Berdevka HDP’ê Gunay: Biryara DMME’yê piştrast kir ku siyasetmedar dîlgirtî ne
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de got: “Siyasetmedar bi lîstikên Qesrê tên girtin. Bi biryarê re hat piştraskirin ku hemû yek bi yek dîlgirtiyên siyasî ne.”
Sererastkirina Ajansa Hawîrdorê li Meclîsê hat qebûlkirin
Sererastkirina Ajansa Hawîrdorê ya ku muhalefet weke “Wezareta paralel” li dij derdikeve li Meclîsê hat qebûlkirin.
Sancar: Biryara DMME’yê ji bo welat şansek mezin e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Wanê têkildarî biryara DMME’yê got: “Biryara Dadgeha Ewropa ji bo Demîrtaş da, ji bo welat şansek mezin e. Heke hûn vî şansî bikar neynin, hûnê sûcê mezin bikin.” Sancar ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî banga “divê her kes deng bide vî dengî” kir.
Erdogan: DMME nikare li şûna dadgehên me biryar bide
Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, angaşt kir ku biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş siyasî ye û ev tişt got: “DMME, nikare li şûna dadgehên me biryar bide. Tenê biryara ku li vir hatiye dayîn wê ji aliyê dadgehên me ve wê bê nirxandin.”
Bûldan ji bo biryara Demîrtaş got: Efendîno ev biryar we eleqedar dike
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş da axivî û bersiva Serokkomar Erdogan gotiye “ev biryar me eleqedar nake” da û got: “Efendîno ev biryar we eleqedar dike. Hûn neçarin hevalên me hemûyan berdin.”
Baş: Ez girtina Guven bi tundî şermezar dikim
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, diyar kir ku girtina Hevseroka KCD’ê bi awayekî tundî protesto dike û got: “Îşkence, zext û tundiya li ser hilbijartiyên gelê kurd berdewam dike.”
Peyama Leyla Guven dan AKP’ê: Em ê bi siyaseta xwe we têk bibin
Li gelek navendan girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat şermezarkirin û di daxuyaniyan de gotinên Guven a “Li hundir jî li derve jî ez ê siyasetê bidomînim” hat bibîrxistin û vê ev peyam hat dayîn: “Em ê bi siyaseta xwe we ji nava dîrokê paqij bikin.”
Meclîsa Ciwanên Yekgirtî ya Enqereyê avakirina xwe ragihand
Meclîsa Ciwanan a Yekgirtî piştî Stenbol û Îzmîrê li Enqereyê jî avakirina xwe ragihand û l banga tevlîbûna têkoşîna demokratîk li ciwanan kir.
HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, derbarê nîqaşên budçeyê yên li Meclîsê dewam dikin de, li Sariyerê belavok belav kirin.
Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu, bertek nîşanî tazîkirina kesên li midûriyeta polîsan di bin çavan de tên tazîkirin û îşkence li wan tê kirin da û got: "Bi navê sergirtinê hatin, lê îro mirovan tazî dikin.
Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
Serokwezîrê Iraqê Mûstrafa Kazimî, gihîşt Enqereyê û wê bi Serokkomar Recep Tayyîpo Erdogan re hevdîtin pêk bîne.
Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ji bo lêgerîna tazî ya li navendên binçavkirin û girtîgehan tê kirin were qedexekirin, bang li Wezaretên Dadê û Karên Navxweyî kir.
HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
Serokwekîlên Koma HDP’ê, ji ber ku li şûna stêrk û pelan “gule” û “bombeya destan” di remza wê de bi kar anî, serî li RTUK’ê da û giliya ATV’ê kir.
Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû, li dijî daxuyaniya Parlamenterê ÎYÎ Partîyê Ahmet Erozan a “Destê xwe li budçeyê bigirin. Di nîvê salê de em ê bigirin.” derket û ev bersiv daye: “Li welat hilbijartin tuneye. Hûn dizanin heke hebe jî wê dethilat ji we re neyê dayîn.”
Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku êrîşa li dijî hêzên PKK’ê dê destkeftiyên kurdan têk bibe û êrîş şermezar kir.