Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome û got: “Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”
Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin
Heyeta KCD, TJA, DBP û HDP ku li Êlihê di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de esnafan vexwand daxuyaniya çapemeniyê ku dê di 29'ê Çileyê de bê kirin.
Beştaş: Divê banga Ocalan bê bersivandin
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku pirsgirêk bi krîmînalîzekirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çareser nabin û xwest ku banga Ocalan a “hêza nerm” ku di gulana 2019’an de kiribû bê bersivandin.
Kamaç: PÎA'yê xwe di wîcdanê gel de ava kiriye
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç, anî ziman ku ji bo partiya xwe ava bikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: “Mafên mirovan xistin bin pîyan. PÎA di wîcdanê gel de hatiye avakirin."
Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê ya yekîtiya têkoşîna gelan e
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, kuştina jinên siyasetmedar a li Hesekê şermezar kir û wiha got: "Em kuştina siyasetmedarên jin Seda Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar û kuştina 32 sivîlan a di êrîşa DAIŞ'ê de şermezar dikin. Tenê rêya têkçûna daîmî ya DAÎŞ'ê yekîtiya têkoşîna gelan e."
Zêdeyî 800 zarok bi dayikên xwe re girtî ne
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, bi boneya zarokên li gel dayikên xwe girtî bên berdan ji hikûmetê xwest zagon bê guhertin. Gergerlîoglu, destnîşan kir ku heta dawiya sala 2020'an zêdeyî 800 zarok li gel dayikên xwe girtî bûn.
HDP ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ didomîne
Şandeya HDP’ê ku ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ didomîne, bi karkerên çandiniyê , gundî û rêxistinên pîşeyî re hat gel hev û pirsgirêkên wan guhdar kir.
Gunay: Polîtîkayên tecrîdê li Tirkiyeyê belav dibe
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li ji bo rakirina tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kirin bibîr xist û got: "Desthilatdarî dest ji polîtîkayên xwe berneda. Bi vê yekê re, dixwaze pergala tecrîdê li welat belav bike.
Gergerlîoglû: Hin mirov hene wekî ku li girtîgehan tu tişt naqewimin tevdigerin
Parlementerê HDPê'Omer Farûk Gergerlîoglû, anî ziman ku hin mirov hene wekî ku li girtîgehan tiştek naqewime jiyana xwe didomînin û ji bo grevên birçîbûnê jî got: "Her kes divê bi hesas nêz bibe. Ji destan çi tê divê bike, ji bo bidawîna vê zilmê."
Gumuştaş: Êrîşên li ser partiya me ne tesadufî ne
Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş ku hatibû binçavkirin û bi biryara hepsa malê hatibû berdan, destnîşan kir ku sedema operasyonên li hemberî partiya wan, girêdayî rojeva derbarê girtina HDP'ê de ye ku ew jî pêkhateyeke wê ne.
Hediya Yûsif: Sîstema kapîtalîst projeyên alternatîf dike hedef
Endama Desteya Rêveber a Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk ( PYD) Hediya Yûsif, destnîşan kir ku kantona Efrînê di encama lihevkirina navnetewî de hate dagirkirin û wiha got: "Hêzên kapîtalîst bi rêya dagirkirinê hewl da fikirê neteweya demokratîk têk bibe. Fedekariyên gerîlayên PKK'ê çavkaniya hêza Şoreşa Rojava û sedema sereke ya xweragirtina wê ye."
Wezîrê Edaletê bi awayekî sergirtî bersiv da Soylû
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, piştî rexneyên Wezîrê Karên Hundir Soylû yên li darazê ev daxuyanî da: “Kesên neecibînin dikarin mafê xwe yê îttîrazê bi kar bînin nikarin gefan bixwin.”
Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye
Şandeya KCD, DBP û HDP’ê di çarçoveya xebatên yekitiya neteweya Kurd de çû Sêrtê û esnaf ziyaret kir.
Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku daxwazên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîdê ketine greva birçîbûnê daxwazin demokratîk û mirovî ne û ev tişt got: “Bicihanîna van daxwazan ne zehmet e.”
56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
Parlamenterên HDP'ê, derbarê biryara DMME'ya ji bo Selahattîn Demîrtaş hatibû de pêşniyazname dan Meclîsê û pirsa, "Komara Tirkiyeyê, ma ne mecbûre biryara DMME'yê bi cih bîne" pirsîn.