HDP: 12'ê Îlonê navê rêveberiya otorîter ya îro ye
Rêxistina HDP'ê, bi minasebeta 38'emîn salvegera 12'ê Îlonê daxuyanî da û diyar kir ku 12'ê Îlonê ne tenê navê darbeyekê ye û wiha got: "12'ê Îlonê navê rêveberiya îro ye. Navê feraseta îro ye. "
Kurtulan: Divê AKP polîtîkayên xizmeta Tirkiye dike pêş bixe
Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, têkildarî geşedanên di rojevê de li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî û xwest hikûmeta AKP’ê polîtikayên ku xizmeta Tirkiye dike pêş bixe.
Temel ê 68 roj di grevê de ma: Çareserî dîsa li Îmraliyê ye
Di 2012’an de ji bo şertên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên girtîgehê bên başkirin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd diyalog û zimanê kurdî bibe fermî li girtîgehan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Yek ji van çalakgerên greva birçîbûnê Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku divê tecrîd rabe û got: “Çareseriya vî karî diyaloga gengeşekirinê ye.”
Leyla Guven: Divê her kes li dijî tecrîdê rabin ser piyan
Hevseroka KCD'ê ya girtî Leyla Guven, ji Girtîgehê peyam ji Lijneya Giştî ya KCD'ê re peyam şand û xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Guven, ani ziman ku ji bo tecrîd bi dawî bibe divê hemû rêxistinên demokratîk rabin ser piyan. Guven, ji bo yekîtiya neteweya kurd jî xwest her kes berpirsiyariyê bidin ser xwe.
Qedexekirina pêşangeha wêneyên Dayîkên Şemiyê di rojeva Meclîsê deye
Parlamenterê CHP’ê yê Manîsa Suleyman Bulbul qedexekirina pêşangeha wêneyên Dayîkên Şemiyê bir rojeva Meclîsê.
HDP: Ji hewldanên xerakirina li Idlibê dûr bikevin
Hevserokên Gişti yen HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî, bang li AKP û hemû hêzên ku li ser Idlibê hesaban dikin kir û xwest ji hewldanên xerakirina Idlibê dûr bikevin. Hevserokên HDP'ê ji Neteweyên Yekbkûyî xwest ku sucên AKP’ê yên li ser axa Sûriyeyê lêkolîn bikin.
Gur: Dê Îdlib rê li ber şerekî herêmî veke!
Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Nazmî Gur, destnîşan kir ku Tirkiye ji ber polîtîkayên xwe yên derve li Sûriyeyê bi ser neketiye. Gur, bilêv kir ku operasyona rejîma Sûriyeyê ya der barê Îdlibê de dê rê li ber şerekî herêmiyî veke.
HDP’ê pirsgirêkên welatiyên astengdar bir Meclîsê
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, pirsgirêkên welatiyên astengdar ên li bajêr bir rojeva Meclîsê.
Paylan 6-7 Îlonê bir Meclîsê: Divê dewlet rû bi rû bibe
Parlamenetê HDP'ê Garo Paylan, ji bo ku dewlet bi 6-7'ê Îlonê re rû bi rû bibe pêşniyarname da Meclîsê.
Prof. Dr. Uzgel: Nezîkatiya Tirkiye-YE pragmatik e
Prof. Dr. Îlhan Uzgel, bal kişand ser têkiliyên di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiye yên li ser aboriyê pêş dikevin û wiha got: "Hewldanên Tirkiye ku dixwaze têkiliyên xwe û bi YE re ji nûve pêş bixe, pragmatik û seranser e."
Maçînê HDP’î: Divê hêzên demokratîk bên gel hev
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûrettîn Maçîn, diyar kir ku divê hêzên demokratîk bên gel hev û eniyek berfireh ava bikin.
Bîlgen: Divê partî ji Hilbijartina 24'ê Hezîranê ders derxin
Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku Rewşa Awarte şiklî hatiye rakirin û erkên wê hîn dewam dikin. Bîlgen ji bo tifaqên partiyan jî got divê partî ji hilbijartina 24'ê Hezîranê ders derxin.
Temellî: Dem dema demokrasiya herêmî û gel bigîhîjin hev e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Amedê di civîna "Amedakariya ji bo hilbijartinên herêmî" axivî û bang kir ku her kes ji bo Idlibê ku ber bi şer ve diçe, tişta ku ji dest tê bike. Temellî got polîtîkaya şer a AKP’ê bûye sedema rûxandina aborî û dem dema demokrasiya herêmî û gel bigîhîjin hev e.
Hevalê Ocalan ê salên xwendekariyê Ayhan: Tirkiye tê tecrîdkirin
Abdurrahman Ayhan ê di salên xwendekiriyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kir got: “Bi tecrîdkirina Ocalan re Tirkiye jî tê tecrîdkirin. Ocalan rêberek ji bo aştiyê kefen li xwe kiriye.”
Temellî: Divê em rê li pêş îktîdara xwe bi şer xwedî dike bigirin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî qedexekirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hilbijartinên herêmî û 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nirxand û got: "Divê em rê li ber vê îktîdara ku xwe bi şer xwedî dike bigirin."