Rêveberiya Xweser a Demokratîk: Armanca Tirkiye aramiya herêmê têk bibin e
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê diyar kir ku armanca Tirkiyeyê bi van êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û gefên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.
ÎMO: Pirsên li benda bersivê ne
Hevserokê Şaxa Odeyên Endezyarên Înşaetê yê Amedê Nihat Noyan, têkildarî teqîna çavê Bendava Dîcleyê ku pêlên ava Çemê Dîcle zêde kir axivî. Noyan, diyar kir ku piştî ew lêkolîn bikin dê rapor amade bikin û wiha got: "Gelek pirs li benda bersîvê ne. Piştî mudaxaleyî çem kirin ev encam derketin holê.
YSK’ê salnameya hilbijartina herêmî aşkere kir
YSK’ê salnameya hilbijartina herêmî ya dê di 31’ê Adara 2019’an de pêk were aşkere kir. YSK’ê destpêka hilbijartinê 1’ê çile diyar kir.
Hevserokên HDP’ê: Her ku hilbijartin nêz dibe şer geş dikin
Hevserokên Giştî yên HDP’ê, têkildarî daxuyaniya Serokkomar Erdodan a operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û gotin: “Her ku hilbijatina herêmî nêz dibe, şer geş dikin.”
HDP’ê dema serlêdanên bernamzetan dirêj kir
Alîkara Hevseroka HDP’ê Yûrdûsev Ozsokmenler diyar kir ku ji ber zext û pêkutiyên li dijî partiya wan li gelek cihan kar û barên serlêdanên bernamzetên dereng ketine û ji ber vê yekê serlêdanên bernamzetiyê yên ji bo partiya xwe heta 18’ê kanûnê dirêj kirine.
Beştaş: 300 polîsan bi ser avahiya me de girtin: Dayik bi erdê re kişandin
Parlamentera HDP’ê ya Meral Danış Beştaş, li meclîsê der barê butçeyê û çalakiyên grevê de axivî. Beştaş, anî ziman ku ku butçeya heyî butçeya şer e. Beştaş, têkildarî serdegirtina avahiyên HDP'ê de 2 wêne nîşan dan û wiha got: "Li Amedê 300 polîsan bi ser avahiya me ya bajar de girt. Dayika 80 salî bi erdê re kaş kirin."
Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan têkildarî hevdîtinên budçeyê di Desteya Giştî de axivî û got: “Tecrîda li ser Ocalan welat ber bi krîz û kaosê ve dibe. Parlamentera me Leyla tiştên ku vê parlamentoyê ne karin bikin û çavên xwe ji pirsgirêkan re digire dike û ji bo vê 33 rojin di çalakiyê de ye.”
Ahmet Turk: Ev destpêk e
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ê ji HDP’ê bû bernamzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, diyar kir ku baweriya wan a demokrasî li Tirkiyeyê pêş bikeve heye û got: “Lê ev dê bi têkoşîna me derbikeve holê. Ev têkoşîn hîna destpêk e.”
Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev
Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê ya HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, der barê Hefteya Mafên Mirovan de axivî û got, maf û azadî tên binpêkirin û demildest divê rêxistinên civaka sivîl nêrînên xwe yên siyasî deynên hêlekê û ji bo vê bên cem hevdu.
Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di kongreya HDP'a Sancaktepeyê de axivî. Temellî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê û got: "Dengê Guvem li dijî faşîzmê û şer e." Her wiha Temellî bal kişand ser hilbijartina herêmî jî û got: "Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin."
Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, bal kişand ser zextên di demên dawî de zêde bûne û got: “Birêz Ocalan çi dema biaxive, dengê wî yê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bilind dibe. Ji bo ku civak vî dengê nebihîse, tecrîdê girantir dikin. Lê ger dîrokek wan a zilamê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye.”
HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê li bajarên kurdan bi pêşhilbijartina bernamzetan namzetan diyar bikin. HDP, li bajarên rojava jî xebatên ji bo kesên xwedî îdîa ku ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin û pejirandin dikin. Li gorî Kulîsan li Stenbolê Celal Dogan, li Îzmirê Sirri Sakik, li Edeneyê Fatma Kurtulan û li Mêrsînê jî navê Ayhan Bilgen tê axaftin.
Li Kolombiyayê di 10 mehan de 226 aktivîst hatin kuştin
Li konferanseke der barê hevdîtinên ji bo aştiyê yên li Kolombiyayê de Serokê Komîsyona Piştevaniyê ya Navnetewî (CGAS) Umberto Bandîera axivî û diyar kir ku ji Çileya 2018'an heta meha Mijdarê li Kolombiyayê dewletê 226 aktivîst kuştine.
MYK’a HDP’ê dicive: Ji bo çalakiya Guven ‘Plana Çalakiya Lezgîn’ di rojevê de ye
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê dicive. MYK’a dê çalakiya Leyla Guven, hilbijartina herêmî û birîna cezayên li parlamenterên berê yên HDP’ê bigire rojeva xwe.
Temellî: Tu hukmê biryara Dadgeha Îstinafê ya ji bo Demîrtaş û Onder tune ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, der barê biryara Dadgeha Îstinafê ya têkildarî Selahattin Demirtaş û Sirri Sureyya Onder de rexne kir û wiha got: "Doja DMME biryar da Serokomar got 'Ez biryarê nas nakim' Pir aşkere ferman da dadgehê. Ji ber vê yekê tu hukmê biryara Dadgeha Îstinafê tune ye.