Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê: 14 hezar leşker-polîs şandin bajarên Kurdan
Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê li ser qeydên hilbijartinê yên nelirê raporek amade kir. Di raporê de hat diyar kirin ku 14 hezar leşker-polîs şandin bajarên Kurdan û dê di hilbijartina 31'ê Adarê de deng bidin.
Gulum a HDP’î: Tecrîd pirsgirêka hemû civaka Tirkiyeyê ye
Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, rexne kir ku rojavayê Tirkiyeyê bi awayekê baş xwedî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan ên li dijî tecrîdê dernakeve û got: “Lê di rastiyê ev tecrîd pirsgirêka hemû civaka Tirkiyeyê ye.”
Ji ber Gergerlîoglu bertek nîşan neda fezleke jêre amade kirin
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu ji ber bertek nîşanî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan neda, der barê wî de fezleke amade kirin.
Ozturk: Rêberê Gelê Kurd heye, emê li ber xwe bidin Arslan: Em li ber xwe nedin emê gelek nirxên mezin winda bikin
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) ya Amedê 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser êrîşên li ser gelê kurd û wiha got: “Duh tiştekî me yên em winda bikin tune bû. Lê îro ger ku em li ber xwe nedin gelek nirxên me yên mezin ku em winda bikin hene. Divê her kes li berxwedana grevê xwedî derkevin." Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Kurdan heta niha serî netewandin. Dîsa diyar dikin ku çong danînin û dê li ber xwe bidin."
Gergerlîoglu: Nasnameyê li peş serkeftinê dikin astengî
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku kesên di ezmûna KPSS’ê de puanên zêde distîne, di mulakatê de tên bêjandin (bêjingkirin) û wiha got “Ger hûn Kurd Elewî û muxalif bin, dibe sedem ku hûn di mulakatê de bên bêjandin."
Wê DBP, li Amedê kongreyê li dar bixe
DBP, beriya di 3'yê Sibatê de Kongreya Asayî ya 5'an li dar bixe, ji bo kongreyê bang li gel kir.
'Wê Colemêrg careke din rekorê bişikîne'
Namzeta Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş bal kişand ser hilbijartinê û sekna gelê Colemêrgê û wiha got: "Wê Colemêrg di 31'ê Adarê de careke din rekorê bişikîne." Namzet Cîhan Karaman jî bal kişand ser erka rêveberiya herêmî û got: "Di şaredariyê de gotin a gel be."
Temellî: Em ê bersiva herî xurt di sindoqan de bidin faşîzmê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di danasîna namzetên hevşaredariyên Dersimê de axivî û got: “Divê teqez û demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Em ê bersiva herî xurt di sindoqan de bidin faşîzmê.”
Ozturk: Daxwaz nehatin bersivandin, berxwedan didome
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku dewletê xwestiye bi destûrdayîna hevdîtina li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û berdana hevseroka wan Leyla Guven gavên taktîk biavêje û got: “Taktîkên wan pûç derketin. Dawî li tecrîdê neanîn. Daxwaz nehatin bersivandin. Berxwedan didome.”
Di 4 mehan de der barê HDP'iyan de 257 fezleke hatin amadekirin
Di Serdema 27'an a Meclîsê de, der barê 33 parlementerên HDP'î de bi giştî 257 fezleke hatin amadekirin. Ji van fezlekeyan 159 jê der barê 6 parlementerên jin de ne.
'Çi dikin bila bikin serkeftin ya me ye’
Li gelek navendan namzetên hevşaredariyan ên HDP’ê bi gel re hatin cem hev. Namzetên hevşaredariyan diyar kirin ku ew ê şaredariyên xwe ji qeyûman bistînin û gotin: “Ew çidikin bila bikin serkeftin ya me ye.”
Buldan: Ereb, Kurd, Mehelmî, Suryan dê bi hevre Mêrdîn bi rêve bibin
Rêxistina HDP'ê ya Merdînê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, namzetên hevşaredariyan bi gel dan nasîn. Di bernameya danasînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan, diyar kir ku gelê Mêrdînê dê li vîna xwe xwedî derkevin û şaredariyê ji destê qeyûmê bistînin. Buldan wiha got: "Gelê Mêrdînê dê di 31'ê Adarê de bersîvê bidin zordariyê. Ereb, Turd, Mehelmî, Suryan û gelên din dê Mêrdînê bi rêve bibin."
Bîlgen: Em ê Qersê ji bêxwedîtiyê û diziyê rizgar bikin
Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca duyemîn buroya hilbijartinê vekirin. Bîlgen di vekirina buroyê de got: “HDP wê şaredariyê ne ji MHP’ê dê ji bêşopandin, bêxwedîbûnê rizgar bike.”
Oluç: Em ji bo demokrasiyê fedekariyê dikin
Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, têkildarî stratejiya hilbijartinê ya bajarên Rojava anî ziman ku ji bo pêşxistina demokrasiyê van gavan davêjin. Oluç, destnîşan kir ku van gavan ne ji bo tu partiyan ji bo pêşxistina demokrasiyê davêjin.
Ozsoy: Heke peymanek pêk were jî divê li Îmraliyê pêk were
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy Peymana Edeneyê nirxand û got: “Heke ku hûn Peymana Edene, Moskova û Washington pêk bînin, dê bibe cihê têkçûna siberoja we. Heke peymanek pêk were divê ew jî Peymana Îmraliyê be.”