Bûldan: Doza Kobanê doza AKP’ê ye ku hikmê wê daye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku di Doza Kobanê de hikm berê hatiye dayîn û ev tişt got: “Dozeke wekaletê ya girtina tolhildana Kobanê ya neketî ye.”
Tanrikûlû: Doza Kobanê ji ber fikarên siyasî yên desthilatê hat vekirin
Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû ji bo Doza Kobanê ya ku weke şande tevlî dibin wiha got: “Ev doz dozeke ku desthilatê ji ber fikarên xwe yên siyasî vekiriye. Çarenûsa vê dozê wê siyaset diyar bike.”
Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
Endamê Meclîsa HDP’ê hiqûqzan Dogan Erbaş diyar kir ku ji bo Kobanê neket di dilê îqtidarê de wek birînekê maye û got: “Doza Kobanê hesabpirsîna vê birînê ye.”
Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku divê êdî dengê girtiyan ku olan dide were bihîstin û got: "Dawî li van polîtîkayên xwe yên tecrîdê bînin. Rojek berî rojekê werin ser rêya heqîqetê. Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin û pergala Îmraliyê êdî bi dawî bikin."
Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
Wezareta Veguhastin û Binesaziyê, di bersiva da pêşniyazpirsa Hasan Ozguneş ê HDP’iyê de, wiha got: “Ji ber ku zimanê fermî Tirkiye, wê di balafiran de, zimanê Kurdî bi kar neyînin.” Ozguneş, bertek nîşanî vê yekê da û got, ev nêzîkatiyek înkarê ye.
Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku Doza Kobanê dozek bi fen û fût e û got: “Dixwazin bi van dozan mafê siyaseta demokratîk a HDP’ê û pêşiya îdiaya gelê kurd a di siyasetê de bibe kirde bigirin.”
Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
Wekîla HDP’ê Remziye Tosûn, rewşa 26 jinên di operasyona hemwext a 5’ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin û rastî mûameleya xirab hatibûn bir rojeva Meclîsê û pirs ji Wêzîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû kir.
Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, diyar kirin ku berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê hatiye destpêkirin, dewam dike û gotin: "Daxwazên girtiyan zelal in. Ger hiqûq bê bicihanîn wê daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin. Ji ber ku Tirkiye qanûnên xwe bi cih nayîne, pirsgirêk mezin dibin."
Beştaş ji bo pêkanînên qeyûman daxwaza lêkolîna meclisê kir
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku qeyûmê Sêrtê di nav salekê de li dijî karkeran mobîngê pêk tîne û mûçeyên hin kesan 3 qat zêde kirine û daxwaza lêkolîna van pêkanînan kir.
Ji Beştaş ji bo Bahçelî: Êdî çîrokên wan nemane
Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî îdiaya ku dibêjin Hamza Adiyaman ne di Çemê Zapê de fetisiye li kampa PKK’ê ye û partiya wan hedef tê nîşandan wiha got: “Bi rastî jî êdî çîrokên wan nîn in. Li ser derewan propagandayê bi rê ve dibin.”
Bûldan: Rêya sêyemîn raya giştî ya demokratîk bi xwe ye
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe ya Meclîsê de axivî û bal kişand ser siyaseta rêya sêyemîn û got: “Rêya sêyemîn, raya giştî ya demokratîk a li derveyî hêzên serdest û kedxwar maye bixwe ye.”
Aydenîz: Sedema hemû qrîzan tecrîda li Îmraliyê ye
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, di kongreya partiya xwe ya Amedê de diyar kir ku sedema hemû qrîzan tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin
evserokê KCD’ê Berdan Ozturk bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Li şûna hûn HDP’ê digirin, Zindana Îmraliyê bigirin.”
Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku ew ê tifaqa demokratîk û siyaseta rêya sêyemîn mezin bikin û got: "An em ê rêyekê bibînin, an jî em ê rêyekê vekin. Ev rê jî wê bibe rêya aştiyê."
Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
Hevserokên KCD û DBP’ê di roja 3’emîn a hevdîtinên xwe yên li Mersînê li navçeya Akdenîzê bi gel re hatin gel hev. Di hevdîtinê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derket pêş û welatiyan pêşniyar kir ku li dijî tecrîdê bername û çalakiyên berfirehtir bên kirin.