‘Efo ji bo serokên rêxistinên sûcên organîzê heye, lê ji bo girtiyên nexweş tuneye’
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ji bo pêşniyara efoyê ya MHP’ê, diyar kir ku efo ji bo qatîlan, dizan, tucarên tiryakê û çeteyên sûcên organîzê heye, lê ji bo girtiyên nexweş tuneye.
Bîlgen mijara efoyê nirxand: Pêwîstî bi reformek çareseriyê ya darazê heye
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen, derbarê afoya MHP’ê ya pêşkêşî Meclîsê kir de axivî û got: “Ger hemû partî di vî warî de cîdî bin, bi nirxe û em wan dawetî reformek çareseriyek mezin a di darazê de dikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkek evqas kûr, pêwîstî bi reformek darazê û edaletê heye.”
Ji wî re edet e, ji xelkê re qebhet e
Serokomar Tayyip Erdogan li TEKNOFEST'ê ya Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê axivî. Erdogan kesên zarokên xwe dişînin welatên rojava rexne kir û got: "Xwendekarên ku hûn ji bo bibin endezyar dişînin welatên rojava mejiyên wan bi fikrên biyanî vedigerin. Lê balkêş e zarokên Erdogan Summeya, Bîlal û Burak Erdogan jî Zanîngeh li DYA xwendibûn.
Oluç: Li şûna hûn pariyê mirovan kêm bikin, lêçûna şer kêm bikin
Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, têkildarî "Bernameya Aboriya Nû" ya hikûmetê civîna çapemeniyê pêk anî. Oluç, politikaya AKP'ê ya givaştina zik rexne kir û got: "Li şûna em zikê xwe bigivêşin, bila lêçûna şer kem bikin. Li şûna em pariyan kêm bikin balafirên şer ên F 35'an û fuzeyên S400'an nekirin. "
Temellî û Buldan: Emê têkoşîna Ayhan bilind bikin
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezai Temellî, daxuyaniya hevpar dan û diyar kirin ku ew dê têkoşina parlamenterê HDP'ê yê berê Îbrahim Ayhan ku bi krîza dil jiyana xwe ji dest da berdewam bikin.
Prof. Jongerden: Rusya zû dereng dê li Îdlibê operasyonê pêk bîne
Akademîsyê Zanîngeha Wagenînen Prof. Joost Jongerden, bal kişand ser hevdîtina di navbera Tirkiye û Rûsya ya li ser Idlimê û wiha got: "Ger ku hêzên li Idlibê peymanê red bikin, dê bi komên radîkal ên çekdar ên Tirkiye re rû bi rû bimînin. Jongerden, da zanîn ku Erdogan li ser navê kesên ku ne li ser masê bûn bi Rûsya re li hev kir û wiha got: "Zû dereng dê Rûsya li dijî Idlibê operasyonê pêk bîne. Yê taliyê bi ser bikeve Rûsya ye.
Temellî: Dema HDP namzetan diyar bike dê ji kedkar, jin û gelan bipirse
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan hewl dide mûdaxileyê pêvajoya namzetên hilbijartina herêmî ya HDP’ê bike û got: “Dema HDP biryarê bide, dê ji kedkar, jin û gelan bipirse.”
HDP’ê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê bir Meclîsê
Marlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyên Kaçmaz, binpêkirinên mafan ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên jiyîn, bir Meclîsê û ji Wezîrê Dadê Abdullah Gul pirsname pirsî.
Federasyona Roman çû serdena HDP’ê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya Federasyona Komeleya Romanên Akdenîzê li hev kom bûn.
Bîlgen ê HDP’î: Divê dozger daxwazên karkeran lêkolîn bike
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, têkildarî binçavkirina karkerên Balafirgeha 3’emîn û geşedanên dawî li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen, diyar kir ku li şûna dozger daxwazên karkeran lêkolîn bike û wekî serlêdana sûc qebûl bike, karker bi derbkirinê tên binçavkirin. Bîlgen, bal kişand ser serdema nû ya perwerdehiyê jî û wiha got: "Serdema nû bi pirsgirêkên mezin dest pê kir."
Sinorê nû yê navbera KBY û Sûriyeya Bakur: Xeta boriyê ya Bexda û Ovakoy
Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe piştî referandum pêk anî, Tirkiye û Irak ketin nava xetek nû ya rêya bazirganiyê. Di nava vê mehê de dê xeta bazirganiyê diyar bibe. Tê diyar kirin ku rêya bazirganiyê û xeta boriyê ya navbera Ovakoy-Beşde, dê di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistan û Bakurê Sûriye de sînorekî ava bike.
Temellî: Cihê zilm lê hebe berxwedan jî heye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Cemxaneya Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal ziyaret kir. Temellî, di ziyaretê de êrîşa li ser karkeran şermezar kir û got: "Li ku zilm hebe li wir berxwedan heye. Em di vê berxwedanê de, dê bi were rêwîtiya xwe berdewam bikin."
Temellî: Tenduristiya karkeran pirsgirêka herî mezin a Tirkiye ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, piştî, 543 karkerên 3’emîn Balafirgeha Stenbolê hatin binçavkirin, bi armanca piştevaniya karkeran Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM) ziyaret kir. Temellî, diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiye pirsgirêka ewlehiya kar û tenduristiya karkeran e.
Onlu: Rêya ji krîzê derketin di Îmraliyê re derbas dibe
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu yê beşdarî konferasna partiya xwe ya Riha bû, diyar kir ku rêya ji krîzê derketin di Îmraliyê re derbas dibe û got: “Em vê krîzê bi hêzên demokratîk û kedkar, yekitiya neteweyî ya li Kurdistanê re derbas bikin.”
Temellî Enstîtuya kurd ziyaret kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê ziyaret kir. Temelî, diyar kir ku Enstîtuya kurd ne tenê wêjeya zimanê kurdî diparêze, di heman demê de piştgiriyê dide aştiya vî welatî û bi nasnameya xwe li holê ye.