Temellî: rexne û rexnedayîn rêgeza bingehîn a partiya me ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku ew rexnedayînê bi riya çapemeniyê û medya civakî nakin, ew rexnedayîna xwe didin gel, hevalên xwe û saziyên xwe.
‘Erdogan li şûna çareseriyê netewperestiyê pêş dixe’
Serokê Giştî yê PSK’ê Mesûd Tek, diyar kir ku sedema kûrbûn krîza aborî ji ber polîtîkayên şer ên AKP’ê ye û got: “Erdogan li şûna çareseriyê netewperetiyê pêş dixe. Ji ber vê em naxwazin fedekartî bikin.”
Katircioglû: Sedema krîzê ne Amerîka ye
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol katircioglû, destnîşan kir ku Papaz Brûnson rehîn tê girtin û got: "Dema mirov krîzê bi Amerîkayê ve girêde, ev tê wateya keysperestiya siyasî ya Tayyip Erdogan."
Pîroglû: Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man
Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, ji bo gotinên Serkomar Erdogan ku got "Em di heman keştiyê de ne" got: "Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man. Tu carî çarenûsa me ne hevpar bûye û dê nebe jî." Seroka EHP'ê Sîbel Ûzûn jî got: "Aşkere ye ku dê gel, kedkar û bloka rejîma yek zişamî û sermayeyê di heman keştiyê de cih negirin."
Berdevkê HDP’ê Oluç: Heke dawî li xerckirina şer bê dê krîz bisekine
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç têkildarî geşedanên aboriyê de axivî û got: “Divê aboriya îsrafê bidawî bibe. Lazim e têkiliyên dostikên hev bi dawî bibin û xwe arasteyî hilberîn û îstîhdamê bikin. Pêwîste dawî li xerckirina leşkerî û şer bê anîn. Heta ev gav neyên avêtin, ne pêkan e krîz bê sekinandin.”
Tanrikûlû: AYM bû hevkarê polîtîkayên binpêkirina mafên mirovan
Di 6 salan de 176 hezar û 951 kesî bi hinceta "mafên wan ên darizandineke adil hatiye binpêkirin" serî li AYM'ê dane. Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû ji bo helwesta AYM'ê ya ji bo serlêdanan got: "Bû hevparê polîtîkaya binpêkirina mafên mirovan."
Partiyên siyasî bertek nîşanî Erdogan dan: Em ê çokê daneynin
Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî gefxwarina Erdogan a li dijî HDP’ê dan û gotin: “Me li ber gef û zextên Qesrê çok danenî û em ê çokê daneynin.”
Siyasetmedarên piştigrî dan HDP’ê: Têkoşîna me bi gefan naraweste
Partitiyên EMEP, Kesekan û Malêngel yên di hilbijartinê de piştgirî dan HDP’ê bertek nîşanî gotinên Serokkomar Erdogan ên “Ên piştgirî dan ku bikevin parlamentoyê, dê hesab bidin” dan û gotin: “Têkoşîna me ya demokrasiyê tu caran bi gefan naraweste.”
Li hemberî rejîma 'yekzilamî' pêşniyaza 'xeta têkoşînê'
Endama MYK'ê ya HDP'ê Zubeyde Zumrut, destnîşan kir ku feraseta tekparêz, nîjadperest û zayendîparêz ya bi Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê re tê avakirin welat ber bi xetereyê ve dibe. Zumrut, diyar kir ku li hemberî vê yekê divê pêşî komên jinan ên partiyên muxalif ên di parlementoyê de mil bidin milê hevdu û bitêkoşin.
Qedexeya 2 sal û nîve naqede: Îmrali û Ocalan
Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran ên girtî ku wek sekreterya biribûn Îmraliyê, di 2015’an de sewqî Girtîgeha Jimara 9’an a Silîvriyê kiribûn. Hat zanîn ku hevdîtinên Arkaş û Kuran ên bi malbat û parêzerên re hemû hatine temaşekirin û qeyda deng hatiye girtin. Hat zanîn ku ji ber peyva “Ocalan” û “Îmrali” derbas bûn hevdîtin demildest hatin bidawîkirin.
Beştaş: Tu jî dê biçî…
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a têkildarî HDP’ê da û bi van gotinan bersiva Erdogan da: “Gelek kes wekî te gef li gel xwarin. Hemû hatin û çûn. Dê tê jî biçî.”
Bîlgen bertek nîşanî Erdogan da
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a derbarê HDP’ê da û diyar kir ku Erdopgan bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî HDP’ê dixwaze rojevê biguherîne.
Şandeya HDP’ê serdana Yildirim kir
Şandeya HDP’ê ya di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî serdana Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim kir. Temellî girtina parlamenteran bi bîr xist û got ku divê meclis di vê mijarê de hesasiyeta bikeve ser milê wê bi cih bîne.
Şandeya HDP’ê dê biçe serdana Bînalî Yildirim
Şandeya HDP’ê ya Hevserokê Giştî Sezaî Temellî jî di navê de, dê biçe serdana Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim.
Oluç: Divê em li dijî rejîma ne rewa muxalefetê birêxistin bikin
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç diyar kir ku ew rêxistinbûyîna muxalefeta yên li dijî rejîma rewabûna wê nîne îtîraz dikin nîqaş dikin û got: “Heke em muxalefetek civakî û demokratîk ya hevbeş pêk bînin, em dikarin li dijî vê rejîmê dengê xwe derbixin û bi ser bikevin.”