Bûldan bertek nîşanî Soylû da: Ên tên îstismarkirin û xapandin em in
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû da û got: "Me qet ew qad îstismar nekir. Me tu kesî nexapand. Ên tên îstismarkirin û xapandin em in. Sozên hatin dayîn bi cih neanîn."
Oluç ê HDP'î: Soylu kesê ku bavê wî yê axa berpirsiyarê windayên salên 90’î ye
Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya der barê Dayiken Şemiyê de anî ziman, wiha got: “Bavê Soylu yê axa ew kesê ku berpirsiyarên windayên salên 90’an e. Kesên ku wê demê mirov winda kirin, îro şirîkê îktîdarê ne. Soylu ji bo ser sûcê xwe bincil bike hesas tev digere.
Hevserokên HDP'ê parêzerên Ocalan ziyaret kirin
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temellî Buroya Hiqûqê ya Asrinê ziyaret kirin. Heyeta HDP'ê ku der barê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de parêzerên Ocalan ziyaret kirin hevdîtina vekirî pêk anîn. Hevserokên HDP'ê piştî piştî ziyaretê dê li ber buroyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Heyeta HDP'ê diçe herêma şewatê ya Dersîmê
Heyeta HDP’ê ku ji 11 parlamenteran pêk tê, dê sibê biçe herêma şewatê ya Dersimê û li herêmê lêkolin bike.
Ji Pûtîn daxuyaniya Tirkiyeyê
Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn got: “Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re hem kûr dibin û hem jî bi naverokên nû dewlemend dibe. Hevkariya me di mijarên herêmî û aborî de zêde dibe.”
Lavrov: Li Idlibê bi deh hezaran mîlîtan heneÇavuşoglu: Li Idlibê çareseriya leşkerî dê felaketê bîne
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavûşoglû bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re li Moskowayê hatin cem hev. Wezîr Lavrov, diyar kir ku li Idlibê bi deh hezaran mîlitan hene. Wezîr Çavuşoglu jî diyar kir ku li Idlibê çareseriya leşkerî dê bi xwe re felaketê bîne.
Temellî: Ger hûn dixwazin rêya aştiyê vebe bila bi Ocalan re hevditin bê kirin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li herêma xwe ya hilbijartinê tev li bernameya Cejna Qurbanê bû û cejna gel pîroz kir. Temellî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwest êdî tecrîd bi dawî bibe. Temellî, wiha got: "Tecrîda li Îmraliyê îro hemû welat xistiye bin perê xwe. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî demek berî demekê parêzer bi Birêz Ocalan re hevditin bikin. Ger hûn dixwazin rêya aştiyê vebe, divê demek beriya demekê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin."
Ji girtiyên siyasî peyama cejnê: Tu dûrbûn nikarin me ji hev qut bikin
Girtiyên siyasî yên HDP û DBP’ê peyama Cejna Qûrbanê weşandin û gotin: “Em tim bi were ne û hûn tim bi mere ne. Dê nekarin me ji hev qût bikin. Di nava me de dûrbûn hebe jî, em tu carî ji hev naqetin. Em ê teqez bi ser bikevin."
Temellî: Rêya aştiyê di vemirandina şewatan re derbas dibe
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, beşdarî pîrozbahiya Cejna Qurbanê ya li avahiya HDP'a Rihayê bû û got: “Ger ku tecrîd rabe em dê cejnên hîn xweştir bibînin. Rêya aştiyê di vemirandina şewata daristanan re derbas dibe."
Li HDP’ê pîrozbahiya cejnê: Bila bibe wesîleya aştiyê
Partiyên siyasî bi wesîleya Cejna Qûrbanê, cejna hev pîroz kirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya şandeyên CHP, SP û DSP’ê pêşwazî kirin û hêvî kir ku ev cejin bibe cejna, azadî, aştî, bindest, kedkar, jin û ciwanan.
HDP dê li Amedê mîtînga aştiyê pêk bîne
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamçi diyar kir ku dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de mîtînga aştiyê pêk bînin. Çamçi, da zanîn ku dê di mitîngê de bixwazin ku tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
'Dê bi qanûna Aştiya Hebûnê, pereyên reş qebûl bikin’
Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, diyar kir dê bi sererastkirina herî dawî ya “Aştiya Hebûnê” rê, “Pereyên reş qebûl” bikin û got: “Pereyên reş ên li Tirkiyeyê tên qezenckirin, weke ku ji derveyî welat re şandibin dê bidin nîşandan û hewl bidin bi vê yekê hin kesan fîhil bikin.”
Alper Taş: Krîza aborî dê bi koçberiyek nû zêdetir bibe
Endamê Lîjneya Serokan a ODP'ê Alper Taş, diyar kir ku sedema bingehîn a krîza aborî polîtîkaya Tirkiye ya têkildarî Sûriye ye û wiha got: "Şerekî li diji Idlibê pêk bê, dê rê li pêş koçberiyek mezin a ber bi Tirkiyeyê ve veke. Divê hêzên muxalif der barê hilbijartina rêveberiyên herêmî de jî amade bin."
Mizrakli yê HDP'î: Divê bi lez tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Selçuk Mizrakli krîza ku îro Tirkiye ketiye nav nirxand û diyar kir ku ev krîz emcama pergala 200 salan e û wiha got: "Ji bo Tirkiye ji nava vê krîzê derkeve divê bi lez gavên bawerî, aramî, aştî û demokrasiyê pêş bixe. Divê bi lez tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. "
Temellî: Çareserî di rêxistinkirina berxwedanê de ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, diyar kir ku ew ne di keştiya hikûmetê ya noqî avê dibin de ne û wiha got: "Çareserî di rêxistinkirina berxwedanê de ye. Çareserî li taxa me ye. Divê em bi hevre berxwedanê bi rêxistin bikin. Em hemû rexneyên li dijî partiya xwe bi baldarî dinirxînin."