Baş: Hrant remza jiyana hevpar e
Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, anî ziman ku Hrant remza jiyana hevpar, xwişk û biratiyê ye û wiha got: “Eger em dixwazin Hrant bidin jiyandin, divê em vî kumê spî yê li serê vî welatî hatiye gerandine derxin û bavêjin."
Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
Rêveberên PÎA'yê Navenda Giştî ya HDP'ê ziyaret kir. Di ziyaretê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar diyar kir ku nêzîkatiya li dijî PÎA'yê li dijî Destûra Bingehîn û Zagona Partiyên siyasî ye. Sancar, anî ziman ku rayedar sûç dikin.
Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, têkildarî polîtîkayên Serokê nû yê DYA'yê Jeo Biden ku dest bi kar bike, diyar kir ku dê polîtîkayên DYA ji bo Rojava, Başûr û Bakur cuda bin û wiha got: "DYA dê li Rojava û Başûr têkiliyên xwe xurt bike, dê li Bakur jî piştgiriyê bide polîtîkayên Tirkiyeyê yên mîlîtarist."
‘Sedema negirtina daxwaznameya PÎA’yê çiye?’
Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, sedema astengiya avakirina Partiya Însan û Azadî ji Wezîrê Karê Hûndir pirsî.
Yuksekdag: Em ê dev ji Kobanê bernedin
Siyasetmedar Fîgen Yuksekdag îdianameya Kobanê nirxand û got: “Yên ku vê êrişa darbeya siyasî li dijî HDP’ê û me li dar xistin, hevkarên wê her kes wê bi sûretê sûcdar di rûpela dîrokê de were nivîsandin. Wê encama vê doza li hev anîne û bi zorlêkirin çi dibe bila bibe wê herikîna dîrokê neguherîne.”
Onlu: Divê her kes ji bo tecrîdkirina xwe bişkîne li dijî tecrîdê derkevin
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan nirxandin kir û wiha got: "Dijderketina tecrîdê ne tenê dijderketina tecrîdkirina Ocalan e, dijderketina tecrîdê di heman demê de dijderketina tecrîdkirina li dijî xwe ye jî."
Li Meclîsê daxuyaniya greva birçîbûnê: Tecrîd sûcê îşkenceyê ye
Parlamentera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûn a li girtîgehan 50 rojin li dijî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dewam dike û got: “Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku bibin dengê girtiyan.”
Beştaş ‘Doza Kobanê’ nirxand: Ne HDP divê AKP were darizandin
Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îdianameya Kobanê ne metnek hiqûqî ye, argûmana tasfiyekirina kurdan a ji siyasetê ye û got: “Ya ku were darizandin ne HDP ye, AKP û sepanên xwe ne.”
PÎA ya ku damezrandina wê tê astengkirin li Wezareta Navxweyî dest bi nobetê dike
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Mehmet Kamaç diyar kir ku wan li dijî astengkirina damezrandina fermî ya partiya xwe li avahiya Wezareta Karên Navxweyî dest bi çalakiya nobetê kirine û banga piştevaniyê li muxalefetê kir.
Muna El-Xelef: Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike
Berpirsa Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimaniya Demokratîk a Sûriyê Muna El-Xelef têkildarî bêdengiya Rûsya ya li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û got: “Ev bêdengî nîşan dike ku Rûsya pê re hevkar e û dixwaze rê li pêşiya dewleta Tirk veke da ku herêmê dagir bike.” Xelef, destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike.
Şener: Erdogan pir tengijiye, ketiye rewşa 'te çil sator divê yan çi qantir divê'
Parlementerê CHP'ê Abdullatîf Şener, diyar kir ku dê Partiya Saadetê û Serokomar Erdogan neyên gel hev û got: "Erdogan, pir tengijiye. Te dît dibêjin 'Te çil sator divê yan çil qantir divê', eynî di halekî werê de ye."
HDP li dijî tecrîdê kampanya dide destpêkirin
HDP'ê encamnameya civîna Meclîsa Partiyê eşkere kir û got: ''Partiya me ji bo rakirina tecrîdê ya di rojevê de û bidawîanîna binpêkirinên li girtîhehan wê kampanyayê bide desptêkirin.''
Kamalak: Tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re wê bibe firotina dozê
Serokê Giştî yê Berê yê Saadetê Mûstafa Kamalak, diyar kir ku tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re wê bê wateya “firotina dozê” û got ku Erdogan li rêyên ku cara sêyemîn çawa bibe namzet digere.
Ji HDP’ê daxuyaniya Ozkîraz û Ozbek
HDP’ê têkîldarî rojnameger Gokhan Ozbek û Serokê AKAM’ê Kemal Ozkîraz ku wê hedef girtin, diyar kir ku ew nêzîkatiya derveyî etîka çapemeniyê û sînorên rêzgirtinê derbas dikin qebûl nake.
Pîroglû: Serketin bi azadiya Ocalan pêkan e
Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku serketina têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê, bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e û got: "Ev jî bi azadiya Ocalan pêkan e."