Ahmet Turk ê 5 sal berê bi Ocalan re hevdîtin kir: Ji bo şikandina tecrîdê pêwistî bi bertekên xurt heye
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku 5 sal berê li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kir, bal hişand ser helwesta CPT û Ewropa û wiha got: "Bêdengiya CPT, Ewropa û Cîhanê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan nîşan dide ku demokrasî çiqas paşve ketiye. Ji bo şikadina tecrîdê divê her demokrat û kesên ji demokrasiyê bawer dike, li dijî tecrîdê bertekên xurt nîşan bidin."
Hatimogullari: Dixwazin bi binçavkirinan hilbijartinê bi dest bixin
Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari xwest 5 siyasetmedarên li Edeneyê hatin binçavkirin bên berdan û got: “Ev pêla binçavkirinan operasyona bi dest xistina hilbijartinê ye. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê hev bigirin.”
Leyla Guven: Çi ji destê kê tê divê bike
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku 54 roj in di greva birçîbûnê de ye xwest ji bo xwedî derketina biratiya gelan bêyî ku dereng bibe çi ji destê kê hat divê bike.
HDP'ê peyama sersalê da: Dê zalîm têk biçin
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, di peyama sersala 2019'an de gotin "Em hêvî dikin ku di sala nû de azadî û demokrasî qezenc bikin."
Temellî: Divê me mil bidin vê berxwedanê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Milasê xîtabî gel kir û got: ''Leyla Guven a hêja li dijî vê nedadmendiyê dengê xwe bilind dike, li ber xwe dide. Em jî divê mil bidin vê berxwedanê û geş bikin.''
Temellî: Ji bo aramiya Tirkiyeyê daxwaza Leyla Guven zelal e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku Leyla Guven ji bo dihatûya Tirkiyeyê daxwazek pir zelal tîne ziman û got: "Hevala me Leyla Guven dibêj 'Bila tecrîd bi dawî bibe, parêzerên Birêz Ocalan karibin tavilê hevdîtinê bikin'. 52 roj in dem derbas dibe û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên Guven derketine."
Pêşnûmaya zimanê zikmakî ya HDP'ê: Li gorî serdam 26'an guncav bû, lê li gorî ya 27'an ne guncav e
HDP'ê ji bo xizmeta cemaweriyê bi zimanê zikmakî bê dayîn pêşnûmayek berpêşî Meclîsê kiribû, lê belê bi hinceta derî Qanûna Bingehîn e hat redkirin.
Ozsoy: Eger Tirkiye êrîş bike wê têkeve nav çiravê
Berpirsiyarê Têkiliyê Derve û Alîgirê Hevserokatiya HDP'ê Hişyar Ozsoy anî ziman ku Sûriye naşibe tu welatekî Rojhilata Navîn û ger Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike wê têkeve nav "çiravê" û got: "Wê fatûreya van polîtîkayên dijî kurdan ên Tirkiyeyê giran be."
Temellî: Bêyî derengbûnê em deng bidin dengê Leyla Guve
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Manîsayê axivî û got: “Leyla Guven 50 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo em dereng nemînin û êş li ser êşên me zêde nebe divê em deng bidin dengê Leyla Guven.
Meclîsa Bakurê Sûriye: Heke Tirkiye êrîş bike dê DAIŞ dîsa xurt bibe
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî hewldanên Tirkiye û piştgiriya DAIŞ'ê daxuyanî da û destnîşan kir ku heke êrîşên Tirkiye li dijî herêmê pêk werin, dê çeteyên DAIŞ’ê dîsa xurt bibin û li herêmê aramî têk biçe.
Ebû El-Erac: Gelê Minbiçê dest ji axa xwe berneda û bernade
Cîgirê Fermendariya Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû El-Erac destnîşan kir ku Tirkiyê bi gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên gelê herêmê dike hedef û wiha got:" Şêniyên Minbicê di berxwedanê de bi israra in. Gelê Minbiçê dest ji axa xwe berneda û bernade.”
HDP'ê peyama Noelê da
Hevserokên Giştî yên HDP'ê bi boneya Cejna Noelê peyamek weşandin û gotin: "Di vê dema şer de, em hêvîdarin ev cejn bibe wesîleya xurtkirina aştî û piştevaniyê."
Bîlgen: Zimanê siyaseta Enqereyê rê li ber dijminiyê vedike
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser bazariya Tirkiye û DYA’yê ya Sûriyeyê û got: “Bedela şerê li Rojhilata Navîn gel didin.” Bîlgen got zimanê siyaseta Enqereyê rê li ber dijminatiya kurdan vedike.
Aslan: Em deng bidin dengê girtiyan
STENBOL - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan li Stenbolê bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Em deng bidin dengê girtiyan."
Temellî: Li Tirkiye tenê terorek heye ew jî 17 terorîstên malbata Şenyaşar qetil kirin e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, beşdarî kongreya Bajar a Aydinê bû û diyar kir ku di nava AKP'ê de nelirêtî, dizî û tu çi bixwaze heye û wiha got: "Îktidara AKP'ê li Tirkiye bi şer îktîdara xwe diparêze. Gelan dike dijminê hev û bi hev dide şerkirin. Ji HDP'ê re dibêje têkiliya wê û terorê bi hevre heye. Li Tirkiye tenê terorek heye. Ew jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ye. 17 terorîstên li Nexweşxaneyê malbatna Şenyaşar qetil kirin e."