Deh hezar tev li mîtînga HDP'ê ya Colemêrgê bûn
Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê di çarçoveya hilbijartina 24'ê heziranê de mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes beşdar bûn. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemir diyar kir ku ew dê AKP'ê li vê bi rê bikin.
Temellî li Cizîre bang kir: Em ê bi hevre vê lîstikê xera bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di mîtînga li Cizîrê de xîtabî deh hezaran kir û wiha got: “Pirsgirêka kurd heye û em dê vê pirsgirêkê çareser bikin. Em dê bi hevre li van sindoqan xwedî derkevin. Dema me dengê xwe avêt sindoqan divê em neçin mal û sindoqan biparêzin. Em bi hevre van lîstikên qirêj qera bikin."
Temellî: Em dê bi derbaskirina bendê lîstikên Erdogan xera bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ji bo partiya wan di bin bendê de bihêle serî li hemû hîleyan dide û wiha got: “Em ê bi derbaskirina bendê bersîvê bidin Erdogan û lîstikên wî xera bikin."
Onanç a CHP’î bertek nîşanî Erdogan da: Ev bêexlaqiye
Endama Meclîsa CHP’ê ya berê Gulseren Onanç, bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a “HDP’ê dibin bendê de bihêlin” da û got: “Ji sedî 10 benda darbeya 12’ê Îlonê dewir girtin û li ser vî esasî polîtîka kirin bêexlaqiye. Dê dengên HDP’ê zêdetir bibin.”
Ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe serî li Wezareta Dadê û YSK'ê dan
Rêxistina HDP'ê ji bo Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku li Edîrneyê girtî ye, tev li mîtîngên Stenbol, Îzmir, Dîlok û Mêrdînê bibe serî li Wezareta Dadê û YSK'ê dan.
MYK'a HDP: Serokkomar sûc dike û AYM hiqûqê binpê dike
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP'ê, derbarê binpêkirinên hiqûqî û nelirêtiyên berî hilbijartina 24'ê Hezîranê de, daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Serokkomar sûd dike û AYM hiqûqê binpê dike."
Sancar: HDP bendê derbas bike, dê dawiya desthilatdariyê bîne
Namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, derbarê gotinên Erdogan ên partiya wan dibin bendê de bihêle de, wiha got: “Ev teşwîqkirina sûc e. Ger HDP bendê derbas bike, dê dawiya desthilatdariyê were.
Demirtaş bersîv da Erdogan: Binere vê carê ez tev li te dibim
Namzetê Serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê twitterê bersiv da Erdogan û got: "Binere vê carê ez tev li te dibim. Divê pîvanên namzetiya Serokkomariyê hebin. Ji bo bu bibe namzetê Serokomariyê divê teqez dîploma te hebe. Lê heta niha tu kesî dîplomaya te nedîtiye."
Temellî çû serdana TUSÎAD’ê: Bê edaletî di muçeyan de heye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di serdana TUSÎAD'ê de got: “Di belavkirina muçeyan de bêedaletî heye û di bacayan de jî bêdaletiyek mezin heye. Pirsgirêka mezinbûnê heye. Her ku em mezin dibin, em xizantir dibin.”
Buldan: Hişmendiya Erdogan û ya Rejîma Îranê yek e
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di ziyareta gel a li Edeneyê de axivî û polîtîkayên AKP'ê û Serokomar Erdogan ên darvekirinê rexne kir. Buldan diyar kir ku feraseta Erdogan ji feraseta rejîma Îranê ya darvekirinê ne cudatir e.
Partiyên Kurdan dê piştgiriyê bidin Demîrtaş
Tevgera Azadî, PAK, PDK û PSK’ê daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Em ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiyê bidin namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş.”
Ji dengê Demîrtaş stranek nû: Ne tirse, biqîre
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku di girtîgehê de tim tiştên nû diafirîne, vê carê jî ji dengê xwe stra çêkirî got û weşand. Strana gotin û mûzîka wê aîdê Demîrtaş wihaye: “Ne tirse, biqîre. Ku çênebû bang li Xizir bike, Xizir di dilê te deye.”
Demîrtaş berdîv da 'Îdamê': Ez gavekê jî paşve navêjim
Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, bersîv da gotina Erdogan “îdamê” û wiha got: “Ez gavekê jî paşve navêjim."
Temellî: Em ê destpêkê pirsgirêka Erdogan çareser bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Mîlasê axivî û got: “Tifaqa AKP û MHP’ê dê li hev bixin. Êdî dema rûxandina bendê hatiye. Pirsgirêka dest pê kê em çareser bikin, dê pirsgirêka Erdogan be.”
Derî bi derî digerin û HDP’ê vedibêjin
Ji hilbijartinê re 14 roj man. HDP'ê lez da xebatên xwe. Ciwanên xebatên HDP'ê dimeşînin, li Îzmirê derî bi derî digerin û HDP'ê vedibêjin û dixwazin her res piştgiriyê bidin HDP'ê.