Namzetê HDP'ê yê Manîsayê: Ruhê Fatsayê ji bo pêşerojê vîzyonek e
Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mezin a Manîsayê Nacî Sonmez, diyar kir ku ew dixwazin di nav gelê bajêr de ruhê Fatsayê ava bikin û got: "Ev ruh, ji bo pêşerojê vîzyonek e." Namzet Hatîce Aslan jî, destnîşan kir ku hedefa wan a sereke li dor fikrê HDP'ê jiyaneke nû ava bikin.
Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
Hevseroka Giştî ya Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldtan, têkildarî salvegera Mutabakata Dolmabahçe daxuyanî da. Buldan, diyar kir ku mutabakata Dolmabahçe hêz û heviyek mezin dabû gelan û wiha got: “Taliya talî ev welat, ev civak, ev dewlet û ev parlemento wê li naveroka mulakata Dolmabahçe vegere.
Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku ji ber ku tifaqa AKP-MHP’ê dijminê Kurdane, li hemberî daxwazên rakirina tecrîdê bedeng dimînin û ji bo hilbijartina nêz dibe jî wiha got: “Stratejiya me ya rojava AKP ji eyar derxistiye. Dê nekarin bajarên Kurdan û Îzmîrê ji Enqerê bi rêve bibin.”
Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
Tê gotin wê Ahmet Davûtoglû partiyekê ava bike. Parlementerê CHP'ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, ev îdia nirxand û diyar kir ku dibe ku amadekariyên ji bo hilbijartina serokomartiyê be. Şener got: "Niha AKP û Erdoganek ku rêveberiyeke antîdemokratîk ava kirine hene. Û hîn j xurt in. Niha li hemberî vê hin liv û tevgerîn hene. Lê nizanim wê li hemberî vê çi qasî karibin li ber xwe bidin."
Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
Namzetê Partiya Saadetê yê Semsûrê Ahmet Farûk Unsal, destnîşan kir ku wê gelê bajêr di vê hilbijartinê de hesabê xiyalşikestina 15 salan ji AKP'ê bipirse. Her wiha Unsal, ji bo piştgiriya HDP û CHP'ê jî got, ev ji bo pêşerojê cihê hêviyeke mezin e.
Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, diyar kir ku ew ê li Herêma Egeyê li hin bajaran bi namzetên xwe têkevin hilbijartinê li hin herêman jî piştgiriyê bidin hêzên demorasiyê. Çepnî, destnîşan kir ku taktîka sereke ya partiya wan xwe dispêre paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê.
Parkirinên PDK û YNK’ê
Qunciknivîsê Rojnameya e-rojname Ercan Sezgîn, di quncikê xwe yê îro de bal kişand ser neavakirina Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û diyar kir ku ji ber ku aloziya di navbera PDK û YNK’ê berdewam e hikumet nehatiye avakirin.
Tumuklu: Îktîdar berberîbûnê dixe nav civakêGunay: Wê muxalefeteke ku tenê li ser sindoqan hûr dibe bi ser nekeve
Wekîlê Serokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, pirsgirêkên bingehîn ên welat û tifaqên hatine çêkirin nirxandin û destnîşan kir ku îktîdara heyî tenê dijminan çêkirin û berberîbûnê dixe nav civakê. Hevserokê Giştî ya Malên Gel Nûrî Gunay jî, bilêv kir ku yekîtiyên hêzê yên tenê li ser sindoqan hûr bûne wê tiştekî li gelên Tirkiyeyê zêde nekin.
Înîsiyatîfa Bila Tecrîd Rabe Leyla Guven ziyaret kir
Heyetek Hevberdevkê HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Sedat Şenoglu di nav de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ziyaret kirin. Piştî serdanê Koçyigît axivî û got: "Em li cem Leyla Guven bisekinin û dengê wê bilind bikin."
Ahmet Turk: Em ê kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin
Namzetê Hevşaredariya HDP'ê yê Mêrdînê Ahmet Turk li navçeya Mehsertê axivî û got: "Em ê hemû kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin û ji gel re parve bikin."
Namzeta HDP'ê ya Serokatiya Meclîsê Serpîl Kemalbay e
Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay dê bibe Namzeta Serokatiya Meclîsê ya HDP'ê.
Wekîlê HDP’ê Bilgen: Hûn nikarin bi sembolên al û welat gemara xwe veşêrin
Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, têkildarî lîstika AKP û MHP'ê ya li Qersê daxuyanî da û diyar kir ku AKP ji bo MHP bi ser bikeve xwe paşve kişand û wiha got: "Qers di bin çop û gemarê de maye. Bi van polîtikayên wetanperwerî û alperestiyê dixwazin qirêjî û gemara xwe veşêrin. Hûn nikarin bi sembolê welat û alê gemara xwe veşêrin."
HDP şerh danî: Pêşnûmeya Torbe xizmeta gel û wîcdanê gel nakin
HDP'ê der barê pêşnûmeya torbe de şerh danî û diyar kir ku rêjeya faîza ku rençber bide ji sedî 5 zêde bûye û bi zema OTV'yan re rû bi rû mane. HDP'ê da zanîn ku xalên pêşnûmayê xizmeta gel û wîcdanê gel nake."
Kurtulan: Di 1'ê Nîsanê de dê hêzên demokratîk û Kurd bi ser bikevin
Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan, diyar kir ku divê daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê werin qebûlkirin. Kûrtûlan, bal kişand ser hilbijartina herêmî û got: “Di 1’ê Nîsanê de dê hêzên demokrastîk û Kurd bi ser bikevin.”
Taşdemîr: Yên dibêjin 'em ê hesap bipirsin' divê hesab bidin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, di civîna çapemeniyê de bal kişand ser tundiya polîsan a li dijî Parlamentera HDP'ê Salîha Aydenîz û wiha got: “Kesên dibêjin 'Emê hesab bipirsin' divê hesab bidin. Leyla Guven jî bi greva birçibûnê navnîşanê rê me didin."