Demîrtaş: Diyar bû ku AKP dê hilbijartinê winda bike
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji Girtîgeha Edîrneyê kampanyeya hilbijartinê bi rêve dibe diyar kir ku dê pergala zilma heyî di 24’ê Hezîranê de bi dawî bibe û got: “Diyar bû ku AKP dê hilbijartinê winda bike.”
Buldan: Me Sûr, Gever, Nisêbîn ji bîr nekiriye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Îdirê beşdarî mîtînga gel bû. Buldan, di mîtingê de xîbatî gel kir û got: "Me soz da malbatên ku zarokên xwe winda kirin. Me Sûr, Gever, Nisêbîn, Cizîr ji bîr nekir. Me soz daye wan. AKP'ê li Îdirê bazirganî qedand. Berê 4 hezar TIR'an diçûn û dihatin. Niha daketin 400 TIR'an. Gel dê li sindoqan xwedî derkeve."
Temellî: Erdogan bikeve dê faîz û dowîz jî bikeve
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, polîtîkayên AKP'ê yên li dijî olê îslamê rexne kir û destnişan kir ku herî zêde AKP'ê zerar da olê îslamê û wiha got: "Erdogan bikeve dê faîz bikeve, Erdogan bikeve dê dowîz bikeve."
Temellî: Teşvîkê ji vir girtine û birine li Girava Manê xwarin e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî DTSO ziyaret kir û got: “Aboriya herêmê têk diçe. Esnaf û gel xwîn digirî û ew jî pereyan dixwin. Teşvîkê ji vir girtine, lê birine li Stenbol, Girava Man û New York’ê xwarin e.”
Buldan li Erdexanê got: Wê emrê AKP’ê di 24’ê Hezîranê de xelas bibe
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Erdexanê xîtabî gel kir û got: “AKP dibêje ‘Hedefa me 2023’ê ye.’ Lê dê emrê AKP’ê di 24’ê Hezîranê de bi dawî bibe. Hêza tu kesî nîne ku kurdan înkar bikin. Em ê bi Tirkiyeyek bê AKP şiyar bibin.”
Temellî: Em bi hevre bêjin Êdî bes e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ziyaret kir. Temelli, diyar kir ku Dayikên Aştiyê her dem pêşengiya têkoşina aştiyê kiriye û wiha got: "Ji bo ev şer û kuştin bi dawî bibe kirin qêrîn. Lê îktîdarê dijberî vê yekê 'Plana hilweşînê' xist meriyetê. Em bi hevre ji vê yekê re bêjin Êdî Bes e.
Buldan ji Erdogan pirsî: 16 salin hûn li ku bûn?
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li navçeya Dîdîmê Cemxaneya Dîdîmê ziyaret kir û danezana Serokê AKP'ê Tayîp Erdogan ku qala "Statuya cemxaneyan" dike rexne kir. Buldan, bang li Erdogan kir û got: "16 salin tu li ku bû?"
Bîlgen: Em bibin parêzvan û nobedarê sindoq û dengên xwe
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got: “Rojeva me ya sereke û rojeva sereke ya Tirkiyeyê ewlehiya sindoqan e. Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku xwedî li sindoqên xwe derbikevin û bibin parêzvan û nobedarê dengên xwe.”
Ji SP'ê soza çareseriya pirsgirêka kurd
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê (SP) û Namzetê Serokomariyê Temel Karamollaoglu danezana hilbijartinê aşkere kir û got: "Em di çareseriya pirsgirêka kurd de bi biryar in. Hemû mirov wek hev ji dayik dibin."
Înce: Erdogan dibêje ez kaporta çêkim, cahîl e fîzîkê nizane
Namzetê Serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce, helwesta Erdogan rexne kir û got: “Erdogan dibêj e 'Ez dê kaporta, lastîk û koltukê çêkim.' Ez jî dibêjim em mejiyê wê çêkin. Nezan e. Cahîl e. Ji ber ku matematîk û fîzîkê nizane."
Kemalbay: HDP alternatifa jiyaneke nû ye
Namzeta parlementeriyê ya rêza yekemîn a Îzmîrê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku tekane partiya ku rejîma yek zilamî ji holê rabike HDP ye û got: “HDP li hemberî statukoyê, pergala nîjadperest, faşist û mîlîtarîst bi sekna xwe û hêviya ku dide îktîdarên heyî ditirsîne.”
Buldan: Li Stenbolê hedefa me 2 milyon deng in
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bersiv da gotinên Erdogan û got: “Heta niha hêza tu kesî tunebûye ku HDP’ê di sindoqan de veşêrin. Li Stenbolê hedefa me 2 milyon bi destxistina dengan e.”
Kiliçdaroglu: Cihê pirsgirêka kurd meclîs e
Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, danezana partiya xwe aşkere kir. Kiliçdaroglu, pirsgirêkên Tirkiye di bin 5 sernavan de kom kir û çareseriyên xwe yên ji bo wan parve kir. Kiliçdaroglu, diyar kir ku pirsgirêka kurd dê li meclîsê çareser bibe.
HDP'ê li şûna namzetên ku YSK’ê ew veto kirin, namzetên nû diyar kirin
Piştî YSK’ê 5 namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê veto kir, HDP'ê li şûna wan namzetên nû diyar kirin. HDP'ê li şûna Îdris Baluken, Mehmet Ruştu Tiryaki û li şûna Turgut Oker jî Zeynel Ozen nîşan da.
HDP'ê li ber Girtîgeha Edirneyê starta hilbijartinê da
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervûn Buldan û Sezaî Temellî li ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê starta hilbijartinê da. Lê rayedaran destûr neda Hevserokên HDP'ê Demîrtaş ziyaret bikin.