Li Wanê banga yekîtiya neteweyî: Divê siyaseta kurdî bi ruhê yekîtiyê rabe
Li Wanê banga yekîtiya neteweyî: Divê siyaseta kurdî bi ruhê yekîtiyê rabe

Li Wanê daxuyaniya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd hat dayîn. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku pêwîste siyaseta kurdî li her deverê bi ruhê yekîtiya neteweyî rabe û li dijî êrişan ser gelê krud rabin. Ozturk da zanîn ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî şerm û rûreşiyek mezin e.

Gunay: Îdîanameya Kobanê encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan
Gunay: Îdîanameya Kobanê encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bal kişand lêpirsîna kobanê û wiha axivî: “Îdîanameya di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatiye amadekirin, encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan.”

Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca bi minaseta salvegera 3 siyasetmedarên jin yên li Parîsê hatibûn qetilkirin pêşniyazpirs da Cîgirê Serokkomar û vê pirsê kir: "Gelo ji ber gotinên min, hat qebûlkirin ku Komkujiya Parîsê MÎT’ê pêk aniye?”

Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku rojeva girtina HDP’ê nîşaneya aciziya îqtîdarê ye û ji bo demokrasiyê bînin û rêveberiya zordar bisekinin ew ê di sala 2021’an de li ber xwe bidin û derbasî sala avakirinê înşayê bibin.

HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê
HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê

DP'ê nerazîbûn nîşanî êrişa li ser xwendekarên Bogazîçiyê da û destnîşan kir ku ew bi xwendekar û akademîsyenên li dijî qeyûm li ber xwe didin re ne.

Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku êdî sebra civakê li hember zext û tundiya tifaqa AKP’ê û MHP’ê nemaye û got: “Ji bo îqtîdarê jimartina ber bi paş ve zûve dest pê kiriye.” Gunay anî ziman ku divê her kes li dijî pergala tecrîdê jî têbikoşe.

Ji Hevserokên HDP'ê peyama sersalê
Ji Hevserokên HDP'ê peyama sersalê

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar peyama sersalê dan û xwestin ku sala nû bibe ''Sala azadiyê''.

Xelîl: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin
Xelîl: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin û bi hev re ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser û derbaskirina şaşî û kêmasiyan kar bikin û got: "Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin. Sersala nû li hemû gelên herêmê pîroz be."

Sancar: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e
Sancar: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, anî ziman ku îqtîdara AKP'ê bi polîtîkayên şer li ser piyan e û wiha got: "Em bang li muxalefetê dikin ku li dijî îqtîdarê derkevin. Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola mifteyê dilîze. Israra polîtîkayên tecrîdê, israra polîtikayên şer e."

Dag: Heta tecrîd ranebe wê demokrasî neyê welat
Dag: Heta tecrîd ranebe wê demokrasî neyê welat

Parlamentera HDP’ê Dersim Dag di kongreya partiya xwe ya Rêxistina Navçeya Rezanê de axivî û destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê demokrasî û aştî neyê welat.

Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê

Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, leşkergeha leşkerî ya di sala 1938’an de komkujiya Dersimê lê hatiye birêvebirin û ku veguherandibûn muzeyê ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pirsî.

Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû destnîşan kir ku sala 2020’an bû sala mezinkirina berxwedana gelan û dê sala 2021’an jî bibe sala mezinkirin têkoşîna giştî û bi têkoşîna xwe dê faşîzmê têk bibin.

Beşa yekemîn a ‘tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl’ qebûl bû
Beşa yekemîn a ‘tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl’ qebûl bû

19 xalên pêşniyarqanûna ku rê li ber tayînkirina qeyûman a ser komele û weqfan vedike, li Lijneya Giştî ya Meclisê qebûl bûn.

Sezgîn: Li hemberî lîstikên tên leyîstin çareseriya tekane yekitiye neteweyî ye
Sezgîn: Li hemberî lîstikên tên leyîstin çareseriya tekane yekitiye neteweyî ye

Endamê Koordînasyona Meclisaê Îştarê Nûran Sezgîn, diyar kir ku Tirkiye li hemberî Herêma Kurdistanê ya Federe di nav pilanên qirêj de ye û dixwaze kurdan bi hev bide qirkirin û destkeftiyên wan têk bibe.

Beştaş: DMME tomar kir ku îqtîdar fermanê dide darazê
Beştaş: DMME tomar kir ku îqtîdar fermanê dide darazê

Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş biryara DMME’yê ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş da nirxand û got: “Biryaraji bo Demîrtaş di hundirê xwe de lêpirsînên KCD’ê û Kobanê jî dihewîne. DMME tomar kir ku îqtîdar fermanê dide darazê.”

< 157 158 159 160 161 > Rupel 159 / 291