaza berdana wî red kir ne rastin û got: “AYM’ê serladana parêzeran a ji bo berdana min hîna ne nirxandine jî. Hîna teqlîdê miriyan dike.”

Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin
Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin

Namzetê HDP'ê yê Manîsayê Sirri Sakik, bal kişand ser tevlêbûna Tansu Çîller a mîtîngê AKP'ê û wiha got: “Aktora ku hêj hesabê kuştinên di serdema xwe de nedane, wekî ku serkeftin bi dest xistibe, mivan silav dikin. Ev rewş nîşan dide ku li Tirkiye demokrasî çiqas xerab e. Di serdema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin."

‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'
‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'

Siyasetmedar Ahmet Turk, Huda Kaya û Sibel Uzun ên beşdarî mîtînga Stenbolê yabi sed hezaran kes amade bûn, xwest teqez her kes di 24'ê hezîranê de biçin ser sindoqan û hem dengê xwe bidin û hem jî sindoqan biparêzin. Siyasetmedaran got: "Em li dengê xwe jî li sindoqên xwe jî xwedî derkevin."

Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin
Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin

Namzetên HDP’ê li Enqereyê bi rêxistinên demokratîk re hatin cem hev. Di ziyaretan de Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar, diyar kir ku îktîdar ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêle bi taybet dixebite. Sancar xwest her kes li sinrdoqan xwedî derkevin.

< 252 253 254 255 256 > Rupel 254 / 291