Şandeya HDP û HDK’ê Hêlîn Bolek ziyaret kir: Divê ev beden nehelin û neçin
Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkên HDK’ê endama Grûp Yorûm Hêlîn Bolek a ku 240 roj in di rojiya mirinê de ye ziyaret kirin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan piştî serdanê axivî û got: “Divê ev geden nehelin û neçin.”
Dag a HDP’î: Çima polîsan Gulistan Doku ji ESP’ê pirsî?
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, Gulistan Doku a ji 5'ê Çile de winda bûye bir rojeva meclîsê. Dag pirsa "Çima Gulistan Doku ji Rêxistina ESP'ê ya Amedê pirsîne?" pirsî.
Kubîlay: Guh bidin Ocalan
Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay, hişyariya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a “dê polîtîkaya kaos û tundiyê mekanika darbeyê têxe tevgerê" bibîr xist û got: "Em dibînin ku mekanika darbeye ji nûve bi hêz dibe. Ji ber vê yekê divê hûn guh bidin daxuyanî û hişyariyên Ocalan."
Aydenîz: Rêya demokratîkkirina Tirkiyê di Îmraliyê de derbas dibe
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz da zanîn ku Ocalan 21 sal in tê tecrîtkirin û got: “Rêya demokratîzekirina Tirkiyê di Îmraliyê de derbas dibe.”
HDP wê qaydeya du serdemî bidomîne: Meyla Bûldan û Temellî dîsa bibin hevserok derketiyê pêş
HDP’ê di civîna xwe ya navendî de biryara qaydeyê du serdem girt. Di Komîsyona Mutabakatê de li gorî nîqaşên hatine kirin meyla derketiye dîsa hevserokên heyî dê hevserokatiyê bidomînin.
Civîna MYK’a HDP’ê dest pê kir
Civîna MYK’a HDP’ê bi tevlîbûn Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî dest pê kir.
Başaran: Li Tirkiyeyê kiryarên cezayê mirinê tên bicihanîn
Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên herî giran li girtîgehên Tirkiyeyê tên jiyîn û got: “Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyek cuda heye. Li Tirkiyeyê kiryarên cezayê mirinê tên bicihanîn.”
HDP beriya kongreya xwe dicive
HDP ku amadekariyên xwe yên kongreyê didomîne, dê civîna MYK'ê pêk bîne. Di civînê de li ser nermkirina biryara partiyê ya ji bo 2 serdeman nîqaş bên kirin.
Pîroglû: Dewlet li kodên xwe yên salên 90’î vegeriyaye Tanrikûlû: Dozger xemsar nêzî meseleyê dibe
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû bal kişand ser bûyerên windabûnê yên ji meha çile vir ve pêk tên û got: “Dewlet vegeriyaye ser kodên xwe yên salên 90’î.” Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî got rayedarên dadî ji destpêkê ve lêpirsînên bêbandor birêve dibin.
Şenoglû: Divê stratejiyeke hemleyî bê pêşvexistin
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, diyar kir ku li Tirkiye û herêmê li hemberî siyaset krîzî bernameyeke çareseriyê berpêş kirine û di fîkriyata vê bernameyê de keda mezin a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Şenoglû, got: "Divê HDP, ji rewşa parastinê derkeve. Startejiyeke hemleyî pêş ve bixe".
Kûrtûlan: Hêj însan di bin berfê de ne, divê Meclîs komîsyonê ava bike
Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan diyar kir ku hêj di bin felaketa aşûtê de însan hene û bûyer ji raya giştî tê veşartin û banga avakirina komîsyonê li Meclîsê kir.
Çavûşoglû: Heke encam dernekeve dê Erdogan û Pûtîn hevdîtin bikin
Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû, têkildarî hevdîtinên di navbera wan û Rûsyayê de axivî û diyar kir ku heke encameke ji hevdîtinên wan dernekevin dê Erdogan û Pûtîn hevdîtin bikin.
Guven: Ocalan 22 salin li Îmraliyê li ber xwe dide
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tev li xebatên Rêxistina HDP'ê ya li Stenbolê ya kongreya mezin bû. Guven, diyar kir ku sedema hemû pirsgirêkan ji ber neçareseriya kêşeya Kurd e û wiha got: "Kurd êdî jiyana bê statu qebûl nakin. Ocalan 22 salin li Îmraliyê li ber xwe dide û ev komplo vala derxistiye."
Temellî: Şewata mirovan şerma vî welatî ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, geşedanên li Tirkiye şiband Guernîce Pîcassoyê û wiha got: "Ger ku mirov dibêjin 'Zarok birçî ne' û xwe dişewitînin şerma vî welatî ye. Divê em dawî li van êşan bînin.
Şandeya Rûsyayê li Enqerê ye
Şandeyek Rûsya ji bo şerê li Idlîbê hevdîtinan bike hat Enqereyê.