Ozturk: Di Pirsgirêka Kurd de tecrîd wergeriyaye qodên şer
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku tecrîd di Pirsgirêka Kurd de wergeriyaye qodên şer ên berê û ev tişt got: “Divê ji bo lîderê ku dikare rûyê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê biguherîne şertên azad bên çêkirin. Divê Ocalan rol û misyona xwe bilîze.”
Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye
Yek ji avakarên AKP'ê Abdullatîf Şener anî ziman ku di dewleta mafyayî ya tîpa nû de zelalî û hesabdayîn tune ye û got: "Ev rêveçûyîn ne rêveçûyîneke baş e û dê canê wan pir tahl bike."
Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tuncer Bakirhan, bal şikand ser daxuyaniyên Serokê Mafya Sedat Peker û destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe, mafya pêş dikeve û wiha god: "Divê helwest û seknek ku ji pêşkêşkirina çavkaniyên welat a ji bo çeteyan û mafya re bêje na, bê avakirin.
‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, destnîşan kir ku polîtîkayên Tirkiyeyên yên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federê de, bi heman stratejiyan tên meşandin û got: "Tekane armanca Tirkiyeyê, jiholêrakirina statûya kurdan e."
Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Wanê axivî û destnîşan kir ku kesên li ser sînorê Colemêrgê tên kuştin di encama dijminatiya kurdan de pêk tên û got: “Niha tişta ku şirîkatiya îqtidarê li ba hev digire, dijminatiya kurdan e.”
Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
Hevberdevka HDP'ê Ebru Gunay anî ziman ku têkiliya dewlet û mafya mekanika darbeyê bi xwe ye û wiha got: "Ocalan berê gotibû eger çareseriya demokratîk peş bikeve dê rê li pêş mekanîka darbeyê û kaosê bê girtin. Em îro bi vê pergal û mekanîkê re rû bi rû ne."
Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
Hevserokê Giştî yê DAD'ê Mûsa Kûlû, bal kişand ser operasyonên derî sînor û diyar kir ku bi şer tê xwestin ser têkiliyên qirêjî û pirsgirêkên heyî bê nixumandin û got: "Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye."
Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû bersiva Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû da û got: “Di pêvajoya îstîfaya min a serokwezîriyê de Bînalî Yildirim, Suleyman Soyl û Berat Albayrak bi koordinasyona Serokkomar komplo li min kirin.”
3 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
Derbarê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û du parlamenterên HDP’ê de 3 felzeke şandin Meclîsê.
Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku têkiliya dewlet-mafya-siyasetê ku di Qezaya Sûsûrlûkê de derket holê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye û got: “Zemîna herî girîng a ku van rêxistinên çeteyan ji Sûsûrlûkê dirêjî îro xwe dispêre dijminatiya kurdan.”
Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
Partî û rêxistinên siyasî, diyar kirin ku piştî îttîrafên Sedat Peker careke din şahidiya hevpariya dewlet-mafya-siyasetê dikin û ev bang kirin: “Em bang li herkesî dikin ku ji bo ji vê tifaqa qirêj xelas bibin sefer bibin.”
Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku axaftinên rêveberê çete ku ji dewletê piştgiriyê digire Sedat Peker ji bo deşîfreya çerxa aboriya narko ya weke Sûsûrlûkê girîngin û wiha got: “Axaftinên Peker ji aliyê fînansekirina şerê qirêj ve tê bi rêvebirin gelek girîng in. Peker, ji fîguranan tenê yek e. AKP weke dewleteke mafyayê dixebite.”
Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, rewşa nêzikî sed girtiyên ku li Girtîgeha Mêrdînê bi vîrûsa koronayê ketin ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.
Gunay: Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku ji bo Doza Kobanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin û ev tişt got: “Kesên ku hevî dikin HDP’ê bêdeng bikin, zû an dereng wê ji hêla vî gelî ve bên darizandin.”
Gotina “Têkiliye min bê îspatkirin ez ê mirinê qebûl bikim” bi bîra Soylû xist
Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel, gotina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû “Têkiliye min bê îspatkirin ez ê mirinê qebûl bikim” ya derbarê Serokê Rêxistina Organîzekirî ya Sûc Sedat Peker bi bîr xist û ev tişt got: “Divê bi mirovan re hinek şerm hebe.”