Temelli: Daxwaz pir zelal e, tecrîdê rakin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî yên li girtîgehan û wiha got: "Girtiyan bi armanca tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe dest bi grevê kirine. Daxwazên wan pir zelal in. Em bang li rayedaran dikin. Ji bo greva birçîbûnê nebe sedema mirinê û ji bo em hevalên xwe winda nekin, em bang li îktîdarê dikin. Daxwaz pir zelal in. Tecrîdê bi dawî bikin."
Mîrza: Ev yek binpêkirina axa Iraqê ye
Endamê Parlamentoya Iraqê yê fraksiyona Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Şêrwan Mîrza, xwest baregehên dewletên biyanî yên li Iraqê bên derxistin. Mîrza, xwest Hikumeta Iraqê li ser komkujiya Dêrelokê lêkolîn bike.
Hevberdevka HDK’ê Koçyigît: Qeyûm êrîşek li dijî tenduristiya gel e
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît di Komxebeta Tenduristiyê ya HDK’ê de axivî û got: “Polîtîkaya qeyûman li dijî siyseta kurd di heman demê de êrîşek li dijî tenduristiya gel e. Li Kurdistanê hiqûqa mêtingeriyê pêk tê.”
Buldan: Em ê berxwedana çalakgeran mezin bikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku pêkanîna tecrîda li Îmraliyê ketiye halê “şiklê rêveberiyê” û got: “Wan bedena xwe daye ber birçîbûnê, tişta em ê jî bikin mezinkirina berxwedana wan e.”
Şêxê êla El-Birêc: Em dê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
Şêxê êla El-Birêc Mihemed Nûr El-Zîb, hewldanên destwerdana Tirkiyeyê di herêmê de red kir û wiha got: “Kê ji Erdogan re gotiye ku ewlehî li heremên me tune. Me bang li tu kesî nekiriye. Em dê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.”
Demîrtaş: Leyla Guven seknek bi rûmet nîşan dide‘AKP-MHP û komek CHP’yî dest dan hev…’
Dadgehkkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dewam dike. Demîrtaş bersiv da îdiayên jê tê darizandin û got: “Ji bo destnedayîna me rakin û bikin hedefa lîncê, AKP-MHP û hin CHP’yan dest dan hev û ji bo me biavêjin ber daraza hatiye polîtîkirin ketibûn nav bayê beze.”
Serokê CHP'a Rihayê: AKP di 31'ê Adarê de nagêje miradê xwe
Serokê CHP'a Rihayê Hayrettîn Cîdîr, hîle û xurdeyên ji bo hilbijartinê tên kirin nirxandin û got, bloka AKP-MHP'ê naxwaze vî karî ji şensê re bihêle û wiha got: "AKP di vê hilbijartinê de nagêje mexsed û miradên xwe."
Oluç yê bang li YE, PE û CPT’yê kir: Rewşa Leyla Guven giran dibe
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç, ji bo ewşa tenduristiya Leyla Guven carek din bang li hikumet û Serokê Meclîsê kir û got: “Em bang li saziyên mafên mirovan, baroyan, rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên navnetewî, YE, PE, CPT’yê dikin. Rewşa tenduristiya Leyla Guven nebaş dibe.”
HDP’ê nemzetên hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkera kir
HDP'ê namzetê xwe yê Hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkere kir.
Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mîtînga li dijî tecrîdê de axivî û got: “Daxwaza xoşewista Leyla Guven daxwazên bi mîlyonane. Gelên Tirkiyeyê dê bihevre tecrîdê bişkînin. Hikûmet jî berî ku dem derbas bibe û dereng bimîne, divê destûrê bide hevdîtinên parêzer û malbatê.”
Farisogûllari: Sabiqaya dewletê heye
Parlementerê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, destnîşan kir ku piştî hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tecrîd bi dawî nebûye û got: "Çimkî di vî warî de sabiqaya dewletê heye."
Başaran: Meclîs ev 70'î rojin li hemberî endama xwe xemsare û tiştekê nake
Berdevka Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dayî dest pêkirin û di roja 70'iyan berdewam dike de daxuyanî da û got: "Meclîs ev 70 rojin li hemberî endama xwe xemsar tevdigere û tiştekê nake."
HDP dê li rojavayê Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê
HDP’ê duh di civîna xwe ya MYK’ê de biryar da ku dê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê yên lê bi hêz in bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Dê ev bajar û nazmetên wan di 27’ê çile de diyar bibin.
Encamnemaya HDK’ê: Divê tecrîd demildest bê rakirin
Di Encamnameya 9’emîn Kongreya HDK’ê de, hat diyar kirin ku dê berxwedana li dijî faşîzmê civakî bikin û wiha hat gotin: “Em daxwaz dikin ku hemû zext û tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî dimildest bê rakirin.”
Koçyîgît: Muxalefet û îktîdar li ser tercdiê yek fikir in
Hevseroka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigît, der barê hevditina Mehmet Ocalan ya 15 deqîqeyan bi Ocalan re kir û tecridkirina Ocalan a 20 salan axivî û wiha got: "Hevdîtina 15 deqîqan nayê wateya ku tecrid rabkûye. Hikûmeta AKP'ê bi vê hewldanê dixwaze bertek û nerazibûnên civakê yên li dijî tecrîdê bişkîne. Muxalefet jî der barê tecrîdê de heman tiştî difikire.