Aydenîz: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan nebe nabe
Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, diyar kir ku piştî gefên Tirkiyeyê yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din divêtiya ji bo yekîtiya netewî ya kurd derketiye holê û got: "Li hemberî êrîşên li dijî destkeftiyên kurdan yekîtî hewce ye û tiştekî lezgîn e."
Temellî: Tecrîd mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd muxatab Ocalan e û got: "Tecrîd, mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye. Heta hûn dawî li tecrîdkirinê neynin hûn ê nikaribin tu tiştî bikin."
Temellî: Bila hemû hêzên derveyî welat ji Sûriyeyê vekişin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, biryara DYA ya vekişandina ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: "Divê hemû hêzên derveyî welat ji Sûriyeyê vekişin. Em bang li NY dikin ku înîsiyatîfê bigire."
Hevseroka MSD’ê Umer: Tirkiye bêyî destûra DYA’yê nikare êrîş bike
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîne Umer diyar kir ku heta DYA destûrê nede Tirkiye nikare li dijî Bakurê Suriyeyê operasyonê li dar bixe û koalîsyona navnetewî jî çareseriyê di diyalogê de dibîne.
Siyasetmedar: Ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê tecrîd rabe
Hevserokê DBP'a Amedê Îbrahîm Çîçek, bêdengiya hikûmetê ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê rexne kir û çalakiyên greva birçîbûnê yên di sala 2012'an de bi bîr xist. Çîçek got: "Em di destpêka pêvajoya 2012'an de ne. Ji bo îro Birêz Ocalan rola xwe bilîze, divê dawî li tecrîdê bê."
Temellî: Kengî hilbijartin nêzîk bibe îktîdar bi xwîna kurdan dikevin hilbijartinê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di ziyareta Mûşê de polîtikaya AKP'ê ya şer rexne kir û wiha got: "Kengî hilbijartin nêzîk dibe îktidar bi xwîna kurdan diçe hilbijartinê. Yên heviya xwe bi ketina Rojava xurt dikin carek din Tirkiye dixin nava kaosê." Temellî, bal kişand tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Tecrid dê bi têkoşînê bi dawî bibe."
Ozsoy: AKP ji xwe re li pozîsyona operasyonê digere
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku di operasyona li dijî Bakurê Sûriye de tê plankirin hêzên nehatine qanihkirin hene û hikumeta AKP’ê bi boneya pozîsyonê ji xwe re bibîne bertekên navnetewî dipîve.
HDP'ê ji bo penaberan ji meclisê xwest lêkolin bikin
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Damiş Beştaş, diyar kir ku penaberên li Tirkiye ji mafê şert û mercên jiyanê herî kêm pir dûr in û xwest meclîs der barê şert û mercên wan ên jiyanê de lêkolîn bike.
Aydenîz: Di hilbijartinê de dixwazin şer bikin propaganda xwe
Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê û gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê wek hewldana “Nefesê dide DAIŞ’ê” nirxand û got AKP dixwaze pêvajoya hilbijartinê bi propaganda şer birêve bibe.
Heyeta PSK'ê serdana HDP'ê kir
Cîgirên Serokê Giştî yên PSK'ê, serdana HDP'ê kir û giringiya yekîtî û hevgirtina kurdan anîn ziman.
Temellî: Heta tercîda Îmraliyê ranebe demokrasî nayê vî welatî
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Qersê bi gel re hat cem hev û bal kişand ser çalakiya Leyla Guven. Temelî, anî ziman ku Guven 40 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye û wiha got: “Ji bo şer bi dawî bibe muxabatê meseleyê diyar e. Muhatab Birêz Ocalan e. Heta tecrida Îmraliyê ranebe, demokrasî û aştî nayê vî welatî."
Hevserokê DBP’ê Arslan: Çareseriya pirsgirêka Kurd di rakirina tecrîdê re derbas dibe
Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan ê demek nêz ji girtîgehê hat berdan, diyar kri ku çareseriya pirsgirêka Kurd di rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re derbas dibe û got: “Ne çareserkirina pirsgirêka Kurd civakê ber bi têkbikirina civakî û siyasî ve dibe.”
Buldan: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Colemêrgê axivî û got: “Şêniyên li Mexmûrê dijîn ji ber zilma li vê derê reviyan çûn. Tecrîdkirina Birêz Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye.”
Çiftyurek: Li hemberî êrîşan em helwesteke hevpar nîşan bidin
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, bertek nîşanî amadekariyên êrîşan ên li hemberî Rojavayê dan û bang li partiyên kurdan kir û got: "Êrîşên derveyî sînor kî dike bila bike, lê divê em li hemberî van êrîşên neheq û bêhiqûqî helwesteke hevpar nîşan bidin. Îro divê hem kêfxweşiya me hem jî şîna me yek be."
Buldan: AKP ji bo polîtîkaya hilbijartinê êrîşî Mexmûr û Şengalê dike
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku êrîşa li dijî Şengal û Mexmûrê polîtîkaya AKP’ê ya hilbijartinê ye û got: “Feraseta li Cizîr, Silopî, Sûr, Gever û Nisêbînê kevir li ser kevirê nehişt, îro bi dorpêç û tasfiyekirinê îktîdara xwe diparêz e.”