Bûldan li Îzmîrê pirsî: Qesda we ya ji 'ev rojên we yên baş in' ev bû?
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li ber avahiya partiya xwe ya rastî êrişê hat axivî û gotinên Erdogan “Ev rojên we yên baş in” bibîr xistin û pirsî “Ma we dizanibû dê ev komkujî pêk were?”
Kiliçdaroglû û Babacan êriş şermezar kirin
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû êrişa li dijî Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê lanet kir û got: “Berê me ev senaryo jiya bû.”
Beştaş: Li şûna îtirafên Peker, ji bo girtina HDP’ê ketine tevgerê
Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku ew lîsteyek sûc ku ji îtirafên Sedat Peker pêk tên pêşkêşî darazê dike û got: “Hûn ji bo girtina HDP’ê demildest ketin tevgerê, lê hûn çima ji bo van sûcên tevahiya dinyayê li ser diaxive tiştek nakin.”
Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
Berdevkê Partiya Saadetê Bîrol Aydin, bersiv da banga Serokê YÎK’ê yê Partiya Saadetê Ogûzhan Asîlturk a ji bo kongreyê û ev tişt got: “Lijneyên rayedar û saziyên biryarê yên Partiya Saadetê diyar in. Dîsa di rêziknameya me de nivîsandiye ku dê çawa biryara kongreyê bê dayîn.”
Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di komcivîna partiya xwe de têkildarî mijarên di rojevê de û dozên derbarê partiya xwe de axivî û ev tişt got: “Werin em kesên ku ji demokrasî û edaletê bawer dikin lijneyeke mezin ava bikin. Minakên vê li dinyayê hene. Em Dadgeha Rûssel ava bikin.
Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir.
Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye
Hevberdevkên HDK’ê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, destnîşan kirin ku di Rojhilata Navîn de neçareserkirina pirsgirêka kurd faktora sereke ye û tecrîda li ser Ocalan bingeha neçareserkirina pirsgirêka kurd e.
‘Şewatên li heremê bi zanebûn tên derxistin?’
Parlementera HDP’ê Semra Guzel, şewatên daristanan ên piştî operasyonên eskerî li çoltera heremê derdikevin, bir rojeva meclîsê û pirsa “Geşo şewat bi zanebûn tên derxistin?” kir.
Ahmet Turk: Divê birêz Barzanî gotinên xwe ji bîr neke
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk destnîşan kir ku temenê vê siyaseta ku dixwaze kurdan tune bike ne dirêj e û gotinên “Em ê destûrê nedin kurd xwîna hev birêjin” ên Mesûd Barzanî bi bîr xist.
Dede: Îdianameya HDP’ê ji raya giştî vedişêrin
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede anî ziman ku îdianameya derbarê HDP’ê de ji raya giştî tê veşartin.
Aydenîz: Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê ku di Konferansa Jinan a HDK’ê de axivî, destnîşan kir ku jinên kurd ji bo ‘rêya sêyemîn’ bedelan didin û wiha got: “Îro çawa hevalên me ji bo hevserokatiyê û wekheviyê di girtîgehan de têdikoşin em ê jî li qadan têkoşîna vê yekê bidin.”
TÎP, EMEP, TOP û Malêngel ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
Serokê û rêveberên TÎP’ê, EMEP’ê, TOP û Malêngel, diyar kirin ku HDP li pêşiya sazûmankirina faşîzmê asteng e û banga piştevaniya li dijî doza girtinê kirin.
Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
Parlementera HDP’ê Dersîm Dag xwest ku sedema şewatên daristanan ên li heremê her ku diçe zêde dibin bên lêkolînkirin.
Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku bila hikûmet encama doza girtinê bihesbîne ne HDP û wiha axivî: “Daraza ku nikare li dijî rêxistinên sûc derbikeve, ji nû ve darbarê HDP’ê de doza girtinê vekir û ji bo pergala mafyayê bûye mertal.”
Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, firotin û birîna darên li ser sînorên Herema Kurdistana Federe ku operasyona artêşa tirk lê didome, bir rojeva Meclîsê.