Sancar: Fatoreya derewên desthilatê ji tenduristiya gel re dertê
Sancar: Fatoreya derewên desthilatê ji tenduristiya gel re dertê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku desthilatê piştî 8 mehan ji bo ku alîkariyên aborî bigire daneyên vîrûsa koronayê aşkera kiriye û ev tişt got: “Hê jî ev dane ne ewle ne. Lê ev jî rewşê tirnak nîşan dide. Fatoreya vê derewê tenduristiya gel e.”

Sancar: Em armanc dikin ku gelê kurd bi nasnameya xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibe
Sancar: Em armanc dikin ku gelê kurd bi nasnameya xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li Bazara Genim serdana esnafan kir û got: "Ji bo çareseriyeke mayind divê Kurd weke kirde bên dîtin û nûnerên Kurdan jî weke aktorekî wekhev bên qebûlkirin. Em ê bikin ku Kurd bi navê xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibin."

Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike
Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike

Meclisa Hinerdekaran a Tirkiyeyê, ragihand ku boyqota Erebistana Siûdî ya nefermî ya li ser berhemên mîna goşt û hêkan a ku bi mehan e didome, ji nîvê vê mehê ve êdî bi fermî bûye.

Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin
Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin

Meclîsa Ciwanên HDP'ê, têkildarî zext û binçavkirina li dijî endamên wan, daxuyanî dan û gotin: "Me tu carî serî netewand. Em ê tu carî serî netewînin."

Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê
Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê

Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, destnîşan kir ku îqtîdara AKP- MHP'ê di nava şerekî de ne û wiha got: “Niha MHP'ê pir zelal aşkere kir ku pişta xwe dide hêza mafyayê. Ev yek îlan kir."

Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay destnîşan kir ku li Tirkiyê di serî li dijî kurdan û li dijî gelek aliyên civakî nêçîra binçavkirin û girtinê hatiye destpêkirin û got: “Zikê me ji dikên sozên reformên îqtîdar re têr e. Referoma rastî çûyîna pergala we ya xerabûyî ye.”

Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike

Serokê Giştî yê EMEP'ê yê nû Ercument Akdenîz, anî ziman ku îqtidar tim qabûneyê diguherîne û bi fedakirina ên nêzî xwe dixwaze umrê xwe dirêj bike. Akdenîz got: "Sendîka, partî û hêzên demokrasiyê gava bin cem hev du, dê karibin îqtidarê qels bikin."

Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bal kişand ser îstîfaya Bulent Arinç û got: "Ev destpêka perçekirina Îtîfaqa Cumhur e. Ez dibînim ku di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye. Dê her kes hêza xwe dîne holê."

Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin
Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin

Rewşenbîrên êzidî, diyar kirin ku pêşmergeyên PDK'ê kincên artêşa Iraqê li xwe kirine û di nav hêzên ku Şengalê dorpêç kirine de cih girtine û gotin: "Ji bo gelê Şengalê ku bi fermaneke nû re rû bi rû ye, bang li her kesî kirin ku di vî warî de hesas bin.

Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e
Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e

Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş diyar kir ku ji bo avakirina yekîtiya kurd divê demildest xebateke dîplomasiyê bê meşandin û got: "Êrîşên li dijî deskeftiyên gelê kurd ji ku ve bê û ji kîjan perçeyê bên pêwîste em bi hev re helwestekî hevbeş nîşan bidin. Pêwîste ku tu kes nebe hevkarê van êrişan. Ev sedsal sedsala azadbûn û avakirina yêkitiya neyeteweyî ya kurd e."

Girtî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin

Girtiyên PAJK û PKK'ê bi boneya salvegera avakirina PKK'ê daxuyanî dan û aşker kirin ku heya ku tecrîd bi dawî bibe, ewê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bikin.

Sancar: Li meclîsê butçeya şer tê niqaşkirin
Sancar: Li meclîsê butçeya şer tê niqaşkirin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, di ziyareta TMMOB'ê ya di çarçoveya xebaten “Butçeya Gel" de anî ziman ku “Îqtîdar xwedî feraseta polîtîkayên şer e. Bi polîtîkaşên şer hebûna xwe berdewam dike."

Rojnamevan Elî: Di nav eskerên şandine Şengalê de komên tirkmen jî hene
Rojnamevan Elî: Di nav eskerên şandine Şengalê de komên tirkmen jî hene

Rojnamevan Fîrmêsk Elî, li herêma Şengalê bicihbûna artêşa Iraqê wekî "fermaneke nû" nirxand û got: "Di nav van eskeran de komên tirkmen jî hene. Ji deverên wekî Telaferê anîne."

Bulent Arinç li ser medya civakî îstîfaya xwe ragihand
Bulent Arinç li ser medya civakî îstîfaya xwe ragihand

Endamê Desteya Şêwreya Bilind a Serokkomariyê Bulent Arinç li ser Twîtterê ragihand ku ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye.

Bûldan: Cîhan wê bi têkoşîna jinan re bi guhere
Bûldan: Cîhan wê bi têkoşîna jinan re bi guhere

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku di tevahiya desthilatdariya AKP’ê de tundî û komkujî zêde bûn û got: “Cîhan wê bi me re biguhere. Welatê me wê bi têkoşîna me biguhere. Mirovahî û jiyan wê bi têkoşîna me bi guherin.”

< 160 161 162 163 164 > Rupel 162 / 291