Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Mûglayê de axivî û got: “Leyla Guven a 24 rojin li Girtîgeha Amedê di greva bîrçîbûnê deye, li dijî zilmê nûnera barxwedan û pêşanga gelên Kurd û Tirkiyeyê ye.”
KNK'ê piştgirî da Tevgera Azadî
Şandeyeke KNK’ê li dijî hewldanên girtina Navendên Tevgera Azadî, bi armanca piştgiriyê Navenda Tevgera Azadî ya Kurdistanê ziyaret kir.
Kaya: Leyla Guven bi awayekî jinane berxwdana xwe didomîne
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê û diyar kir ku di nav çar dîwaran de bi awayekî jinane berxwedana xwe didomîne û li hemberî rejîmê meydanê dixwazê.
Leyla Guven: Ez hevrêya hezkiriyên di oxira vê jiyanê de jiyana xwe ji dest bidine me
Peyama Parlamentera HDP’ê Leyla Guven di komcivîna partiya wê de hat xwendin. Guven di peyama xwe de wiha got: “Ez hevrêya hezkiriyên di oxira vê jiyanê de jiyana xwe dest bidine me."
Kurtulan: Leyla Guven hestiyarek civakî înşa kir
Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 19 roj e di greva birçîbûnê de ye hestiyariyek civakî înşa kiriye û got: “Ji bo pirsgirêkek jiyanî ya Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ye.”
Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP'ê dest pê kir: Encam dê muhteşem be
2'yemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi beşdariya bi hezaran ciwanan û bi şiyara "Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike" dest pê kir.
Başaran: Em ê dev ji qeyûma bernedin, wê hesab bidin
Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku ew ê dev ji deynên ku qeyûma xistine stuyê şaredariyan bernedin û ew ê di hilbijartina herêmî de serketineke mezin bi dest bixin.
Li Mêrdîn û Dersimê starta hilbijartinê hat dayîn
Rêxistinên HDP'ê yên Dersim û Mêrdînê startên hilbijartina herêmî dan. Di daxuyaniyên HDP'ê de hat gotin ew ê di 31'ê Adarê de hesab bixwazin û şaredariyên xwe paş ve bigirin.
Demîrtaş: Operasyona ‘pêngav û vî karî xelas bikin’ êdî tê fêmkirin
Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku erêkirina cezayê 4 sal û 8 meh yê lê hat birîn zextek siyasî ye û got: “Êdî ji operasyona AKP'ê ya ‘pêngav û vî karî xelas bikin' plan kiriye tê fêmkirin.”
HDP: Bi Guven û Demîrtaş re divê hemû dîlên siyasî bên berdan
HDP têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û biryara DMME’yê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş li gelek navendan daxuyanî da. Di daxuyaniyan de hat xwestin di serî de Guven û Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Nûnerên partiyên siyasî: Tirkiye ji dewleta hiqûqê derketiye
Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku piştî biryara DMME ya ji bo Demîrtaş û dewama girtina wî wek biryarek “siyasî” nirxandin û gotin piştî gotinên Erdogan Tirkiye ji dewleta hiqûqê derketiye.
Kiliçdaroglu: Divê em li gorî biryara DMME bimeşin
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, der barê biryara DMME'ê ya têkildarî Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selehattîn Demirtaş nirxand û got: “Divê em li gorî biryara DMME'ê tev bigerin. Lê dil dixwest li şûna DMME Dadgeha Qanuna Bingehîn vê biryarê bide.
Kerestecîoglu: Serlêdana Erdogan dibe lê dema Demîrtaş serî lê dide nabe gelo?
Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglu têkildarî daxuyaniya “Biryarên DMME’yê me eleqedar nakin” a Erdogan nirxand û got: “Erdogan serî lê dide dibe, lê dema Demîrtaş serî lê dide Tirkiyeyê eleqedar nake gelo?”
DMME: Pêwiste Demîrtaş bê berdan
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), li ser serlêdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş biryar da û xwest Demîrtaş were berdan.
Siyasetmedarên li Sûriyeyê: Bila DYA dev ji biryara xwe berde
Siyasetmedarên kurd ên li Sûriyeyê biryara DYA'yê ya ji o pêşengên PKK'ê nirxandin û xwestin demildest dev ji vê biryarê bê berdan. Siyasetmedaran anî ziman ku ev pêşeng li Şengal, Iraq û Sûriyeyê ji bo mirovahiyê şer kirine û gelê kurd li cem pêşengên xwe ne.